Rojnameya Ronahî

KNK`ê; nûnertiya çarenûsa mafê Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK`ê bi avakirina xwe re gelek kar û xebatên siyasî û dîplomasî ji bo gelê Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê da meşandin, di heman demê de KNK`ê nûnertiya çarenivîsa mafê Kurdistanê dike.

Piştî li Bakurê Kurdistan serhildanê destpêkir, zanebûna siyasî ya gel pêş ket û serhildanên Kurdan li cîhanê deng vedan pêwîstiya nûnertiyeke hevbeş ya neteweyî ya Kurd derket. Di salên 1990`î de Rêber Abdullah Ocalan bi gelek kesayetên li Başûrê Kurdistan re wekî Îbrahîm Ehmed, Mam Celal û pisporên siyaseta kurdî re civiya. Piştî ku Partiya Keda Gel (HEP) û Partiya Demokrat (DEP) li Bakurê Kurdistan hat  girtin çend parlementerên Kurd hatin Ewropa. Di heman demê de piştî ku êriş li ser parlamenterên Kurd li Enqerayê pêk hat, êdî diyar bû ku li gel parlemantoyên hêzên mêtînger û dagirker, Kurd nikarin xwe îfade bikin. Bi van rewşa re nêrînek derket ku Kurd parlementoyek derveyî welat ava bikin.

Avakirina KNK`ê di sala 1999`an de hat ragihandin

Di sala 1995`an de Parlementoya Kurdistanê li derveyî welat hate avakirin. Karê parlamento gelekî deng veda. Lê ji ber mijara Kurd bûbû navdewletî nêrîn hatin girtin ku kongre were çêkirin. Ev proje jî ya Rêber Abdullah Ocalan li gel siyasetmedar û pisporên Kurd bû. Di sala 1999`an de, li bajarê Amsterdam yê Holandayê bi beşdariya 789 kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê û siyasetmedarên derveyî welat kongre hat avakirin. Her wiha gelek mêvan, dostên Kurdan û nûnerên gelê Kurdistanê li hev kom bûn û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihandin.

Cara yekem bû nûnerên Kurdistanê  li hev kom dibin

Di kongreya KNK`ê de cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî ava dikirin. Di xebata yekîtiya neteweyî de, di vê astê de gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê de mînakeke weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrokek pîroz.

KNK`ê nûnertiya çarenûsa mafê Kurdistanê dike

Ev 25 sal li ser avabûna KNK`ê derbas dibe. KNK`ê ji dema avabûna xwe heya niha rolekê giring lîstiye ku li her cihê nûnertiya çarenûsa mafê kurdan bike. Ji ber wê jî di asta dîplomasî û siyasî de gelek karên berfireh kirine. Misyona KNK`ê ya herî girîng ew bû ku pîvanên hevbeş yên siyaseta Kurd derxîne pêş.

KNK`ê mîna dezgehekî neteweyî xebatên girîng pêk anîn

KNK`ê ji roja avabûnê ve xebata xwe ya pêkanîna peymana mezin a neteweyî û niştimanî dike. KNK`ê wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî gelek xebatên giring pêk anîn wek; Bîr û hizra yekîtîya navxweyî bilind kir. Diyaloga navxweyî xurt kir. Di warê dîplomasiya navxweyî û derve de gavên girîng avêtin. KNK`ê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistaniyan da hêmanekê pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNK`ê, bû şêwereke neteweyî û niştimanî. Di warê têkiliyên navxweyî de hiqûqek hate temînkirin.

Ji bo ku li Kurdistanê partiyên siyasî ne tenê di çarçoveya partîbûna xwe de bikaribin li gel partî û hêzên din jî peymanê çêbikin ku bi yek rengî daxwazên hevbeş di siyaseta navdewletî de derkevin pêş. Ji xwe zêdetir partiyên ku nûnertiya gel dikin di bin sîwana KNK`ê de ne. Goran, YNK, KCK, partiyên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistan di nav KNK`ê de cih digrin.

Hewldanên dewleta Tirk ji bo astengkirina xebatên KNK`ê

Li dijî KNK`ê tevgera dijiminatiya dewleta Tirk a dagirker nesekiniye, dewleta Tirk her tim ji gavên ku KNK’ê diavêtin ditirsiya. Hemû hewildanên wan ew bû ku li pêşiya kar û xebatên KNK`ê astengiyan derxîne. Lê encam negirt, ji ber KNK`ê rêxistineke tenê di aliyê yasayî de nîne, di aliyê rewabûna xwe de heye ku bi karê xwe re xwe îspat kir. Karê KNK`ê di asta cîhanê de girîng tê dîtin. Di heman demê de KNK`ê Ji bo serxistina şoreşa Kurdistanê her tim hewldanên xwe zêdetir dike û para KNK`ê di têkoşîna valaderxistina lîstokên dîplomatîk a dewleta Tirk di krîmînalîze kirina Kurdan di siyaseta navdewletî de heye. Ji ber yekrêziya hemû pêkhateyên Kurdistanê dikare li hemberî êrîşan bisekine