Birûc Resûl/Qamişlo
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Cemal Çeçan diyar kir ku ew ê vê berxwedanê li tevahî cîhanê zêdetir berfireh bikin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be ew ê bikin û got, “Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û ji bo tevahiya pirsgirêkan çareseriye.”
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava bi duruşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirkê kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cîhanê berfireh bû û belav bû. Her wiha qonaxa duyem a pêngavê jî di 1’ê Adarê de dest pê kir. Di çarçoveya pêngavê de bi çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 21’ê Adarê Newrozê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Piştre jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Cemal Çeçan ji Rojnemeya me axivî û wiha got: “Kî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dixwîne, bandorê lê dike û li gorî jiyana xwe nasdike. Ji ber vê yekê li seranserî Ewropayê dengek bilind bû. Gelek akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas û kesên ku berê endamên CPT bûn beşdarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê de bûn.”
‘Ev şer 50 sal in didome’
Cemal Çeçan da zanîn ku ne tenê kurd daxwaze azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, êdî tevahî gelê blindest daxwaze azadiya wî dikin û wiha got: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya gelên herêmê bandor kiriye. Dewletên dagirker dixwazin me bêdeng bikin. Lê em vê qebûl nekin. Ger tecrîd neyê rakirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê berxwedan li girtîgehan mezin bibe. Em ê vê berxwedanê li tevahî cîhanê jî berfireh bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin. Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye. Ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Divê hemû cîhan vê yekê bibînin. Ev şer 50 sal in didome. Heya niha tu kes xwe berpisiyar nedîtiya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bîne, ji ber ku hemû dewlet dizanin ku wê pirsgirêka kurd çareser bibe û bi riya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan her kesê bindest û bêmaf maye wê azad û rizgar bibe. Lê dewletên dagirker vê yekê nakin. Ji ber ku ji paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ditirsin.”
‘Pêngav encama hêza paradîgmaya Rêber Apo ye’
Cemal di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Ez her kesên ku beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bûne, ku di 10’ê Cotmeha 2024`an li seranserê cîhanê li zêdeyî 100 welatan hate destpêkirin, her kesên ked dane, bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiyane, bi rêzdarî û hurmetî silav dikim. Têkoşîna wan pîroz dikim. Destpêkirina vê pêngavê, encama têkoşîna Rêber Apo ye ku 50 sal in bê navber raber dike. Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê kedeke mezin da. 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Bi taybetî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tecrîd ewqas hat girankirin ku bi ti rengî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ez vê berxwedana bi wate ya Rêber Apo silav dikim, hezkirin û rêzdariyên xwe radigihînim. Bi kampanyaya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin re, gelên bindest, gelên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, jin û tevgerên ekolojîk azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ev hêza paradîgmaya Rêber Apo nîşan dide.”
Cemal da zanîn ku sedema girankirina tecrîdê ew e ku Rêber Apo ji xeta sêyemîn gav bi paşve neavêtin. Ji ber van rastiyan dest bi pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ hat kirin. Bawer im ku wê salvegera komployê ya 26’emîn tu sedem nemîne ku Rêber Apo li Îmraliyê bê ragirtin û ev kampanya bigihîje armanca xwe. Heta ku encam bi dest bikeve her kesê tevlî vê kampanyayê bûye, divê tê bikoşe. Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe bawer im ku wê tê bikoşin.”
‘Çareseriya pirsgirêkên siyasî di fikir û fesefeya Rêber Apo de ye’
Cemal Çeçan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî nivîskar û rewşenbîr heya astekî baş ji pareznemeyên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkên wî hatine xwendin, her wiha di pareznameya Rêber Apo ya 5`e mîn de, mirov xwe nasdike, jiyanê nasdike û hişmendiya wan tê vekirin û ji wê bergala dagirker xilas dibe. Hewledanên me hene ku hîn zêdetir em pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û em wî fêm bikin, wek tê zanîn ku niha tevahî civak li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tevdigerin, êdî felsefaya wî li tevahî cîhanê belav buye, ji ber vê yekê êdî her kes daxwaze azadiya Rêber Apo a fîzîkî dikin, ji ber ku dizanin çareseriya pirsgirêkên siyasî di fikir û fesefeya wê de ye.”