Rojnameya Ronahî

Têkoşerê doza azadiyê; Qasim Engîn

Amara Baran/ Qamişlo

Yek ji Fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) piştî 35 salan ji têkoşîneke bê hempa, di 27’ê Gulana 2020’an de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li qada Bradostê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Kurte jiyana Şehîd Qasim Engîn

Qasim Engîn di sala 1966`an de li navçeya Mereş pazarcixê ji dayîk dibe di emrekî biçûk de malbat koçê Almanyayê dike û dibistana seretay li wê dixweynê û piştê 15 salan derbasê welat dibe. Di sala 1985’an de tevgera azadiyê  nasdike  û di sala 1989 ‘an de li Awrupa tevlî Tevgera Azadiya Kurdîstanê dibe. Li qada Ewropayê xebatên ciwanan, çand û hunerê, dîplomasiyê dimeşîne .

Qasim ji aliyê her kesên ku ew nas dikir dihate hezkirin û bû hevalek ku timî bal li ser wî bû. Di sala 1990’î de ji bo xwe bi rastiya gelê Kurdistanê re bike yek, ji bo derbasî qada Rojhilata Navîn bibe ya Rêber Apo lê bû bi israra xwe ser dikeve û li qada Rêbertî perwerde dibîne. Şehîd Qasim li Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Behdînan, Bradost û Qendîlê kar dide meşandin.

Şehîd Qasim di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo şev û roj dixebitî, li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo şev û roj xwe perwerde dikir. Hevrê Kasim dizanî ku tevlîbûna nav PKK’ê tê wateya tevlêbûna Rêber Apo û ev jî tê wateya mirov li ser fikrên Rêber Apo be û wî perspektîfa Rêber Apo‘Heqîqet yekpare ye’ dikir esas.” Derbarê kesayet û têkoşîna şehîd Qasim Engîn rojnamevan Demhat Tolhildan  ji rojnameya me re axivî.

Şehîd Qasim li ser esasê paradigmaya Rêber Apo şev û roj xwe perwerde dikir

Demhat Tolhildan anî ziman ku Hevrê Qasim di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo şev û roj dixebitî, li ser esasê paradîgmaya Rêbertî şev û roj xwe perwerde dikir û wiha direjahî da axaftin xwe: “Bi emrekê ciwan li saha Rêber Apo derbasê perwerdê dibe, şehîd Qasim li Botan, Behdînan, Zagros û li Amanosê  bê ku bizanibe westandin çi ye gerîlatî kir. Û hertim xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de perwerde kir,  ji bo wî jî gelek caran dema ku hevalan pirtûk an jî nivîsek binivîsanda redekta wî hevrê Qasim dikir, ji ber ku hertim dixwend û lêkolîn dikir hafiza hevrê kazim bûbû hafiza partiye hemû dîrokan dizani bû. Hertim meraq û coşa wî ya xandin û nivîsandinê hebû bê westandin xebat dida meşandin hevalên  kêleka xwe jî bixwe re dikir nav kar û xebatan taybet hevalên ku bi mijara Dîroka partiyê re mijûl dibûn bi wan re din av diyaloxê de bû, lehûrbûnê hevrê Qasim li ser Dîroka Kurdîstanê hebû heta ku gîhaşt asta şahadetê jî bernama dîroka Kurdistanê pêkeş dikir.  Hevrê Qasim Engîn bi zêhniyet, jiyan, sekin û têkoşîna xwe her tim ji bo pêşketina tevgera ciwanan û jinê ked da. Wî bi sekna xwe giringiya tevgera jinê û tevgera ciwanan a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dît û li gorî wê tevgeriya.  Herwiha  Hemû hevalên Jin û Xort wekhev digirt dest  tû car ferq û cûdahî nedixist navbera hevalên nû û kevin li gor pîsoklojiya hevalan dixwast bi hevalan re bibe alîkar,  bi xwezayîbûna xwe hevalan li derdorê xwe kom dikir,  li kelaka wîjî şaşitiyê hevalan tû caran qebûl nedikir bi sekneke radîqal bê ku hevalên derdorê xwe bişkîne  rexne jî dikir perspektif  dida  her digot “kesê ji jiyanê hezbike jixwe û hevalê xwe jî hezdike”

Rastiya Gerîla bi Cîhanê da nasîn

Demhat di dewama axaftina xwe de wiha got: “Demeke dirêj berpirsyariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kir. Di vê demê de li welêt û cîhanê propagandayeke xurt a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir, ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla li tevahiya cîhanê bi rengekî rast bên fêhmkirin kedeke mezin da û encamên mezin bi dest xist. Û wiha domand” Çawa ku Kasim Engîn fermandar û ferdekî têkoşîna azadiyê bû, her wiha kedkar û pêşengê mezin ê ragihandina Kurd bû. Girêdana wî ya têkoşîna azadiyê û tempoya wî ya xebatê wê ji bo xebatkarên ragihandina Kurd her tim nimûneyek bê hempa bû. Hevrê Kasim xwe di hemû beşên ragihandinê de pêşxist û hertim digot” ger em di karekî de bin pêwîste em xwe tê de pêş bixin û heqê wî bidin” hertim xwe pilan dikir dako bername roportajan çêdikir û ji ajans rojname û radyoyan re dişand. Hevrê kasim di ragihandinê de bi zanebûna xwe ya îdeolojîk bi taybet naskirina dîroka Partiyê, Dîroka Kurdîstanê û dîroka însaniyetê de roleke mezin leyîst. Di navbera salê 2010- 2011’an de hemleyeke da destpêkirin û diwî hemlê de rola hevrê Kasim girîng bû gelek belgesel û bername hatin çêkirin herwiha kovar û beşên nîvîskî de jî hewildanê wî hebû, bi saya keda hevrê Kasim hemû beşên ragihandin û rojnameyê heta radeyek hatiye.  

Şahadeta Qasim li ser gelê kurd bandor kir

Demhat bibîrxist ku şahadeta hevrê kasim li ser hemû hevalan û gele kurd bandor kir, di terîfkirina hevaltiya  hevrê Kasim  de mirov zehmetî dik,êe ku binirxîne  şahadeta wî ji bona me û bi taybet ji bona hereketa azadiya kurdîstanê hûndahiyek giran bû. Û wiha domand:”   Têkoşîna Azadiyê bi berdêlên mezin dimeşe û şehadeta Kasim Engîn bû delîl û nîşana vê yekeye. Em jî wê weke ragihandina Kurd ji bo danasîna kesayet, jiyan û têkoşîna Kasim Engîn berpirsyariya dikeve ser me pêk bînin.