Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo çawa behsa girîngiya ziman dike?

22/05/2024
in Uncategorized
A A
Rêber Apo çawa behsa girîngiya ziman dike?
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêber Apo di nirxandinek xwe ya li ser Zimanê Zikmakî de dibêje; “Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe.”

Di sala 1932’an de di vê rojê de jimara yekem a Kovara Hewar bi destê Celladet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyeyê Şamê hate derxistin. Di 15’ê Gulana 1954’an de li Hewlêrê jimara yekem a Kovara Hetaw hate derxistin. Her wiha di sala 1963’an de jimara yekem a Kovara Roja Nû li Stenbolê hate derxistin. Ji ber vê yekê roja 15’ê Gulanê di nava Kurdan de weke Roja Zimanê Kurdî tê destgirtin.

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ziman balê dikişîne ser xwe. Rêber Apo di pirtûka parastinê ya 5’emîn a “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî De)”, balê dikişîne ser rol û rista ziman û pêşketina mirov.

Rêber Apo di Beşa Yekemîn a sernavê ‘Çarçoveya Têgînî û Teorîk’ de li ser xala Ziman radewiste.  Rêber Apo di vê xalê de li ser têkiliya ziman û çandê nirxandinê dike û wiha dibêje: “Têgîna ziman têkiliyek xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin.”

Rêber Apo pênaseya ziman jî dike û wiha tîne ser ziman: “Ziman danheva civakî ya zihniyet, exlaq, hîs û fikra estetîke ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zihnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê.”

Rêber Apo li ser têkiliya pêşketina ziman û civakê jî radiweste û wiha berdewam dike: “Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a watedar ya zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin madeya xam a bikaranînê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ziman herî dawî dibêje: “Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê madî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.