Rojnameya Ronahî

Şêx Maşûq bû sembola berxwedanê

Birûc Resûl/Qamişlo

Şêx Maşûq tirs nas nedikir û hemû helwestên xwe eşkere û bi zelalî li meydanan, di alavên ragihandinê de û li her deverê dianîn ser ziman. Ev wêrekiya bêhempa û tevgera aştiyane û karîger roj bi roj bandor li gel dikir û dibû bingehek ji bo şoreşekê aştiyane li dijî desthilatdariya Sûriyê.

Şêx Mihemed Maşûqê Xeznewî ji malbateke oldar e, bavê wî Şêx Ehmedê Xeznewî damezrînerê rêgeha xeznewî ye ku ew jî şaxek ji rêgeha Neqşebedniyê ye, ev rêgeh ji sofîtiyê li nav xelkên Rojavayê Kurdistanê û deverê pir naskirî û navdar e û bi hezaran murîdên wê hene. Şêx Mihemed Maşûq yek ji kurên Şêx Ehmedê Xeznewî ye. Li gundê Til Marûf yê gundewarê Qamişloyê di sala 1958`an de ji dayik dibe. Di sala 1977`an de bawernameya refa amedeyî bi dest dixe û derbasî Şamê dibe, li wir li peymangeha Emîniyê zanistên olî û şerîetê dixwîne. Piştre diçe Erebistana Seûdiyê û li Medîne Alminewera xwendina xwe temam dike û bawernameya zanistên islamî bi dest dixe. Her wiha piştî vedigere Şamê, wekî mamoste û gotarbêj di hin mizgeft û peymangehên olî de li parêzgehên cudacuda kar dike. Di sala 2001`ê de pileya macistêr di zanistên islamî de bi dest dixe.

Piştî serhildana kurdan ya 2004`an û bersiva tund ji hêla desthilata Sûriyê û hêzên wê yên ewlehiyê ya li dijî gelê kurd, Mihemed Maşûq li kêleka gelê xwe rawestiya û helwesta li dijî siyasetên şofînî û qirkirinê da. Ji wê demê ve nav û dengê wî di nav gel de belav bû û bû kesayeteke bi bandor û cihê rêzê ye li bal gelê xwe. Di merasîma şehîdan de û gelek çalakiyên netewî beşdar bû û gotarên mêrane, wêrek û welatperwer didan. Gotinên wî hestên netewî û niştimanî li bal gel geş dikirin û coşek mezin li pey xwe çêdikir, yek ji wan gotinan ku di hizir û wijdanê gel de hatiye çandin ev bû: Kesek bi xêra xwe mafan nade, lê maf bi zorê têne standin.

Şêx Maşûq tirs nas nedikir Helwesta Şêx Maşûq li ser wî alî ji islamê yê ku dibêje divê islam li dijî sistema desthilat û sitemkaran derkeve ava dibû, bi vî awayî dikarîbû hejmareke pir mezin ji gel li dora xwe bicivîne. Her weha çalakiyên Şêx Maşûq firehtir dibûn û di gelek semîner û komcivînên islamî yên li hundir û derveyî Sûriyê de beşdar dibû. Têkiliyên baş bi rêxistinên Ewropî, navdewletî û islamî yên mafnas re ava kirin û doza danûstandinê di navbera ol û şaristaniyan de li şûna şer û nakokiyan dikir. Şêx Maşûq li her cihekî ku lê amade dibû berevanî di ber doza gelê xwe de dikir û ew doz bi kesên din dida zanîn û diyarkirin. Şêx Maşûq tirs nas nedikir û hemû helwestên xwe eşkere û bi zelalî li meydanan, di alavên ragihandinê de û li her deverê dianîn ser ziman. Ev wêrekiya bêhempa û tevgera aştiyane û karîger roj bi roj bandor li gel dikir û dibû bingehek ji bo şoreşeke aştiyane li dijî desthilatdariya Sûriyê.

Revandina Şêx Maşûq û şehadeta wî

 Ji lewra hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê dest bi gef û tehdîdên xwe li ser kesayeta wî ya bi bandor ya li ser berjewendî û desthilatdariya wan kir û xwestin rê li ber bigirin. Di 10`ê Gulana 2005`an de, kesên nenas Şêx Maşûq ji ber deriyê (Navenda Xwendinên Islamî) li Şamê ku ew cêgirê serokê wê bû û tê de mamostî dikir, revand. Ev bûyera revandina Şêx Maşûq ku heta îro desthilata Sûriyê xwe nedaye ber, piştî gotareke Şêx Maşûq ku tê de doza nasname û xwendina bi zimanê kurdî ji gelê kurd re li rejîmê kiribû çêbû. Piştî revandina Şêx Maşûq, gelê kurd li Cezîrê û Şamê derketin xwepêşandanan û doza eşkerekirina çarenûsa Şêx li rêjîma Sûrî kirin, lê hêzên ewlehî yên Sûrî bi tundî bersiva wan da û gelek ji wan girtin û ew veguhestin dadgehên ewlehî. Di 1`ê hezêrana 2005`an de, rêjîma Sûriyê nûçeya kuştina Şêx Maşûq ragihand û got ku wan cenazeyê Şêx di hundirê gorekê de li Dêra Zorê dîtine. Lê dema ku cenaze radestî malbatê kirin, nîşanên êşkenceyek tund li ser laşê wî xuya dikir. Di oxirkirina Şêx Maşûq de bi deh hezara ji gelê kurd û ji hezkerên wî beşdar bûn.