Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî Faşîzma Tirkiyê divê dengê parêzerên Kurdistanî û cîhanî bilind bibe

27/05/2024
in Uncategorized
A A
Li hemberî Faşîzma Tirkiyê divê dengê parêzerên Kurdistanî û cîhanî bilind bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Di bin dirûşmeya `Desthilatdariya Tirkiyê ya siyasî û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovan` de. Bi serpereştiya TEV- DEM û Yekîtiya Parêzeran ya Efrîn û Şehbayê, li herêma Şehbayê panêlek derbarê biryarên ku derheqê siyasetmedarên ku piştgirî dane doza Kobanê de lidar xistin.

Faşîzma Tirkiyê li hember mafê gelê Kurd di her alî de sûc û siyaseta çewisandinê dike. Bi taybet li hember siyasetmedar û parêzerên Kurd bi tu awayî rê li ber lêpirsîn û xebatê wan venake. Herî dawî faşîzma Tikriyê biryarê cezayê li ser siyasetmedarên Kurd yên ku piştgirî dabûn doza Kobanê di zîndanên faşîzmê de heyanî 40 salî dirêj kir. Dagirkeriya Tirkiyê bi van biryaran careke din dixwaze dengê gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd bitebisîne.

Ji bo nîqaşkirin û piştgiriya siyasetmedarên Kurd yên ku ev ceza li ser wan hatiye ferizkirin. Li herêma Şehbayê bi amedebûna Partî, saziyên Rêveberiya Xwser û Parêzerên li herêmê panêlek hat lidar xistin. Têkildarî vê mijarê Parêzer Roşîn Hido û Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM Hisên Welo ji rojnameya me re axivîn.

`Dagirkeriya Tirkiyê tu maf ji bo gelê Kurd nehêştiye`

Roşîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Faşîzma Tirkiyê careke din rûyê xwe yê qirêj li hember gelê Kurd û tavahî cîhanî eşkere dike. Dagirkeriya Tirkiyê di hundir Tirkiyê de tu maf ji bo nêrînên siyasetmedar, parêzer û gelê Kurd nehiştiye. Hemû siyasetmedarên Kurd yên ku bi mavê doza gelê Kurd bang dikin dîl girtine û mafê xweparastinê ji wan re nehiştiye. Dagirkeriya Tirkiyê derheqê siyasetmedarên Kurd yên ku di zîndanên faşîzmê de ne, bi biryarên nû derdikevin pêşberî raya giştî. Siyasetmedarên ku piştgirî dabûn doza Kobanê li ser wan cezayên girtinê yên heyanî 42 salan standine”.

`Binpêkirinên di derheqê siyasetmedarên jin de tên kirin`

Parêzer Roşîn bal kişand ser binpêkirinên faşîzma Tirkiyê yên di derheqê jinên siyasetmedar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê siyaseta çewsandina azadiya nêrînên Siyasetmedaran dide meşandin. Piştî têkbirina terora DAIŞ’ê di hundir Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dagirkeriya Tirkiyê dest avêt hemû kesayet û partiyên ku piştgirî dan Doza Kompasê ya Kobanê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Bi taybet jina Kurd ya ku hişmendiya DAIŞ’ê bi çek û zanabûna xwe têk biriye, dewleta tirkiyê ya ku xwe weke dewleteke îslamî tûndrew ji her kesî re hatiye nas kirin. Di hemû siyaset û şerên ku li hember gelê Kurd dide meşandin di asta yekemîn de dixwaze îradeya jina azad binpê bike. Di van biryarên ku hatine derketin de binpêkirin di derheqê jinên siyasetmedar yên weke Figen Yuksekdag de jî isbata vê yekê ye”.

`Ji bo pêkanîna adaletê pêwîste em tev têkoşînê bikin`

Her wiha Hisên eşkere kir ku biryarên ku hatine standin ne hiqûqî ne û wiha domand: “Di Bakurê Kurdistanê de zêdetirî 127 perlamenterên kurd piştgirî dan Doza Kobanê û ji bo wê banga tevahî cîhan û hêzên navnetewî kirin. Faşîzma tirkiyê bi dîlgirtina van siyasetmedaran armanc û encamên ku bidestnexistine dixwaze derbas bike û bighêje armanca xwe. Lê ev biryarên ku hatine standin ne li gorî zagonên mavê mirova ne her wiha tevahî biryarên ku hatine eşkere kirin ne hiqûqî ne û divê neyên qebûl kirin. Di milê wê yên exlaqî, civakî û hiqûqî de nerastiyekê wê heye. Ji bo vê yekê em hemû li hember neheqiyên ku derdikevin berpirsyarin. Li ser vî bingehî me jî xwest bi riya vê panêlê dengê xwe bi dengê siyasetmedarên Kurd yên Kurdistanê û cîhanê re bikin yek da ku adalet pêkwere”.

`Geleke ku dadgeha Ewropayê û parêzerên Kurdistanê bi erkê xwe rabin`

Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêz, dadgeh û aliyên berpirisyar yên navnetewî kir û wiha got: “Tavahî sûc û binpêkirinên ku derheqê gel û siyasetmedarên Kurd de tên kirin, bi bêdengiya navnetewî ev yek pêktê.

Vê carê banga me ji Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirovan re ew e ku bi lez tevbigere û li pêşiya van binpêkirinan bigre û dadgeh bike, hêjayî bîranînê ye ku dadgeha Ewropa berê jî dabû eşkerekirin ku divê Sellahdîn Demîrtaş serbest were berdan ji ber wî tu sûcên cezayî nekirine. Her wiha bangawaziya me ji tavahî parêzerên Kurdistanê yên ku daxwaza azadiyê dikin re heye ku piştgirî û destekdayînê bidin siyasetmedarên Kurd yên ku îro cezayên ne hiqûqî derheqê wan de tê standin”.

Encamnameya Panêlê

1-Belgekirina hemû binpêkirinên dewleta Tirk ji aliyê komîteyên mafên mirovan ve û ragihandina wan ji saziyên peywendîdar re.

2-Daxwaz ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku dewleta Tirk weke endamê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê mecbûr bike li gorî biryar û pêkanînên wê tev bigere.

3-Geleke ku Konseya Ewropayê erka xwe bi cih bîne û bi zextên li ser dewleta Tirk ji bo rawestandina binpêkirinan weke endamekî Konseya Ewropayê.

4-Bilindkirina leza têkoşîna gel a li cîhanê ji bo azadiya girtiyan.

5-Daxwaz ji parêzer û hiqûqnasên kurd li Tirkiyê dikin ku rê bidin welatiyên sivîl ji operasyonên dawî yên artêşa Tirkiyê ku giliyên xwe pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. bikin

6-Banga li darxistina panêlek diyaloga yasayî derbarê biryarên dawî yên dadgeha Tirkiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vexwendina parêzer û hiqûqnasên derve ji bo beşdarbûna sempozyûmê û beşdarbûna wê.

Post Views: 93
ShareTweetPin

Herî Dawî

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.