Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Li hember tecrîdê wê Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bibe rêbazê jiyanê`

21/05/2024
in NÛÇE
A A
`Li hember tecrîdê wê Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bibe rêbazê jiyanê`
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya `Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî` Kongira Star û jinên Meclîsa Malbatên Şehîdan li kantona Efrîn û Şehbayê çalakiya konê îdeolojîk û piştgiriya pêngava têkbirina tecrîda li ser Rêber Apo birêxistin kirin. Berdevka Kongra Star Rîhan Elo diyar kir ku xwedîderketina li felsefeya Rêber Apo erka jinên serdemê ye.

Bi hemdemiya ferizkirina cezayên nû ji aliyê faşîzma Tirkiyê li ser Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê di nava çalakiyan de ne da ku ev tecrîda mutleq li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk were. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo navenda tavahî xebatan e. Kongira Star û jinên Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kantona Efrîn û Şehbayê, çalakiya konvedanê ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya `Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî` li dar xistin.

Têkildarî çalakiya ku 3 rojan li Parka 4’ê Nîsanê li Navçeya Ehdas hatiye lidarxistin  berdevka Kongra Star ya Kantona Efrîn û Şehabyê Rîhan Elo ji rojnameya me re axivî.

Rîhan destnîşan kir ku armanc ji çalakiyê balkişandina raya giştî li ser tecrîda li ser Rêber Apo ye û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê bi polîtîke û kîna xwe ya hezar salan her roj siyaseta girankirina tecrîdê li li ser Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de girantir dike. Bi ferizkirina cezayên disiplînê yê dawiyê re, careke din dixwaze îradeya gelê Kurd têk bibe. Faşîzma Tirkiyê di şexsê Rêber Apo de hemû gelê Kurd hedef digire û bi armanca têkbirina doza gelê Kurd roj bi roj tecrîdê girantir dike. Li hemberî polîtîkeyên dijmin yên ku li ser kesayeta Rêber Apo di girava Îmraliyê de tên pêkanîn, tavahî gelê Kurd û yên azadîxwaz di nava çalakiyên navnetewî û yên herêmî de ne. Li ser vê bingehê me jî xwest bi vê çalakiyê em bal bikşînin ser tecrîda ku li Îmaraliyê dibe û her wiha raya giştî li hember vê yekê weke her car bêdeng nemîne û bi erkên xwe rabe”

`Divê îdeolojiya Rêber Apo bibe rêbazê jiyanê`

Rîhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê îdeolojiya Rêber Apo bê belavkirin û wiha got: “Dijminên gelê Kurd û faşîzma Tirkiyê li hember destkeftiyên doza gelê Kurd û piştgiriya gelên azadîxweaz ji felsefeya serdemê ya Rêber Apo re, hemû pilan û hovîtiya xwe dixe meryetê. Li hember vê yekê divê îdeolojiya azadî û demokrasiyê li her derê bê belavkirin û bibe terzê jiyana civakê. Ev yek me xwest di vê çalakiyê de balê bikşînine. Ji lewra di her 3 rojên çalakiyê de analîz û perspektîvên Rêber Ocalan û semînerên girêdayî îdeolojiya Rêbertî hatin dayîn.”

`Wê çalakiyên me her berdewam bin`

Rîhanê wiha naveroka çalakiyê anî ziman: “Li ser esasên ku me anîne ziman de. rêze çalakiyên balkêş hatin orgenîze kirin. Tavahî sazî, rêxistin, partî, tevger û gelê herêmê beşdarî çalakiyê bûn. Di destpêkê de çalakî di roja bîranîna Şehadeta qehreman Heqî Qerar de hate destpê kirin, ji lewra di roja yekemîn de semîna yekemîn ji aliyê saziya Malbatên Şehîdan ve li ser Wateya Şehadetê hate dayîn. Di roja duyemîn de semîner li ser Rastiya Rêbertî her wiha li ser Çand û Exlaq ji aliyê Kevana Zêrîn ve hate dayîn. Di roja sêyemîn û ya dawiyê de semîne li ser Jin û Siyaset her wiha Şerê Gelê Şoreşgerî hatin dayîn. Bi parvekirina van semîneran me xwest em felsefe, îdeolojî û nirxandinên Rêber APO bidin nîşandan ku li ser esasê van rastî û analîzan emê bikaribin hemû pilanên dijmin û tecrîda feriz kirî têk bibin û azadiya Rêber APO misoger bikin. Wê ev nebe çalakiya me ya dawiyê di çarçoveya têkbirina Tcrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêbertî emê xebat û çalakiyên berfirehtir birêxistin bikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.