Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîng e nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan baş bê fêhmkirin…(2)

29/05/2024
in Uncategorized
A A
Girîng e nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan baş bê fêhmkirin…(2)

File written by Adobe Photoshop¨ 4.0

Share on FacebookShare on Twitter

Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk, di parêznameyên xwe de ol hîn berfireh û kûrtir nirxandiye. Dîsa em ji parêznameyên Rêbertî dizanin ku ew çiqas girîngiyê dide nasandina mirov û civakê. Rêbertî bi daneyên zanistî tespîtên kûr kiriye ku mirov hebûneke metafîzîk e. Yên ku bi fikra olî li jiyanê dinêrin, taybetmendiyên exlaqî yên civakî hîn baştir dîtine û tevger kirine. Bi vî rengî xwe spartine exlaq. Tevgera wan a bi vê zanebûnê, bûye sedem ku di civakê de ol û exlaq mîna hev bibînin.

Rêber Apo ol weke nirxekî girîng ê avakirina civaka demokratîk dibîne. Bi vê nêzîkatiya xwe, ya yekem ol ji “fikrên zanistî” yên ku cih û girîngiya ol a di nava civakê de înkar dike, cuda dinirxîne û ya duyem jî çanda ol û baweriyê ji mêtingerên olperest rizgar dike.

Êzidîtî, Elewîtiya Rêya Heq û Yarsan-Kakaîtî di dîroka gelê Kurd de xwedî cih û nirxên girîng e, lewma jî Rêber Apo van baweriyan girîng dibîne. Dixwaze li ser nirxên kok ên vê bawerî û çandê xwe li gorî krîterên demokratîk a serdemê, ji nû ve ava bike. Pêşniyar dike ku gelê Kurd îbadet û îdadetxaneyan weke navendên perwerdeya zanista civakê jî binirxînin.

Ji ber pirsgirêkên çînî û zayendî yên ku çavkaniya xwe hem ji ber piraniya nifûsê hem jî ji oldariya Îslamê ya desthilatdar digire, Îslam hîn zêdetir piralî nirxandiye. Rexne û pêşniyarên wî yên çareseriyê jî, hîn kûrtir in. Rêber Apo şîroveya xwe û pêşniyara xwe ya çareseriyê ya li hemberî oldariya desthilatdariyê weke ‘Îslama Demokratîk, Îslama Çandî’ pênase kiriye, carnan weke ‘Îslama Medîneyê, Îslama Ehlîbeyt’ jî pênase kiriye. Bi analîz û nirxandinên xwe yên di bin van sernavan de, şîroveyeke felsefî ya nû pêş xistiye. Dema ku em li naveroka van ferasetan binêrin, cudahiya di navbera nêrîna paradîgmaya Rêbertî ya li ser ol û nêrîna desthilatdariyê de pir eşkere tê dîtin. Mînak dema dibêje Îslama çandî, qala îslamtiya ku Îslama desthilatdar li ser civakê ferz kiriye dike, dema dibêje Îslama ehlîbeyt qala Îslamtiya desthilatdariya Îranê dike. Mîna Stalîn yan jî Kastor ku her tiştê ku ji sosyalîzmê fêm dikirin, nediecibandin.

Nirxandinên Rêbertî yên li ser ol û baweriyê beriya her tiştî xwe dispêre felsefeya civaka azad û demokratîk. Ol berê di rêwîtiya heqîqetê ya mirov de xwedî rola muşrît bû û îro jî weke yek ji rêbazên fikrî yên tevkariyê li rêwîtiya heqîqetê bike, qebûl kiriye. Ola ku serwer jê bawer dikin û ola ku gel an jî civaka demokratîk jê bawer dike ji hev cihê kir û hem têkiliya exlaqî ya baweriyê hem jî rêya rizgarkirina nirxên olî ji sextekaran nîşan da. Bi vî rengî têkiliya ol û civakê li gorî pîvanên ilmê sosyalîzmê yanî zanista civakî danî, hêzên çep û sosyalîst ji xitimandineke mezin rizgar kir û sosyalîzma demokratîk xurt kir.

Nêzîkatiya bawerî û olê ya Rêbertî li ser têkoşînên polîtîk û pêşketina wan xwedî bandoreke çareseriyê ye. Her wiha xwedî wê hêzê ye ku di her kêliyê de civakê demokratîk dike, faşîzma ku xwe ji olperestiyê xwedî dike asteng dike, faşîzmê têk dibe. Ji bo ev taybetmendî bê fêhmkirin divê mirov bi taybetî bala xwe bidin ser faşîzma senteya Tirk Îslamê û têkoşîna PKK’ê ya li hemberî cîhadîstên selefî yên mîna DAÎŞ’ê ku faşîstên olperest ên Tirk tifaq pê re kirin. Yanî Rêberê me di mijara ol û baweriyan de ne tenê xwedî analîzên îdeolojîk û teorîk e. Di heman demê de aliyên xwe yên taktîka têkoşînê ya li dijî êrîşên faşîst ên olperest jî hene.

