Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Herêmên dagirkirî bûne navendên perwerde û bichkirina çeteyan’

19/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Herêmên dagirkirî bûne navendên perwerde û bichkirina çeteyan’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku dagirkeriya Tirk, Serêkaniyê û deverên dagikirî kirine navendên bicihkirina komên çete û malbatên wan. Herwiha Îso da xuyakirin ku bêdengiya civaka navneteweyî rê li ber dagirkirina deverên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedike.

Di roja îro de Serêkaniyê di bin destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, gelên resen yên ku li warê xwe dimînin, rastî hemû cureyên binpêkirinan ji aliyê dagirkeriyê ve tên. Têkildarî rewşa Serêkaniyê jî, berpirsê Pêwendiyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rojane guhertina demografîk, kiryarên kuştin, desteserkirin, revandin û hemû cure kiryarên din yên dijmirovî li Serêkaniyê tên meşandin, sedem çi ye?

Dema ku kirîza Sûriyê dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan xewst ku destwerdana leşkerî, siyasî, civakî û hwd… di Sûriyê de bike. Wê sûda xwe ji mijarên mirovî yên meke pirsgrêka koçberan û pirsgirêkên avê yên ku di rojeva Sûriyê de bûn, werdigirt. Di heman demê de pirsa bikaranîna terorê û komên çete weke DAIŞ, komên cîhadîst û hwd…  bi rengekî nerasterast ji bo berjewendiya xwe li ber çavan bû. Piştî ku dît êdî ev komên çete ber bi tunebûnê ve diçin, wê dewleta Tirk negihêje armancên xew, wê bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî kir. Lewma jî dest bi hemleyên bi serenavên cuda yên êrişên dagirkeriyê kir, ji Efrînê dest pê kir heya ku gihaşt Girê Sipî û Serêkaniyê. Dagirkeriya Tirk qaşo wê herêmeka aram bi navê‘Mentîqe Elamine’ çêbike, ev yek pêk hat, lê bi rengê ku wê dixwest. Wê atmosfereke aram ji komên çete re afrand. Di dema heyî de li Serêkaniyê rewş wiha ye ku ji destpêka hatiye dagirkirin ve hemû cureyên kiryarên dijmirovî tên pêkanîn. Di serî de kiryarên kuştinê û komkujiyan di drheqê şêneyên Serêkaniyê de bi awayekî hovane her û her didomin. Sedem ji van kiriyarên ku dagirkeriya Tirk dike, ew e ku Serêkaniyê vala bike ji şîneyên resen û jîngeheke guncav ji bo komên çete biafrîne.

Bêdengbûna hêzên navdewletî li hemberî kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê de tê çi wateyê?

Di dema heyî de de dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên herî xirabû hovane li Serêkaniyê didin pêkanîn. Heta niha dagirkeriyê destê xwe daniye ser zêdeyî 6 hezar malên şêneyên resen yên Serêkaniyê. Herwiha derdora hezar û 500 firoşgehên bazrganiyê yên gel ji wan hatine standin. Di heman demê de zêdyî 55 gundan bi temamî niha hatine valakirin û 3 gundên din jî hatin ruxandin. Rêjeya şêneyên resen ku  hatine derxistin ji Serêkaniyê jî 85 e. Dewleta Tirk bi van kiriyarên xwe qet ranewestiyaye, ev yek jî li pêşiya çavên hemû cîhanê dibe. Bêguman kiyarên ku li Serêkaniyê tên kirin, ne li gor perensîb û zagonên Cinêva çarem, hevpeymana parastina mafê jin, zarok û gelên resen e. Bi rastî ev bêdengiya ku civaka navdewletî di derheqê kirayarên dewleta Tirk a dagirker yên li ser şîneyên Serêkaniyê de tê kirin rê destekdayîn û piştgî ji dagirikirinê re ye. Ev bêdengî tê wateya ku cîhan û hêzên navdewletî rê li pêşiya berdewamkirina kiriyarên dagirkeriyê vedike.

Ji bo ku kiryarên dagirkeriyê bi dawî bibin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, dagirkerî û çeteyên wê ceza bibin pêwîste çi were kirin?

Di roja îro de rûbera ku hatiye dagirkirin ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 hezar kîlometir2  e, ev jî rûbereke gelekî berfireh e. Em dikarin bibêjin ku ev deverên dagirkirî yên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê deverên wêrankirî ne. Herwiha jiyana di atmosferek wisa de tiştekî herî zehmet e ji bo şîneyên resen. Lewma niha tê xwestin ku hêzên navdewletî yên ku destwerdanê di Sûriyê de bi cih dibin, civaka navdewletî ji çarçoveya bêdengiya xwe derkevin. Herwiha destwerdanê di van deveranên ku rojane komkujî tên de çêdibin, bikin û derfetê ji bo vegera koçberan li ser axa resen, bidin vekirin. Da ku ev yek jî pêk were, pêwîste dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê, xwe vekişîne. Di heman demê de jî divê dewleta Tirk û komên çete li ser asta cîhanî werin dadgehkirin û cezakirin, ji ber ku  di van salên bûrî de gelek kiriyarên hovane di derheqê gelên Sûriyê de kirin. Lewma vekişandina dagirkeriya Tirk û çeteyan ji xaka Sûriyê û dadgehkirina wan jî, gelek riyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên gelên Sûriyê bi xwe re tîne.  Ji ber ku dagirkeriya Tirk astengiyeke pir mezin e ji bo gelên Sûriyê û kirîza Sûriyê, herwiha rê l ber diyaloga sûrî-sûrî digire.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.