Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peymana Sewrê 10’ê Tebax 1920

09/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Komkujiya Şengal
Share on FacebookShare on Twitter

Di Şerê Cihanê yê Yekem de dû blokên mezin, Bloka Antant yanê Brîtanya, Fransa, Îtalya û Rûsya û Bloka hevpeyman yanê Almanya, Tirkiye û Awistirya, bihevketibûn.
Di encama şerê ku çar salan ajot de, Brîtanî û hevalbendên wan biserketin û împaratoriyên mezîn yên wek Osmanî, Alman-Awistirya û Rûsya têk çûn û ji holê rabûn. Li ser xaka van imparatoriyên têkçûyî dewletên nû peydabûbûn.
Xaka Osmanî jî jihev belavbûbû û ji bilî Kurdan hemû netewên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de komarekî hatibû sazkirin.
Lê gelek pirs û pirsgirêk hênjî di domiyan. Kurdistan di navbera Tirk, Brîtanî, Frensî û Farisan de mabû.
Brîtanya li Rojhilata Navîn li pey dengeyên nûh bû. Ji bo wan an perçekirina xaka Osmanî an jî dostaniya Komara Kemalîst lazim bû. Ji ber vê yekê diveyabû ew lihev rûniştana û nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikrana.
Di destpêka şerê cihanê ê yekê de, di sala 1916an li gor biryarên peymana Saykes-Picot dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin.
Şertên wê, çend bajarên Anadoliyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên Antant.
EWROJ…..
Şertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazir kirin. Ew ji bo bazarek di dema pêş de hatibûn hazir kirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsa kurdî bi hin egeran ve hatibûn girêdan.
Peymana Sewrê ku naveroka wê di 24ê Nîsana 1920an de di Konferansa San Remo de hatibû amadekirin di 11 Gûlana 1920an de ji bo lêkolînê şandin Hikumeta Osmaniyan.
Tirkî jî wek dewletek di şerî de şikestî, mecbûr bû ko li gor şertên dewletê Antant peymanekê imze bike. Piştî hin nîqaşan dewleta Osmanî neçar ma ku vê Peymanê bipejirîne.
Ew peymana Sewrê di 10ê Tebaxa sala 1920 de li nêzikî Parîsê li bajaroka Sewrê di nav hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imze kirin.
Di vê peymana ku bêxwedî mabû de hin mafên netewî yên Kurd û Ermeniyan hatibû naskirin. Li gor Peymana Sewrê li ser xaka Împaratoriya Osmanî dewletên Kurdistan û Ermenistanê dihatin damezrandin.
Bendên Peymana Sewrê yên 62, 63 û 64an, damezrandina Kurdistaneke serbixwe destnîşan dikirin. Benda 62an Kurdistanê wiha tarîf dikir:
“Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstanê, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan wê di pêşerojê de bên diyarkirin û herêmên ku Kurd tê de piranî ne.”
Ev herem wê di destpêkê de di bin ewlekariya Brîtanya, Fransa û Îtalya de wek herêmeke xweser bimana. Benda 64an ya Peymana Sewrê jî wiha bû:
“Gelê Kurd, yanê gelê herêmê ger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat baweriya xwe pê bîne ku kapasîta vî gelî, ya damezirandina dewleteke serbixwe heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê garantî dide ku ji bo damezirandina vê dewletê dev ji hemû mafên xwe berde.”
Dawiya beşa vê peymanê jî wiha bû: “Ger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevlî Kurdistanê bibin, li hember vê yekê wê hîç îtîraza hêzên hevalbend nebe.”
Li alî din piştî serkeftinên leşkerî, Kemalîstan çavê xwe berdabûn Başûrê Kurdistanê jî ku di bin dagira İngîlîzan de bû. Yanê pêdiwî hebû ku Komara Kemalîst bihata sînorkirin û ehlîkirin.
ÎROJ….
Ji bona têkbirina peymana Sewrê û amadekariyên konferanseke nuh Tirkiyê û dewletên Antant dest bi pêwendiyên dîplomatîk ên nuh kirin. Ev peymana nû, Peymana Lozanê bû. Bi vê peymanê Kurdistan bû 4 parçe. Sînor û xet di navbera kurdan de hatin xêz kirin. Îroj kurd ji bo van sînora parçebikin û ji bo Kurdistanek azad, têdikoşin.

Farûq SAKIK

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.