Muzîk û stran dengvedayîna hestên civakê ye. Her wiha ji destpêka dîroka şaristaniyê ve jî heye. Peywendî bi şêwazekî vergerîna şahî, êş û bûyerên jiyana civakê heye û destana a melodiyê ye. Xwedî bandoreke raste-rast li hestan dike. Bi vî aliyê xwe ve muzîk nikare ji jiyana mirov û civakê were cuda kirin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst vê yekê dizane ji bo rêvebirina bijarte û hestên mirovan geleki ji muzîkê sûdê distîne. Tiştê ku modernîte dixwaze bike ewe ku kesan ji dîrok û nirxên civakî qut bike û pêre jî li gor civaka şahî û pêşandanê li ser bingehê tevkujiya çandî asîmile û bihelîne. Ji ber ku di civaka pêşandanê de afrînerî tune ye, teqlîd heye. Ev jî tê wateya çêkirina kesayetiyek bênasme û bêpergal. Di bingehê wê de derbaskirina demên xweş û bêsûd hene. Berovajî vê yekê di kilam û stranên me de rastiyeke dîrokî û rêbazên exlaqê civakî heye. Bi hestên mirovan re rû bi rû ye.
Her pêngavek di hemû şoreşan de dibe sedema xwe guhertîna serdemekê. Mînak: di warên weke civakî, ramyarî, bîrdozî û her wisa di warê hunera stranbêjiyê de jî. Bi pêşengiya şoreşa azadiyê re„ berxwedana sala 1982`an ya di girtîgeha Amedê de bû çavkaniyeke hêzdayin û pêşxistina strana soresgerî ya berxwedêr.
Tevî ku beriya derketina şoreşa vejînê, bi dehan hunermend û dengbêjan di stran û hunera xwe de pesinê delaliya Kurdistan û doza azadiya Kurdîniyê jî dane, lê dîsan jî ji ber gelek sedeman ew rêbaz di xêzeke pir teng ya devkî û heremî de mabûn. Lê tevlî van tengasî û astengiyan dîsa jî ev berhem hetanî bi vê roja ku em tê de ne, weke mîrat û çavkaniyek resen ji me hunermend û nifşên pêşeroj re hiştine.
Bi pêngava vejîna 15`ê Tebaxê re qad û eniya stran û muzîk a şoreşgerî kete pêvajoyeke din. Tevî ku gelek hunermend û stranbêjên wê serdemê di serîde Koma Berxwedan ku hîna di destpêka salên tekoşînê de, berhemên hunerî û li gor daxwaza dem û tekoşînê afirandin, pêre jî misyonek şoreşgerî jî girte ber xwe u her endamek xwedî erkên dîrokî ji wê pêvajoyê re bû. Bi vê misyonê re pêşî li karê xweserane û pêre jî kesayetiya aloz û bê rêxistinkirî girt.
Helbet ji destpêka tekoşînê û şûnde, rastiya ku hişt Koma Berxwedan û hunermendên şoreşger rola xwe bilîzin, bibin dengê gel û pêşketiba şoreşê. Her wiha pêngaveke wiha bibe sedema pêşxistinên hunerî û civakî.
Bêguman pêvajoyeke wiha û ew serkeftinên dema xwe peywendî bi tekoşîn, ked û xebata şehîdên weke: Sefkan, Mizgîn û heta ya gelek hunermendên din yên şehîd re jî heye. Ev mînak di heman demê de, li dijî bandora modernîteya kapîtalîst, li dijî takakesîtiya popîlîst ya li hemberî kolektîfizimê bûye bersivek bingehîn!.
Wateya 15´ê Tebaxê ji bo gelê Kurd çiqas girîng be,e wqas rê li ber gehşkirina hunera Kurdî a şoreşgerî vekiriye. Herwiha li hemberî hunera asîmîlasyonê li çar perçên Kurdistanê qada wêrekî û afirandkariyê jî ji hunermendên Kurd re berfirehtir kir.
Stran û awazên ku di bin bandora pengava 15´ê Tebaxê da hatine afirandin, xwedî bandorek pir mezin li ser gûherandinên“ hişê civakê” danîye. Berê sedan ciwanen Kurd daye eniya doza azadiyê.
Ji wan berheman çend stranên naskirî wiha ne: Tifinga min, serî hilde, Bijî biji hevak Egîd, Hey Botan Botan Botanê, Çerxa şoreşê, Ey şehîd- şehîd, Kizil guler açinca, Kurdistan daglarinda, Gerîla gerîla, top û tifeng Gerîlla û hwd. Bi dehan stranên din ku ketine nava dil û hê jî li ser zimanê xelkê têne bihîstin û gotin.
Îro gelê me li Rojavayê Kurdistanê şoreşa gel, bi awayekî awarte û hunerî roj bi roj mîna tevnê ser darê bi ked û ronahiya çavan tê neqişkirin û birê ve diçe. Bingeha paşerojeke tije asoyên xweş û azad diafirîne. Ev şoreş ji aliyê hemû Kurdan ve wek rojeva sereke tê pejirandin.
Bi kurtî weke ku li jorê jî hatiye dest nîşankirin, divê hemû hunermend xwe ji kêmasiyan rizgar bikin û hunera şoreşgerî û çanda otantîk ya resen ji xwe re bikin bingeh û bi pêş bêxin.
Yanî careke din li rastiya dîroka xwe ya berxwedêr vegerin û di eniya çand û hunerê de bibin dengê şoreşa nû.
Li ser hîmên rêhevaltiya Şehid Mizgîn, Sefkan, Serhedan xwe ji nûve, bi hêz û rêxistin bikin û li ser vê bingehê bibin awaz û dengê netewa demokratîk ya azad.
Hozan Seyîdxan