Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jîriyê Çêkirî: Ez pêşeroj im, Pêşgo û Rastgo

19/05/2024
in Uncategorized
A A
Jîriyê Çêkirî: Ez pêşeroj im, Pêşgo û Rastgo
Share on FacebookShare on Twitter

Jîriyê Çêkirî ku van salên dawî ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyana rojane ya mirovan dike, bû mijare romaneke Kurdî ya ji 3 bergan. Nivîskar Ehemdê Sedef pêşketina teknolojiyê bi zimanê romanê vegot.

Jîriyê Çêkirî (Artificial Intelligence) ku di jiyana mirovan de van salên dawî bûye xwedî cihekî girîng, di heman demê de bûye sedema tirs û fikaran ku bandoreke bi çi rengî li ser jiyana pêşerojê ya mirovan bike. Ev pêşketina teknolojiyê bû mijara romaneke Kurdî ya ji 3 bergan. Bergê destpêkê yê pirtûkê bi navê “Ez pêşeroj im’ hate weşandin.

Nivîskar berhema xwe bi rengekî xeyalî li ser pêşketina teknolojiya pêşerojê hûnandiye. Pêşketina teknolojiyê û cîgirtina robotan a di jiyana mirovan de û lêgerîna mirovan ji bo peydakirina jiyanê li gerestêrkeke din wê di pêşerojê de çawa bandoê li ser mirovan bike bi rengekî xeyalî hûnandiye û pêşkêşî xwendevanan kiriye.

Lehengên sereke yên nivîskar hemû robot in. Ew robot di nava hewldana avakirina dinyayeke bêşer û demokrat de ne.

Ew carinan xwendevan dibin beriya hezaran salan, carinan dibin çiyayên Kurdistanê û dikin şahidê 74 fermanên li ser Êzidiyan û carinan dibin pêşerojê û li gerestêrkekê de jiyaneke nû pêşberî wan dike. Nivîskar bergê destpêkê yê romana xwe diyarî keç, jin û zarokên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û yên hatine rizgarkirin, dike.

Berga duyemîn a romana zanistiya nûjen, civak, dîrok, çand, polîtîka û erdnîgariyê ya nivîskar Ehmedê Sedef bi navê “Pêşgo” hate weşandin.

Ji nav rûpelên vê pirtûkê, berxwedan, bawerî, hêvî, bibiryarî, dilsozî û rastiyek diweşe.

Nivîskar girîngiya jîriya çêkirî ya ji bo mirovahiyê jî bi dilgermiyeke mezin destnîşan dike. Bergê sêyemîn ê romana Jîriya Çêkirî ya nivîskar Ehmedê Sedef bi navê “Rastgo” hate weşandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.