Rojnameya Ronahî

‘PDK’ê ji dengê rastiyê ditirse’

Argêş Gewda/Qamişlo

Rojnamevanên Ajansa Mezopotamiyayê diyar kirin ku PDK’ê bûye partiyeke ku li herêmê xizmeta berjewndiyên dewleta Tirk û dijminatiya gelê Kurd dike, herwiha ji dengê rastiyê ditrse û rojamevanên azad dike armanc.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojava û çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê hêzên PDK’ê ew revand û heta niha ti agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye revandin.

Derbarê mijarê rojnamevanên ajansa Mezopotamiyayê Delal Akyüz û Firat Can Arslan rojnameye mera axivîn

‘Ev revandin bi destê MÎT û Parastinê  hatiye kirin’

Firat Can Arslan diyar kir ku yek ji çekên herî mezin ên faşîzmê siyaseta manîpulasyonê ye û wiha got: “Rejîmên otorîter ji bo ku  desthilatiya xwe di nav civakê de xurt bikin serî li manîpulasyonê didin.  Amûra herî bingehîn a vê hewldanê propaganda û çapemenî ye.  Hikûmetên ku torên xwe yên medyayê ava dikin, ji ber vê yekê li dijî kesên ku rojnamegeriya rast dikin û pirsgirêkên civakê vedibêjin şer îlan dikin. Ew li dijî rastiyê, ku tirsa wî ya herî mezin e, şer îlan dike. Li Tirkiyeyê her roj êrîşên li dijî Çapemeniya Azad dewam dikin. Her roj hevalên me tên binçavkirin û girtin. Sedema bingehîn jî nûçeyên wan ên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a ku pirsgirêka herî kûr a Komarê ye û ev 100 sal in dewam dike û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Arslan da xuyakirin ku PDK`ya  ku bûye kirasê desthilatdariya AKP-MHP’ê, ji feraseta demokrat a li ser navê xwe dûr e û wiha berdewam kir: “PDK’ê bûye partiyeke ku li herêmê xizmeta feraseta neo-osmanîst a Tirkiyeyê dike û ji bo vê jî dijminatiya gelê xwe, gelê Kurd dike.  Li hemberî têkoşîna azadiya Kurd, veguheriye şanderê projeyên mezinkirina faşîst a Tirkiyê ye.  PDK’ê rêbazek rêveberiyê pejirand ku zagona dijminatiyê li gelê xwe yê ku mîna wê nafikire, dike.  Li gorî qanûnê ti erkên xwe bi cih nayîne.  Hevalê me yê rojnameger Silêman Ehmet ji 25’ê Cotmeha 2023’an di destê PDK’ê de dîl tê girtin.  Dadgehek jî nebû, wek dîle ke şer nêzîkatî lê tê kirin.  Em jî nizanin ew di çi rewşê de ye.  Ev rewş li dijî mafên mirovan û wijdanê ye.  Kuştin û girtina rojnamegerên Kurd ji ber pêkanînên PDK’ê normal bûye.  Li Başûrê Kurdistanê jî mîna li Tirkiyeyê bêhejmar êrîş li dijî rojnamegeran tên kirin.  Ji bo berjewendiyên mezin ên Tirkiyeyê, û ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk, hem civakê û hem jî rojnamevanan bêdeng dike.”

Ji destdana Silêman Ehmed wê ji bo PDK û Mesrûr Barzanî bibe lekeyek reş yê dîrokê.  Weke hevalên me yên ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin, Serdeşt, Osman, Vedat Hisên a.

Arslandi dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Sedema van polîtîkayên PDK’ê  bêdengkirina dengê her kesê ku li dijî daxwazên wan ên qirêj radiweste û rastiyê diqîre ye.  PDK ji çapemeniya azad ditirse.  Mîna hikûmeta AKP û MHP’ê ye. Li gorî daneyên Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran a Metro Center (MCJR) li Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2023’an de 249 binpêkirin li dijî rojnamegeran pêk hatiye.  Tenê di sala 2023’an de 37 rojnameger hatin binçavkirin.  Ev êrîşên li ser rojnamegeran ne tenê pirsgirêka rojnamegeran e, pirsgirêka hemû civakê ye.  Bingeha astengkirina mafê gel a wergirtina agahiyan di plana rizîna civakî û gendeliyê de ye.  Ji bo vê jî li dijî her êrîşa li dijî rojnameger û Çapemeniya Azad bi taybetî di kesayetê Silêman Ehmed de têkoşîneke berxwedanê ya civakî pêwîst e.  Bi vê boneyê em bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan dikin ku hevgirtinê nîşan bidin û erka xwe pêk bînin. Silêman Ehmed rojnamevan e û divê destûr bê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêkbîne û di zûtirîn dem de were berdan.”

‘Zexta KDP ser Silêman Ehmed dimeşîne, Bakurê Kurdistanê AKP didomîne’

Di heman çarçoveyê de Delal Akyüz da zanîn ku salên dawî de herî zêde armancên zextên li ser çapemeniyê, li ser xebatkarên çapemeniya azad in û wiha got: “Em li Tirkiyeyê di bin zext, binçavkirin û gefa girtinê de pîşeya xwe didomînin.  Lê di nûçeyên ku ji herêma Basûre ya Kurdistanê tên, ev zêdetirî 8 mehin çarenivîsa Silêman Ehmed nayê zanîn.  Lê mixabin derheqê vê mijarê de di alîyê PDK`ê ve ti daxuyanîyên fermî ne hatîye dayin.  Xebatkarên çapemeniya azad her tim tînên ser ziman ku hêzên desthiladar zext dikin dibêjin gor me bi meşin em vê tiştê pêk nayînin. Xebatkarê çapemeniya azad jî lêgerîna heqîqetê ne.  Erê, dibe ku serdestan ji tiştên ku hatine nivîsandin hez nekin.  Lê ev nayê wê wateyê ku mirov tenê ji ber nûçe dinivîse bi mehan mirovan îzole bike.”

Delal Akyuz wiha axaftina xwe qedand: “Em ji roja destpêkê ve pêvajoya derbarê Silêman Ehmed de dişopînin.  Tevî ku di vê mijarê de gelek çalakî, bûyer, daxuyanî û bang hatin kirin jî, rêveberiya PDK’ê ti daxuyanî neda.  Ev rewş binpêkirinên giran ên mafên mirovan bi xwe re tîne.  Weke xebatkarên çapemeniyê ku di bin şert û mercên dijwar de pîşeya xwe didomînin, em rast nabînin ku xebatkarekî çapemeniyê bi vî rengî tecrîd bikin.  Divê PDK di demildest dev ji vê helwesta xwe berde.  Em bang dikin ku tecrîda li ser Ehmed rake hevpîşeyê me dîsa wek berê pey lêgerîna azadîyê bigere û bizivire ser erka xwe li gel malbat û xizmên xwe.”