Li herêmê agir dibare û rojane nûçeyên kuştin, revandin û wêrankirinê em dixwînin û dibînin..
Bingehê van pirsgirêkan hemû jî dewlet-neteweya ku bûye jehra di nava hêngiv de. Him xwediyê xwe dikuje him jî yên derdorê ku dibin qurbana şerê di navbera aliyên ji bo desthilatê bihevdikevin.
Em bale bikşînin ser aloziyên niha li welatên ku kurdistan di nava xwe de parçekirine û mafê gelê kurd û gelên din binpêdikin em dibînin ku alozî û qeyrana li van deveran her roja derbas dibe kurtir dibe.
Li Tirkiyê aloziya aborî, siyasî, civakî û hwd roj bi roj mezin dibe. Aloziya li Îranê ne kêmî ya wê ye. Li Sûriyê rewş li ber çavaye .Îraqê jî ewqasî tevlîheve ku ev demeke hilbijartin pêk hatine lê heta niha nikarin hikÛmetekê ava bikin.
Ev hemû pirsgirêk ji aliyê rêber Abdulah Ocalan ve hatine tesbîtkirin. Ne tenê pirsgirêk hatine teşxiskirin, çareserî û dermanê van nexweşiyan jî hatiye diyarkirin. Lê hêzên deshilat çareseriyê ji bo xwe xeterî dibînin. Aşitiyê jî wekî dawiya deshilata xwe dibînin. Ji ber wê jî rênadin ku aşitî pêk were.
Bi vê yekê re jî alozî mezintir dibe. Li Tirkiyê û bakurê kurdistanê roj derbas nabe û zext li dijî gelê kurd nayê kirin. Ji bo çareseriyê pêvajoya aştiyê destpêkiribû û me bala xwe dayê ku li Tirkiyê di vê pêvajoyê de çawa gavên mezin di gelek waran de hatin avêtin. Çavnebariya desthilatan pêşî li aştiya ku çiroska wê ji îmralî derket girt . Digotin em li çareseriyê digerin. Erê raste ew li çareseriyê digerin, lê çareseriyeke li gorî xwe û çareseriyeke bêyî ku aşitiyê bîne.
Li îraqê daiş’ê gelek komkujî pêk anîn, nakokî û pirsgirêkên civakî, qeyrana aborî û aloziya siyasî xwe da der. Aliyên şîî û sûnî her bi hevre di nava nakokiyan de ne. Li vir jî behse lêgerîna li çareseriyekê dikin. Lê gelo çareseriyeke çawa dixwazin?
Li îranê heman qeyran û alozî derketiye û nanokiyên bi hêzên rojavayî re aloziyê mezintir dike, lê li vir jî herî zêde ji ber nerazîbûnên gelên li hundir ku sedemên wê binpêkirina mafan ji aliyê sîstemê ve ye rewşa deshilatê tengavtir dike. Desthilat jî li vir bi siyaseta derxistina şer ji derveyî herêmên xwe dixwazin ji xwe re li riyeke çareseriyê bibînin. Vê riyê çareserî dibînin lê ew ê aştiyê bi xwe re neyne.
Li sûriyê jî 7 salin alozî heye. Rêjîma heyî û yên ku dixwazin dest deynin ser desthilatê bi hevketine. Gelek deweletên din jî xwe xistin nava vê aloziyê û şer û alozî gurtir kirin. bi destek madî û bi çekdarkirina aliyên, behse anîna demokrasiyê dikin. Lê mixabin her ku dem derbas dibe alozî kurtir dibe.
Ji bo van hemû qeyran û aloziyan tenê çareserî bi aşitiyê û projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan pêkane. Ev proje jî niha ketiye ezmûnê û gavên xwe li bakurê sûriyê davêje û heta radeyekê gihiştiye encamê.
Lê ji ber ku aştî ne li gorî berjiwendiyên desthilataye bi gelek rengan êrîşan li dijî vê projeyê dixin dewrê. Di sêrî de jî dewleta tirk dixin hereketê. Gotina rêber Ocalan ku vê rewşê bi vî rengî rave dike “kevroşk bireve tejî bide dû” rastiye eşkere dide xuyakirin.
Hêzên hegoman û yên desthilat ji bo aştiyê na, ji bo berjiwendiyên xwe li gorî xwe li çareseriyê digerin.
Rêber Ocalan bi dehan car bangên ji bo aşitiyê ji êsîrgehê kir, lê bi tecrîda girankirî ku niha li îmralî bi erêkirin û bêdengiya gelek alî û rêxistinên navdewletî pêk tê hat bersivandin û tê bêdengkirin.
Aştî li Îmralî dîl tê girtin!
Mihemed SEYDÎ