Her kes pê zane ku weke PKK û KCK nêzî bîst sal in em li hemberî olperestiya faşîst a bi navê senteza Tirk Îslamê û zêdeyî deh sal in jî li hemberî hevalbendên wê cîhadîstên selefî têdikoşin. Senteza Tirk Îslamê şîroveya komkujî, kujer û herî derewîn a Îslama desthilatdar e. Me sextekariya vê şîroveyê, rastiya wê ya ku olê dike amûrek ji belavbûna emperyalîst, herî dawî di şerê Hamas-Îsraîlê de di serî de di kesayetiya Erdogan de di nava neteweperestên olperest ên kadroyên şerê taybet ên Tirk de dît. Neteweperest û olperestên Tirk mikur hatin ku ew ji Îslama ‘hamaset ji Fîlîstîn û Hamasê re, sotemenî ji artêşa Îsraîlê re’ bawer dikin. Olperestiya senteza Tirk Îslamê olperestiya berjewendiyan e. Ji xwe li gorî Tirkperestan ol eger bi xwe re dagirkerî û xenîmetê tîne hingî ol e. Hin Kurd jî hene ku vê olperestiyê bi kar tînin. Olperestên Kurd bi qasî olperestên Tirk xetere ne. Tirk hînî dewlet û rêvebirinê bûne, olperestên Kurd jî hîn bûne ku bibin leşkerên wan. Mînak, Erdogan ji ber ku dewletê bi rê ve dibe bersivê dide lojîstîka artêşa Îsraîlê û pere qezenç dike, Hudapar jî Kurdan li Amedê kom dike û ji bo ‘Hamasê’ dirûşman bi wan dide avêtin; Kurdan dide ber girî û pereyan jê kom dike. Feraseteke bi heman rengî ya olî bi PDK a Barzaniyan re jî heye. Têkoşîn û sekna gelê Kurd a li dijî senteza Tirk Îslamê, dewleta Erdogan-Bahçelî tevizandiye û xistiye nava krîzeke kûr a aborî û siyasî. Heman sekn û baweriyê faşîzma DAÎŞ’ê jî ji aliyê leşkerî ve têk biriye. Di afirandina vê destketiyê de nêzîkatiya Rêbertî ya li ol û baweriyêi bicihanîna vê nêzîkatiyê di polîtîkayên rojane de xwedî roleke mezin e. Têkoşîna gelên Ereb û Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê û li hemberî dewleta Tirk a Erdogan-Bahçelî, encameke din a vê nêzîkatiyê ye.

Ereb, Kurd û Fars ji aliyê nifûsê ve gelên herî qelebalix ên herêma me ne. Her wiha di nava çend sed salên dawî de Tirk jî li vê herêmê bi cih bûne. Piraniya van gelan Misilman in. Bi modernîteya kapîtalîst re neteweperestî bû yek ji nexweşiyên li herêma me. Şerê Hamas Îsraîlê jî dawiya dawî şerekî ji ber neteweperestî, oleperestî û siyaseta vê yekê ye. Weke ku tê zanîn li dewletên bi nasnameya Misilman, neteweperestî xwe ji olperestiyê, olperestî jî xwe ji neteweperestiyê xwedî dikin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî DAÎŞ û senteza Tirk Îslamê ye. Her wiha di gelek mijaran de Şîatiya Îranê jî xwedî karaktereke bi vî rengî ye. Di nava van pirsgirêkên rojane hemûyan de nêrîna Îslama demokratîk a Rêber Apo nahêle ku neteweperest olê bi kar bîne û gelên me berde hev. Mînak, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana bi hev re ya gel û baweriyan bi saya vê paradîgmayê ye. Dema ku Îslam ji amûra siyasî ya neteweperestiyê tê rizgarkirin, hingî di nava gelên Misilman, di nava Misilman, Xiristiyan û Yahûdiyan de têkiliya biratiyê xurt dike, hişmendî û çanda jiyana bi hev re ya komên baweriyê xurt dike. Baweriya li ser vê bingehê dibe baweriya kesayetên neteweya demokratîk. Ji xwe neteweya demokratîk ew jiyan e ku her kes bawerî û çanda xwe bi rengekî azad bijîn. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan hişmendiyeke bi vî rengî ya demokratîk diafirîne. Ev hişmendî di serî de çareseriya zexta li dijî jinê, hemû astengiyên li pêşiya çareseriyên pirsgirêkên civakî ji holê radike.

Herî dawî, tê zanîn ku yek ji qadên ku Rêber Apo rexneyên xurt li kevneşopiyê dike, ol û bawerî ye. Ji ber vê yekê divê em rexneyan û perspektîfên çareseriyê bi baweriya pîvanên bingehîn ên paradîgmaya nû binirxînin; van pîvanan fêhm bikin, bijîn û welatîbûn û kadrobûyîna neteweya demokratîk ji xwe re bikin wezîfe. Di pênasekirina civaka polîtîk û exlaqî de, jinûve pênasekirina pîvanên exlaq, civak-bawerî û wijdanê yên Rêber Apo xwedî cihekî mezin e. Lewma heta ku em nêrînên rêbertî yên li ser ol û baaweriyê bi têrkerî fêhm nekin em ê nikaribin konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn ava bikin. Divê em ji bîr nekin ku nêrînên Rêber Apo yên li ser vê mijarê di parêznameya ji pênc bergan a Manîfestoya Civaka Demokratîk de hatiye pêşkêşkirin. Divê em paradîgmaya Rêbertî bi rengekî hevgirtî bixwînin, fêhm bikin û bipejirînin.

Post Views: 124
ShareTweetPin

Herî Dawî

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.