Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di serlêdanên partiyan de mijara sereke azadiya Rêber Apo ye’

26/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Di serlêdanên partiyan de mijara sereke azadiya Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berdevkê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzir diyar kir ku heya niha serdana bêtirî 20 partiyan hatiye kirin. Ferzende da zanîn ku armanca insiyatîfê rolpêdana partiyan di Pêngava Azadiya Rêber Apo de ye û wiha got: “Partî giranîbûnê didin azadiya Rêber Apo û serdanên ku tên kirin. ”

Di hemwextdarî pêngava Azadiya Rêber Apo ya qonaxa duyem de, Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi xebateke ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kir.

Serdana tevahiya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê armanca Insiyatîfa Sûrî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e, çi partiyên kurdî bin yan erebî yan xiristiyanî bin.

Hêjayî gotinê ye ku pêngava serdana partiyan tê domandin û heya niha Insiyatîfa Sûrî serdana zêdeyî 20 partiyên siyasî kiriye.

Her wiha têkildarî  serdanên Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo ji partiyên siyasî re û kar û xebata dema pêş ji bo azadiya Rêber Apo, berdevkê insiyatîfê, Ferzende Munzir ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Mebest me tevlîkirina partiyan di Pêngava Azadiya Rêbertî de ye’

Ferzende Munzir diyar kir ku armanca me bilindkirina asta beşdarbûna partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Pêngava Azadiya Rêber Apo de ye û wiha got: “ Wekî em dizanin îro pêngaveke mezin li ser asta cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo bi durşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî”di qonaxa duyem de bi rê ve diçe. Bi pêşveçûna vê pêngavê re jî me xwest xebatek bi vî rengî bikin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngavekê kiriye ku serdana partiyên herêmê dikin. Ev ne cara yekem e ku serdan bi partiyan re tên çêkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, lê belê cara 3’an e. Heya niha me serdana zêdetirî partiyan kirine, di nav van partiyan de hin partî hene ku li ser asta Sûriyê bi giştî ne. Armanc ji van serdanan jî ew e ku partiyên siyasî jî tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin. Her wiha em nas bikin ku çi planên wan di warê têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo de hene.

‘Pêşniyara partiyan; xurtkirina têkiliyan bi dewletên erebî re têkildarî azadiya Rêber Apo’

Munzir da zanîn ku partiyên siyasî yên ku em serdana wan dikin, diyalogê û pêşnyanran dikin ji bo azadiya Rêber Apo û wiha domand: “Di van serdanên ku em bi partiyên siyasî re çêdikin de, girêdayî felsefe, nêrîn û ramanên Rêber Apo ne. Her wiha di derbarê rola Rêbertî ji bo azadiya gelan û şêweyê sîstema netewa demokratîk de ye. Di heman demê de jî mijara binpêkirinên ku di derheqê Rêber Apo de li Îmraliyê tê kirin û şert, merc û cezayên ku li ser Rêbertî têne ferzkirin tê nîqaşkirin. Di asta sereke de jî bidawîkirina tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî tê nîqaşkirin. Li aliyekî din jî partiyên siyasî,  nêrîn û pêşinyarên xwe jî di derbarê azadiya Rêber Apo de dan. Ji van nêrîn û pêşnyaran rêkirina nameyan girêdayî mijara azadiya Rêbertî ji meclisên ereban weke Komkara Erebî. Hem jî partiyan tekez kir ku pêwîste azadiya Rêber Apo li ser asta Rojhilata Navîn were nîqaşkirin. Em dibînin ku partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê giraniyeke pir mezin didin azadiya Rêber Apo û serdanên ku girêdayî vê yekê pêktên. ”

‘Wê pêngaveke cîhanî taybet ji bo parêzeran were destpêkirin’

Berdevkê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzir dest nîşan kir ku wê parêzerên cîhanê  dest bi pêngaveke cîhanî di dema pêş de bikin û hin planên din jî di asta Rojhilata Navîna de wê werin kirin û wiha axivî: “Xebata ku wê di dema pêş de were kirin; komkirina partiyên  siyasî yên ku me serdana wan kiriye û diyarkirina encama serdanan bi riya daxuyaniyekê. Wê kar û xebata ku hatiye kirin û encamên serdanan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin. Her wiha em ê nameyan têkldarî tecrîda li ser Rêber Apo ji meclis û parlemanên gitşî yên Rojhilata Navîn re bişînin. Di heman demê de jî em hewldaneke mezin bikin ku çalakiyên mezin û konfransan jî li dewletên Rojhilata Navîn li dar bixin. Li aliyekî din jî ger derfet çêbibe wê encamên pêngava îmzeyan jî bi şande û aliyê diplomasî ji Meclisa Yekîtiya Ewropa û hemû rêxistinên cîhanî. Her wiha wê pêngaveke cîhanî bi taybet ji bo parêzeran were destpêkirin. Wê parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û tevahiya parêzerên cîhanê îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo bidin û kom bikin  ji dadweriya Tirkiyê re bişînin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin
CîHAN

Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin

07/06/2026
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
CîHAN

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.