Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2`emîn Festîvala Buharê ya Xwendekaran bi dawî bû

19/05/2024
in Uncategorized
A A
2`emîn Festîvala Buharê ya Xwendekaran bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

2`emîn Festîvala Buharê ya Xwendekaran ku li avahiya Zanîngeha Rojava di 18`ê Gulanê de hatibû lidarxistin û 2 rojan dewam kir bidawî bû.

Di 18`ê Gulanê de Zanîngeha Rojava 2`emîn Festîvala Buharê ya Xwendekaran li dar xistibû, armanca sereke ji Festîvala Buharê ya Xwendekaran ew e ku çand û bîranînek xweş di nava xwendekarên Zanîngehê de bimîne. Herwiha ji bilî ku bibe çandek di nava xwendekaran de, di heman demê de xwendekar ji rewşa ezmûn û xwendinê derkevin û rewşa tiştên xweş bi çalakiyên cûrbicûr yên festîvalê jiyan bikin. Lewra di 3`ê Gulana 2023`an de ji aliyê Zanîngeha Rojava yekemîn Festîvala Buharê hatibû lidarxistin.

Festîvala ku li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kiribû, piştre axaftina destpêkê ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Kar û Barên Xwendekarên Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed hatibû destpêkirin û axaftin wiha bû: “Zanîngeh tê naskirin bi cihê zanînê, lewra me xwest ji xwendekarên xwe re bidin diyarkirin ku di zanîngeh de ne tenê xwendinê bikin û herin malê, lê bîranîneke xweş bi xwendekaran re çê bikin”. Piştre ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên bi navê Fatima Xelîl, Nûr Mîrzo, Rolav Silo û Beşar Horo helbest hatibûn xwendin. Di heman demê de Festîval bi stranan dewam kir û xwendekar Kemal Cumaa, Aryane Khalo û Hêvîar Hamo çend stranên xwe pêşkêş kirinbûn. Her wiha Xwendekarên zanîngehê bi 3 koman beşdarî pêşbirka beşa pirsên giştî bûn, piştre çalakiyên beşa werzîşê ji aliyê xwendekaran ve hatin pêşkêşkirin.

Festîvala Roja yekem bi pêşandana xwarinên gelêrî yên 5 koman bi dawî bibû.

Di roja dawî ya Festîvalê de xelat li xwendekarên ku tevlî çalakiyan bibûn, herwiha qomîteyên amadekar û xwendekarên xewgehan hatin belavkirin.

Belavkirina xelatan ji tîmên werzîşê ve hat dest pê kirin. Ev xelat ji aliyê Zanîngeha Rojava li şanpiyona Footbolê hatin belavkirin.

Xwendekarên xelatên beşê sporê wergirtin:

– Xwendekarê xelata yekemîn a baştirîn lîstikvan wergirt Rênas Şêxê bû.

– Xwendekarê xelata 2`yem ji bo golarê dewriyê wergirt Arîn Hisên bû. Herwiha Peymangeha Rêveberî û Darayî jî xelata pileya duyem wergirtin.

– Xwendekarê xelata baştirîn lîstikvanê di warê sincî de wergirt. Alan Ato bû.

– Xelata pileya yekem a şanpiyonê lîgayê wergirt, Fakolteya Zanista Xwezayî bû.

Xwendekarên xelatên beşê hunerî wergirtin:

– Xwendekarê xelata pileya yekem di stranan de wergirt, stranbêjê ciwan Aryan Xelo bû.

– Xwendekarê xelata pileya 2`yem a stanbêjiyê wergirt, Hêvyar Hemo û Kemal Cumaa bûn.

– Xelata mûzkê Hêva Mihemed wergirt.

Xwendekarên Xelata helbestê wergirtin:

– Xwendekarê xelata pileya yekem di helbestê de wergirt, Beşar Horo bû.

– Xwendekarê xelata pileya 2`yem di helbestê de wergirt, Nûr Mîrzo bû. Di heman demê de xelat li xwendekarên ku beşdarî beşê helbestê bûn jî hatin belavkirin ew jî evin: Rolav Silo û Fatma Xelîl.

Xwendekarên xelat di beşa pêşbirka Sporê de wergirtin evin:

– Xwendekarên xelata yekem di pêşbirka sporê de wergirtin, Mehmûd Xelîl, Hemîd Reşo, Cemîl Horo û Ciwan Şahîn bûn. Herwiha xwendekarên ku beşdarî pêşbirkê jî bibûn xelat wergirtin.

Xwendekarên ku di pirs û bersivan de biserketin jî evin:

– Xwendekarên pileya yekem di pirs û bersivan de wergirtin, Mihemed Îsa, Siyamend El-Misto û Izeldîn Mistefa bûn.

Xwendekarên ku xelat di beşa xwarinê de wergirtin evin:

– Xwendekarên xelata yekem di beşa xwarinê de wergirtin, xwendekarên bi navê Jîn Ehmed, Xanim Ebod, Sûzan Remo, Ranya Remo, Mamya Yûsiv, Nûha Cangîr û Ahîn Xelîl bûn.

– Xwendekarên xelata pileya 2`yem di beşa xwarinê de wergirtin xwendekarên bi navê Qadir û Ebdo Îsa bû. Di heman demê de xwendekarên ku beşdarî pêşbirka xwarinê bûn jî xelat bidest xistin.

Xewgehên ku hatin xelatkirin jî evin:

Xewgeha Hemedaniyê, Xewgeha Rimêlan, Xwegeha Siryan, Xewgeha Sehara, Xewgeha Mesarif, Xewgeha Hîmo û Xewgeha Hesekê.

– Xelata ji bû danûstendina baş, xwendekarê bi navê Rawan, Şahîn, Hesen Heyder û Mihemed Osman wergirtin. Herwiha xelat paqijiyê jî Dilyar Omer, Aras Ismayîl û Mihemed Cumaa wergirtin.

Di berdewamiya belavkirina xelatan de xwendekarên beşa Dîrokê yên sala duyem tablêtek bi zimanê Sûmerî diyarî Zanîngeha Rojava kirin.

Di heman demê de qomîteya amedekar û mamosteyên ku Festîval li dar xistibûn jî hatin xelatkirin. Herî dawî pêşkêşvanê ku festîval bi rêve dibir Mamoste Delîl xelatek bidest xist.

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.