Rojnameya Ronahî

‘Armanc ew e ku  şêneyên Tirbespiyê bi giştî tevlî koperatîfê bibin’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Serokê Komîteya Jenetoran a Şaredariya Tirbespiyê, Munîr Hesen diyar kir ku sîstema jenetorên koperatîf pirojeyeke hevbeş e, ji bo gel e, şêniyên navçeya Tirbespiyê gelek sûd jê dibînin. Her wiha Munîr da zanîn ku ji bo gel astengiyên elektrîkê derbas bike şaredarî hewl dide ku şêniyên navçeyê hemû tevlî jenetorên koperatîf bibin.

Sîstema koperatîf di jenetorên elektrîkê de, şêweyekî hevbeş di warê kirîn, bikaranîn birêvebirin û çaksazkirina jenetoran de ye.

Piştî derketina pirsgirêkên elektrîkê li Sûriyê û qutbûna kehrebê, bikaranîna jenetoran yek ji rêbazên bidestxistina elektrîkê bû.

Êdî hebûna van jenetoran jî, bi rêbazên cuda derketin holê, ji van rêbazan jî jenetorên taybet yên giştî, yên taybet ku takekesî ne û yên hevbeş jî bi rengekî hevbeş tê bikaranîn. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev rêbaz hene. Nexasim piştî êrişên dewleta Tirk li ser tevahiya stasiyon û torbînên elktrîkê, bisaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê û hwd ku di Cotmeha 2023’an de pêk hatin.

Di encamê de gelek pirsgirêk ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê afrandin. Ji van pirsgirêkan, pirsgirêka elktrîkê ku tevahiya bajar, navçe û gundên Kantona Cizîrê ji wê demê heya roja îro bê elektrîk in.

Ji ber sedema qutbûna elektrîkê û piştî tecrubeyên demdirêj ji bikaranîna civakê ji hemû rêbazên bikaranîna jenetoran, Şaredariya navçeya Tirbespiyê, sîstema jenetorên koperatîfê ango hevbeş ji şêniyên navçeyê re weke sîstemeke herî guncav pejirand.

Têkildarî heman mijarê jî serokê Komîteya Jenetoran a Şaredariya Tirbespiyê, Munîr Hesen ji rojnameya me re axivî.

 ‘Şêniyên Tirbespiyê gelek sûdê ji sîstema Koperatîfê dibînin’

Serokê Komîteya Jenetoran, Munîr Hesen diyar kir ku şêniyên Tirbespiyê yên ku tevlî sîstema jenetorên koperatîfan bûne rehetî û sûdeke mezin dibînin û wiha got: “Pirojeya ku em weke Şaredariya Tirbespiyê pê rabûne, pirojeyeke hevbeşî ye, ji bo gel e, bi riya komînên navçeya Tirbespiyê tê bi cihkirin. Despêkê komîteyek ji çend kesan bi riya komînê tê çêkirin, ew komîteyê jenetorekî dikirin. Her wiha buhayê jenetorê ji gel tê komkirin, ev yek jî li gor hejmara empêrên ku her malek dixwaze tê destnîşankirin. Niha li navçeya Tirbespiyê 6 koperatîf hatine çêkirin. Niha jî di xizmetê de ne, gel bi hev re vê koperatîfê ango jenetorên hevbeş bi rê ve dibe, ger ji xizmetê derket û pêwîstiya jenetoran bi çaksazkirinê hebe, gel bi hev re dibe alîkar û çêdike.  Sedem ji pirojeyeke wiha jî ew bû ku em gelê xwe ji pirsgirêkên jenetorên taybet xelas bikin. Jenetorên taybet gelek pirsgirêk ji gel re derdixistin, nimûne em bêjin ger jenetor xirabûbaya wê ji 3 rojan heya ji heftiyekê zêdetir gel bê elektrîk bimaya. Lê niha bi riya sîstema koperatîfa ev yek çareser dibe, ger jenetorên koperatîfan xerabibe jî di rojekê tenê de wê were çaksazkirin, çaksazkirina wê li Tirbespiyê ye ger rewşên cuda derketin pêşiya me, em ê bibin Qamişlo. Şêniyên Tirbespiyê yên ku tevlî van koperatîfan bûne tev jî nema ti astengî rastî wan tên, lê belê sûdeke mezin dîtine. ”

‘Armanc ew e ku  şêniyên Tirbespiyê bi giştî tevlî koperatîfê bibin’

serokê Komîteya Jenetoran a Şaredariya Tirbespiyê, Munîr Hesen da zanîn ku armanca Komîteya Jenetoran di dema heyî de sîstema koperatîfê li tevahiya Tirbespiyê were bicihkirin û wiha axivî: “Ev bû bêtirî 3 mehan ku rewşa elektrîkê pir lewaz e, elektrîka herêmê bi giştî ji ber sedema êrişên dagirkeriya Tirk haiye qutkirin. Em neçar man ku rengê koperatîfê ji bo jenetoran bi kar bînin. Bi rastî her maleke ku tevlî vê koperatîfê bûye, razîbûna xwe aniye ser ziman û kêfxweş bûye. Piraniya şêniyên Tirbespiyê û gundewarên wê ev sîstem bikar anîne, hîna jî kar û xebata me weke Komîteya Jenetoran ji bo vê yekê berdewam e. Ji ber ku armanca me ew e ku hemû şêniyên Tirbespiyê tevlî jenetorên koperatîfan bibin. Heta niha ti astengî ji jenetorên koperatîfan re çênebûne. Da ku astengî jî dernekevin pêş em banga gelê xwe û Rêveberiya Xweser dikin ku bi me re bibin alîkar ji bo birêveçûna vê pirojeyê.