Reşo Mihemed/Qamişlo
Xebata Insiyatîfa Sûrî ji bo azadiya Rêber Apo ji bo serdana partiyan di roja 6’an de tê domandin. Îro jî Insiyatîfê serdana Partiya Guhartinê kir. Hevserolê Partiya Guhertin a Demukrat a Kurdistanî Kamîran Hisên diyar kir ku Partiya Guhertin jî xebata ji bo azadiya Rêber Apo dide meşandin û got: “Em piştgirên pêngava azadiya Rêber Apo ne û pêwîste tevahiya partiyên Siyasî û gelê kurd ji bo azadiya Rêbertî kar bikin.”
Di hemwextdarî pêngava Azadiya Rêber Apo de, Insiyatîfa Sûrî a ji bo azadiya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deset bi xebateke ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kir.
Ev xebat serdana partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî ye, çi partiyên kurdî bin yan erebî yan xiristiyan bin.
Hêjayî gotinê ye ku pêngava serdana partiyan di roja xwe ya 6’an de tê domandin û heya niha Insiyatîfa Sûrî serdana 19 partiyên siyasî kiriye.
Îro jî Însiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo serdana Partiya Guhertina Demukrat a Kurdistanî kir ku ev serdan jî ya 20’an bû.
Herwiha Partiya Guhertin, bi hevserokatî û endamên xew ve bi dilxweşî pêşwaziya Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo kir.
Di destpêkê de axaftin ji aliyê Insiyatîfê ve bû ku armanca serdanên ku bi pariyan re tên çêkirin, fikr û felsefeya Rêber Apo, giringiya geşbûna xebata siyasî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hwd hatin gotûbêjkirin.
‘Azadiya Rêber Apo dikeve ser milê me tevan’
Herwiha têkildarî heman mijarê jî hevserokê Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanî da zanîn ku Rêber Apo ji bo gelê kurd semboleke û ne kesayetekî normal e, azadiya wî dikeve ser milê me tevan û wiha got: “ Me weke partiya Guhertina Demokart a Kurdistanî ji bo azadiya Rêber Apo xebat da meşandin. Serdanên ku hûn bi partiyan re dikin xebateke bi nirx e. Xebata ku Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo dike em jî wê xebatê dimeşînin. Me ji bo azadiya Rêber Apo name ji CPT, saziyên parastina mafên mirova, Bijîşkên Sînornenas, Neteweyên Yekbûyî û hwd… re şandin. Xebata me di derbarê azadiya Rêbertî hîn berdewam e. Tişta ku pêwîste di dema heyî de were kirin ew e ku name ji bo dewletên erebî û Komkara Erebî re têkildarî mijara azadiya Rêber Apo werin rêkirin û têkiliyên xurt bi wan re çêbibin. Da ku azadiya Rêber Ocalan pêk were û hîn xebat geştir bibe pêwîstî bi yekdengiyek ji bo azadiya Rêber Apo pêk were û têkoşîneke bilindtir çêbibe. Lewma jî em jî wek partiya Guhertin piştgirên pêngava azadiya Rêber Apo ne û pêwîste partiyên siyasî jî û tevahiya gelê kurd cihê xwe di vê pêngavê de bigire. ”
Di dawiyê de jî Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo spasiya Partiya Guhertin kir ji bo pêwşwazîkirin û xebatan wan a di derbarê azadiya Rêber Ocelan de






