Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hev re ji bo xizmetên baştir

22/05/2024
in Uncategorized
A A
Bi hev re ji bo xizmetên baştir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Lîsteya partiyên di hevbendiyê de “Bi hev re ji bo xizmetên baştir” ku di nav de Partiya Kesk a Demokrat Tevgera nûjen a Kurdistanî, Partiya çepa demokrat a kurd li Sûriyê, Yekîtiya kedkarên Kurdistanê, Partiya biratiya Kurdistanî pêk tên, daxuyaniyek nivîskî dan.

Li pêşiya Ofîsa Partiya Kesk a Demokratî lîsteya partiyên di hevbendiyê de ku di nav de Partiya Kesk a Demokrat Tevgera nûjen a Kurdistanî, Partiya çepa demokrat a kurd li Sûriyê, Yekîtiya kedkarên Kurdistanê, Partiya biratiya Kurdistanî pêk tên da ku “Bi hev re ji bo xizmetên baştir”daxuyaniyek nivîskî bi zimanê erebî û kurdî dan. Daxuyanî bi zimanê kurd ji aliyê Berdevka Ofîsa Jinan a Partiya Kesk a Demokrat Delal Haşimî û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Mezher Hemîka hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Gel û miletê me yê berxwedêr, Projeya Rêveberiya Xweser a Damokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê projeyeke damokratîk e ku mafê hemû pêkhateyên herêmê bi rengekî wekhev digre dest. Ev tecrubeya damokratîk a herî mînak e di herêmê de ku bi xwîna hezarên şehîdên herêmê hatiye avdan. Ew jî bi saya Hêzên Sûriya Damokratîk ku şerekî bêhempa li dijî terolîstan da meşand û herêm rizgar kirin.”

‘Ji bo hilbijartina derfetên piralî hatin dan’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevî ku herêm di şert û mercên hestiyar re derbas dibe jî, lê Rêveberiya Xweser tekez dike ku wefedarê pirensîbên xwe yê damokratîk e ku tê de nêrînên gel tên girtin û li gorî wê Komseriya  Bilind a Hilbijartinan, pêkanîna hilbijartinên şaredariyan di 11/6/2024 an de ragihand û deriyên (bernemzetiyê) ji bo kesayet û hêzên siyasî vekir û derfetên hilbejartinên piralî hatin dan.”

‘Xizmeteke baştir ji bo welatiyan pêşkêş bikin’

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Em weke partiyên siyasî me liv û tevgereke siyasî û kedeke berbiçav da, ji bo ku em bighêjin hevgirtineke hilbijêrî  di encamê de em pênc partî bûn yek û bi yek em ê lîsteya hilbijartinan bi rêve bibin û bernmezetan ji bo hem meclis hem jî hevserokatiya şarîdariyan pêşkêş bikin, da ku em karibin xizmeteke baştir ji bo welatiyan pêşkêş bikin; ew jî bi riya çalakkirina komîte û saziyên şaredariyên ku hene û hem jî çavdêrî û şopandina karê wan û hesabxwestin ji kesê ku kêmasiyan di karê xwe de dikin bikin.” Sembola lîsta partiyan li gorî armanc û programên wan wiha ye: ” Bi hev re ji bo xizmetên baştir”

1-Avakirina beşekê ji bo giliyên gel û şopandina wan giliyan.

2-Dabînkirina ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê.

3- Çalakkirina komîte û saziyên girîng di şaredariyê de. Di heman demê de, rakirina xemsariyê ji laşê komîte û saziyan.

4- Aktîfkirina sazî û komîteyên sereke di nava şaredariyê de.

5- Şopandina demjimêrên vêxistina jenetorên elektrîkê û dayîna şert û mercên ji bona ku hawîrdor paqij bimîne.

6- Cihên taybet ji bo kirîn û ajalan bê dîtin û xizmet ji bo wan werin pêşkêşkirin.

7- Ji bo paqijiya cihên serjêkirina ajalan kar bê kirin.

8- Çavdêriya nirxan û asayên parastinê bên çalakkirin.

9- Rawestgeha turmbêlên veguhestina hundirîn bên peydakirin û xizmetkirin.

10- Riyên heyî bên qîrkirin û rast bibin.

11- Li paqijiya bajaran miqate bin û pêdiviyên wan bên misogerkirin.

12-Ji bo derçûna avê ya saxlem bi rengekî baş kar bê kirin.

13- Qedexekirina çandiniyê bi ava qirêj.

14- Îstgehên li hev vegerandina avê bên avakirin.

15- Kar ji bo estetîka bajêr û paqijiya wê bên kirin.

16- Avakirina gulîstanên mezin ji derveyî bajêr û yên biçûk li Nava bajêr.

17- Daran li ser riyan biçînin û li wan miqate bin.

18- Daran li keviyên riyên di navbera bajaran de biçînin.

19- Bazarên firotina zebze û fêkî bên paqijkirin û xizmet ji wan re bê pêşkêşkirin.

20- Em bibin alîkar ji bo projeyên ku gel pêşkêş bike.

21- Herêmên destkariyê bên avakirin.

22- Çalakirina asayên ku xizmeta niştechan dikin û bikevin xizmeta wan.

23- Her sê mihan civîn ji gel re werin çêkirin û tê de kar û barên şaredariyan bên guftûgokirin û pêşinyarên hene bên girtin û cih bên

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.