Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sîyaseta koçberan ya Tirkiyê

19/05/2024
in Uncategorized
A A
Sîyaseta koçberan ya Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Dilşad

Bi destpêkirina serhildanê li Surîyê re dewleta Tirk hemû sînorên xwe ji hemwelatîyên Surîyê re vekirin. Bê guman ne ji bo ku gelê sivîl zerarê nebîne û neyê kuştin. Yanê bi armanceke mirovî bû,ew derî vekirina ji welatîyên Surî re. Yên ku dewleta Tirk dinasin,tiştekî wiha mirovî hêvî nake. Dewleta Tirk ji boyî ku ; 1-di sîyaseta hundirîn ya Surîyê de bibe xwedî gotin; 2-dewleta Surî 20 salan cih dabû Rêber APO ku ji wir de şoreşa Kurdistan’ê bi rêve bibe,ji boyî tola xwe ji Surîyê rake, 3-ser pirsgirêkên xwe yên hundirîn bigire,bala gelên li Tirkîyê dijîn neçe ser şerê li Kurdistan’ê û qirêjîya ku li dijî gelê Kurd dimeşîne kesek nebîne, 4-li dijî Ewropa gelê Surî bi awayekî deraxlaqî bi kar bîne,û tawîzan ji Ewropa bigire,bi taybetî jî di miaja binpêkirina mafên mirovan de, 4-di çerçoveya sîyaseta DYA û Ingiltere ya hilweşandina rêjîma Esed de,ku bandora Rusîya li ser Surîyê bişkîne, Mirov dikare hin sedemên din jî li van zêde bike. Lê tişta ku em dixwazin li ser bisekinin,ne ew e. Em dixwazin li ser çawa dewleta Tirk bi sîyaseta “koçberan” bikar tîne û dixwaze Rojava ji Kurdan vala bike,ye. Gava mirov bala xwe bide kesên ku dewleta Tirk wan paşve dişîne Surîyê,baştir dibîne ku,di nava wan de yek-dudu Kurd hene an tine ne. Hema bi gelemperî Kurdan û bi taybetî jî Kurdên ji Efrîn’ê paşve naşîne Surîyê. Ji Kurdan re ,bi rêya tora qaçaxçîyên xwe,rêya çûyîna Ewropa vedike. Ji xwe yên diçin jî an di deryayan de difetisîne,an jî çûyîneke ku vegera wê tuneye re rû bi rû dimînin. Di her du bijarteyan de jî ji Kurdan xelas dibin û Kurdistan ji Kurdan vala dibe. Qet Kurdên ku koçberî Tirkîyê bûne nayên girtin? Bê guman ji ber ku nasname û destûra rûniştandinê nedane Kurdan,wan jî digirin. Lê wan paşve naşînin Surîyê. Çi bi wan dikin? 1-wan digirin û dibin kampên paşve şandinê. Li wir çend qurişên ku bi dest wan ketî bi rêya “parêzeran”paşve ji wan digirin. Piştî wan dişelînin,berdidin.Lê kesên Ereb paşve dişînin Surîyê. 2-kesên hatine girtin di wan kampan de perîşan dikin ku,çawa hatin berdan berê xwe bidin Ewropa yê. 1 3-heger bikaribin ,wan kesan ji xwe re dikin sîxor û wan li dijî Tevgera Azdîyê bikar tînin. 4-hinan jî bi hiceta”we bi YPG-YPJ’ê re kar kirî”,digirin û diavîjin zîndanan. Hem wan hem jî malbatên wan perîşan dikin. 5-di bin çavan de wan ditirsînin û hewl didin ku,wan ji xwe re bikin sîxor,yên nebin jî kesayeta wan di bin navê poşmantîyê de xera dikin û rê derketina Ewropa ji wan re vedikin. Ew jî baş dizanin ku,li Rojava Kurdekî/e ku bi awayekî têkilîya wî/wê bi YPG-YPJ re çênebûye pir kêm e. Belê,dewleta Tirk bi vî awayî Kurdên ku çûne Tirkîyê ji Kurdistan’ê û çanda wan bi dûr dixe. Mirovê/a baqil berevajî neyarê xwe dike. yanê divê Kurdên me yên çûne Tirkîyê divê berê xwe bidin Kurdistan’ê,neçin Ewropa û nekevin fexa dewletê ya sîxorkirinê. Divê em wekî Kurd baş bizanibin ku, heger em îcar mafên xwe bidest nexin,em ê çem û çem biçin! Belkî îro hinek zehmetî hebin,hene jî,lê em ê mezin qezenc bikin. Her wiha divê em bizanibin ku,Kurdistan ne goristan e,ew bihuşta cîhanê ye.

Post Views: 103
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.