Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi rihekî hevbeş derdora xwe pak bikin’

25/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi rihekî hevbeş derdora xwe pak bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk li bajarê Qamişlo bi silogana ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ dest bi pêngava paqijkirina taxên Qamişlo kir.

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk li çerxerêya Xelîc a li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo dest bi pêngava paqijkirinê kir. Ev pêngav bi insyatîfeke şexsî ku ji aliyê endama Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Cûdî Ibrahîm di derbarê paqijkirina kolan ve hatibû pêşinyarkirin, hatibû erêkirin.

Pêngava ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ wê ji 25 Gulanê heta 15`ê Îlona 2024`an berdewam bike. Herwiha li gorî bernameyê pêngavê ku wê di heftiyê de 2 rojan paqijkirina kolanê Qamişlo bê kirin, roja Şemî û Duşem yê. Paqijkirina roja yekem ji Navena Kongra Îslama Demokratîk ve hat destpêkirin û li çarxerya Xelîc bidawî bû.

Di roja yekemîn ya pêngava ‘Jingeha me pêşîniya me ye’ de Rêxistina Stêrk ya Zarokan, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Heyva Sor a Kurd tevlî bûn. Hin çapxane jî bi çêkirina biroşoran bi zimanê erebî, kurdî, ingilîzî û siryanî jî bi Meclisa Jinan a Kongra Îsalama Demokratîk re bibûn alîkar. Di çarçoveya vê pêngavê de wê hemahengî bi Komînên taxan re jî bê kirin. Armanca sereke ji vê pêngavê ew e ku paqijîya bajar ne tenê erkê Şaredariyê ye, di heman demê de erkeke ku dikeve ser mile hemû welatiyan.

Derbarê pêngava ‘Jingeha me pêşîniya me ye, endama Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Cûdî Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Cûdî Ibrahîm diyar kir ku wê bi insyatîveke şexsî ev pêngav pêşinyar kir û wiha got: “Min xwest bi riya vê pêngavê çanda paqijyê belavî civakê bikim, lewra piştî erêkirina vê pêşniyarê hemehengiya gelek saziyan bi me re hat kirin, ji bilî Şaredarî û Heyva Sor a Kurd, Rêveberiya Tenduristiyê jî bi dana lepik û maskan bi me re bûn alîkar. Ya girîng ji tevlîbûna Rêxistina Stêrk a Zarokan jî, ew bû ku zarok ji zaroktî ve fêrî çanda paqijkirinê bibin. Ji xwe di nemêja Înê de axaftin li ser çanda pajiyê hatibû kirin, di vê çarçoveyê de wê ji 1`ê Poşberê heta 1`ê Îlonê di heftiyê carekê  perwerde ji zarokan re li ser paqijiyê bê dayîn.”

‘Bi rihekî hevbeş derdora xwe bedew bikin’

Cûdî Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêngav wê tax bi tax bê birêvebirin. Armanca me ya sereke ji vê pêngavê belavkirina çanda paqijiyê, her kes derdora xwe paqij bikin, da ku rihekî vê çandê di nava her mirovekî de bê avakirin, bi rengê hevbeşî, lewra ji bo xurtkirina vî rihî hin kesên ji ragihandin û bijîşkan jî tevlîbûn pênava me bûn, hin Kampanî jî bi me re bûn alîkar. Û piştî bidawîbûna bajarê Qamişlo wê ev pêngav li kantona Cizîrê, di heman demê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin. Dema encam bê girtin wê pirojeyeke din bê danîn û komxebatek jî bi alîkariya desteya ekolojîk bê lidarxistin.”

Post Views: 149
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.