Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5`mîn Kongra Yekîtiya Jinên Suriyanî hat li dar xistin

25/05/2024
in Uncategorized
A A
5`mîn Kongra Yekîtiya Jinên Suriyanî hat li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi dirûşmeya ‘Jin Hêza Guhertinê ye Ji Bo Jiyaneke Demokirat û Azad’ 5`mîn Kongra Yekîtiya Jinên Suryan, li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

Di 25`ê Gulanê de kongra Yekîtiya Jinên Suriyan ya 5`emîn, bi dirûşmeya “Jin Hêza Guhertinê ye Ji Bo Jiyaneke Demokiratîk û Azad”, bi beşdariya delege û endamên Yekîtiya Jinên Suryanî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.  Armanca kongrê nîqaşkirina kar û xebatên ku di nava salekê de hatin kirin, binerxînin.

Di kongirê de nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl tevî endamên Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Komîteya Jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de amade bûn.

 

Di destpêka kongirê de deqeyek rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan hat rawistandin, piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Suryan Elham Matlî axivî  û di axaftina xwe de behsa rewşa Sûriyê bigiştî, alozî û şerê ku bûye sedema kuştina bi sedan jinan û wiha domand: “Jinan di nava van şert û mercan de karîbûn demokrasç û azadiyê ava bikin, herwiha jinên Suryanî ji bo xwe bigihînin astekî pêşketî ku nasnameya xwe raxin ber çavan, xebitîn. Me soz da ku em ê hemû destketiyan biparêzin, têkoşîna li dijî neheqiyê bidomînin, em hemû bi hêvî ne ku biryarên kongrê bigihêjin hêviya xwe û gihandina hêza jina Suryanî.”

Di heman demê de li ser navê Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo kongra 5`mîn li jinan pîroz kir û wiha got: “Lidarxistina kongra 5’mîn di nava şert û mercên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, bi serê xwe serkeftine.”

Her wiha pîrozbahiyê ji aliyê sazî û desteyên jinan ve hatin xwendin. Paşî bi rêya rapora vîdeoyî ji aliyê jinên Meclîsa Beys Nehrîn ve axaftinek hat kirin. Di heman demê de sinefiziyon li ser kar û xebatên ên Yekîtiya Jinên Suryanî di nava salekê de, hat pêşkêşkirin.

Piştî vê yekê xwendina xebatên Yekîtiyê yên di nava sala borî de, nîqaşkirina rêziknameya ji bo erêkirinê û hilbijartina serokatiya Meclîsa Federasyonê, pêk hat.

Di dawiyê de deriyê ji bo tevlîbûne endaman di nava Meclîsê de hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku kongra yekemîn di 20`ê Gulana 2013’an de hate lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.