Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi enerjiya rojê ya weke alternatîf bikar tînin û zeviyên xwe avdidin

15/05/2024
in Uncategorized
A A
Bi enerjiya rojê ya weke alternatîf bikar tînin û zeviyên xwe avdidin
Share on FacebookShare on Twitter

Meryem Mihemed a ku ji bo zevî û baxçeyên xwe biçîne enerjiya rojê ava kiriye, dibêje ku li hemberî êrîşên dagirkerîya dewleta Tirk ku sotemenî û eletrîka wan hedef digre, enerjiya rojê alternatîfeke baş e.

Enerjiya rojê yek ji girîngtirîn çavkaniyên xwezayî yên domdar e, ji ber ku dikare weke yek ji alternatîfên xwezayî ji bo hilberîna enerjiya eletrîkê were bikaranîn. Cotkar û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de berê xwe dan bikaranîna enerjiya rojê, sedemên wê jî di asta yekemîn de xwe dispêre êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê.

Bi qasî ku çavên mirov dibîne di nava zeviyên çandiniyê de ku çandinî di rêza yekem de ye li herêmê, panêlên tavê belav bûne û cotkaran vebijarkek bi bandor ji bo avdana berhemên xwe, ji ber kêmbûna sotemeniyê û tunebûna eletrîkê, dîtine. Cotkar dibêjin ku enerjiya rojê dikaribû zeviyan û çandiniyê di salên dawî de li Kantona Cizîrê ji zuhabûnê xilas bike.

Meryem Mihemed cotkareke ji gundê Mideyîna yê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temir a Kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Der barê bikaranîn û sûdgirtina ji enerjiya rojê de ji me re axivî.

Corkar sûdê ji enerjiya rojê digrin

Meryem Mihemed weke cotkarên ku sûdê ji enerjiya rojê ya çandiniyê digrin wiha dibêje: “Li gorî pêwîstî û derfetan cotkar enerjiya rojê dikirin û bi kar tînin. Bi riya bidestxistina mazotê me jenerator bi kar dianî û li ser vî bingehî me zeviyên xwe diçandin. Lê ji ber ku êdî em zû bi zû nikarin sotemeniyê bi dest bixin û ji bo domandina çandiniyê me weke alternatîf enerjiya rojê guncawtir dît. Kêmbûna sotemeniyê dibû sedem ku çandina rûbarên kêm ji zeviyan lê niha em rûbarên mezin û dorfireh diçînin, ji ber mesrefên enerjiya rojê kêm in û çandiniya wê zêde ye. Em êdî gelek cureyên şînatiyên li gorî rewş û pêwîstiya herêmê diçînin. Ji kemûn, baxçe ji zebze û fêkiyan, zebeşan bigre heta daran. Em êdî daran li dora malên xwe jî diçînin ji bo ku hawîrdora me her kesk bimîne.”

‘Avhewaya gerdûnê paqij dimîne zindî ji deng û dûmana jeneratoran rizgar dibin’

Meryem Mihemed da zanîn ku enerjiya rojê ji bo jîngehê gelek baş e û zirarê nade avhewaya gerdûnê û wiha dirêjî da gotinên xwe:”Enerjiya rojê ji bo jîngeh û avhewayê berovajî bikaranîna jeneratoran e, bê zirar e. Enerjiya rojê di asta yekem de hawirdorparêz e û her dem dora mal û zeviyan kesk dihêle, di warê derûnî û zindiyên din de jî asayîbûnê çêdike. Êdî avhewaya gerdûnê ji dûmana jeneratoran qirêj nabe û zindiyên weke mirov, çûk û hwd. Bi awayekî rehet bêyî ku dengê jeneratoran bandorê li tevger û mayina wan bike, dijîn. Ji lewre dibe ku salek du sal em pereyê panêlên enerjiyê bidin lê jê şûnde heta 20 salan jî em dikarin jê sûd bigrin.”

‘Bi rehenda aborî me aboriya civakê bi pêş xist’

Meryem Mihemed bal kişand ser ked û têkoşîna jinan di nav şer, krîza aborî û hemû rewşên zor de ku kêliyekê jî radestî rewşên zehmet nebûne û DI berdewamiya gotinên xwe de got: “Jinên herêma me bi gelek cureyên êrîşan re rû bi rû man, ji êrîşên komên çeteyên DAIŞ’ê heta dagirkeriya Tirk û rêbazên şerê taybet û aborî yên ku li dijî herêma me pêk dihatin, lê jin ranewestiyan, her dem bi fikir û projeyên xwe dikarîbûn çareseriyên demkî bibînin û herêmê ji gelek karesatan xilas bikin. Weke jinên Ereb tişta ku me herî zêde jê sûdê girt jî rehenda aborî ya pergala Neteweya Demokratî bû. Em bi vê yekê hîn bûn çawa aboriya xwe ya civakî bi pêş bixin. Li hemberî hemû cureyên êrîşên ku çandiniyê û eletrîkê hedef digrin divê jin projeyên nû bi pêş bixin û jîngeha xwe kesk bihêlin, ev jî bi enerjiya rojê pêkan dibe.”  NÛJINHA

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.