Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşên Dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê û Şehbayê yên meha Gulanê

25/05/2024
in NÛÇE
A A
Êrîşên Dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê û Şehbayê yên meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

 Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gelê Efrînê bê navber dewam dike, koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê rojane têne hedefgirtin. Di meha Gulanê de herêma Şehbayê bi çek û balafirên bê mirov hate topbarankirin û di encama wê de gelek welatî  şehîd û birîndar bûn.

Siyaseta faşîzma Tirkiyê ya tunekirina gelê Kurd bi hovîtiyeke gelek mezin tê domandin. Bi taybet êrîşên hovane li Hermên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber pêk tîne. Her çiqas armanca dagirkeriya Tirkiyê talankirin, tunekirin û dagirkirin be jî lê bi pêkanîna van êrîşan faşîzma Tirkiyê ne li hember Gerîlayên azadiyê di Herêmên Parastinê yên Medyayê de û ne jî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gihşt tu encaman. Li hember van êrîşan têkoşîneke bê hempa tê meşandin û di hemû aliyan de bersivên giran tên dayîn.

Herêma Şehbayê ya ku bi koçberên Efrînê tê naskirin. Di qonaxa duyemîn ji berxwedana Serdemê, gelê Efrînê bi hêza xwe ya berxwedan û têkoşînê ji 6 salan ve li hember hemû pilan û siyasetên dijmin li ber xwe dide.

Dagirkeriya Tirk piştî dagirkirina herêma Efrînê ji 6 salan ve gelê koçber û şêniyên Şehbayê dike hedef. Bi tavahî teknîka xwe ya pêşketî û balafiran herêmê topbaran dike. Di encama van êrêşan de bi dehan komkûjî li dijî  zarok û xelkên herêmê pêk anî.

Rûxmî ku hemû êrîşên dagirkeriyê li hember cavê cîhanê tên pêk anîn, her wiha tavahî êrîş û encamên êrîşan tên belgekirin û belavkirin. Lê raya giştî li hember van sûcan bê deng dimîne û dewleta Tirk ya dagirker weke dagirkerî û sûcdar nagirin dest. Ev yek rê li pêşiya dagirleriya Tikr vedike ku vê yekê berdewam bike.

Ji destpêka meha Gulanê ve artêşa Tirk û komên çeteyan bi giranî gundewarên Efrînê û herêma Şehbayê topbaran dike. Di van topbaran de zarok hatin şehîd xistin û birîndar çêbûn, her wiha zeviyên welatiyan hatin şewitandin.

Li gorî belgekirina Ragihandina Leşkerî bîlancoya êrîşên dagirkeriyê di meha Gulanê de li ser tavahî herêmê wiha bû.

dagirkeriya tirkiyê û komên çeteyan bi giştî 30 gundên herêmê kirin armanc.

Bîlancoya giştî ya topan wiha bû: Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hezar û 193 guleyên obîsan, 153 guleyên hawn, 20 guleyên tangan, 130 guleyên çekên qedexekirî, 30 guleyên topên Girad , 30 guleyên topên SPG, 5 guleyên Isbecîno û 6 caran bi balafirên bêmirov herêm kir armanc.

-Di 1’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi balafirên keşfê gundê Şawargahê hedef girt û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

-Di 5’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker maleke sivîlan a li gundê Tanabê hedef girt û di encamê de tenê ziyanên madî hebûn.

-Di 12’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Maranazê bi balafirên keşfê hedef girt û ziyan tenê madî bû.

-Di 14’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Muşeirfa hedef girt û di encamê de zerar li zeviyên cotyaran ên gundê Taana şewitîn û di encamê de 5 hektar genimê welatiyê bi navê Ebdulhadî El-Tayeb yê ji gundê Taana.

-Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov noqteyeke hêzên hikûmeta Şamê hedef girt û ziyan tenê madî bû.

-Di 16’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Maranazê bi balafirên keşfê hedef girt û ziyan tenê madî bû.

-Di 18’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Semûqayê hedef girt û di encamê de 3 zarok birîndar bûn û zarokekî din jî yê bi navê (Ferês Xelef Îbrahîm 13 salî) jiyana xwe ji dest da.

-Di 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker Bendava Şehba kir hedef û di encamê de leşkerekî girêdayî artêşa Şamê yê bi navê Beşar Cebûra (36) birîndar bû.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.