Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin’

13/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Em li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Îro Meclisa Kongira Star a bajarê Qamişlo têkildarî hedefgirtin û kuştinan jinan li pêşiya Mala Jinê ya li taxa Xerbî daxuyaniyek da û tê de soz da ku ew weke rêxistina jin, wê ti caran li hemberî sûscên kuştina jinan bêhelwest nemîne.

Mecilisa Kongira Star a bajarê Qamişlo di derbarê pirbûna diyardeya kuştina jinan de ya ku vê dema dawî li herêmê çêdibin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî li pêşiya Navenda Mala Jinê hat xwendin û naveroka wê jî wiha bû:

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser curekiryarên ku di derheqê jinan de tên kirin û wiha hate gotin: “Di bin şert û mercên ku herêma me tê de jiyan dike û hewldanên dijmin ê ku dixwaze îrada vî gelî ku di jiyaneke azad û wekhev dijî de, tune bike. Her wiha  zihniyeta desthilatdar û kevneşopiyên paşverû yên ku li ser civakê serwer bûne û bi taybet  bandora xwe li ser pêşketin û zanebûna jinê kiriye. Di heman demê de hiştiye ku dûrî xwezaya xwe bikeve û bibe amûrek di destên zilamê serdest de ku wê li gorî bercewendiyên xwe ji bo anîna zarokan û bazirganiyê bi kar bîne. Ji ber vê yekê jin bû qurbana vê hişmendiyê û rû bi ruyê hemû cureyên tundiyê maye. Ji zewaca temenbiçûk, zewaca bizorê, tecawiz her wiha kuştina jinê a ku bûye rêbazek li hember tekoşîn û berxwedana jinê li dijî vê hişmendiyê tên kirin. ”

Di berdewamiya daxuyaniyê de têkoşîna jinê ji bo azadiyê û li hemberî vê yekê jî hedefgirtina wê wiha hat diyar kirin: “Lê belê berxwedan û têkoşîna jin li hember tundî û koletiyê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dengvedanek li ser asta herêmî û cîhanî da,  ev encam jî ji destkeftiyên şoreşa jinê hatiye bidestxistin. Tevî  berxwedan, têkoşîn û bidestxistina destkeftiyên giranbuha, lê hîn jî gelek astengî, zehmetî, tirs, bêrolkirina jin di avakirina civakê de her wiha kuştina jinan di bin navê şeref û namûsê de heye. Girêdayî wê jî diyardeya xwekuştinê ya ku di cewhera xwe de sûcekî veşartî ye, bi destê zilamê serdest pêk tê. Ev bûyerên kuştina jinan ji ber sedemên cuda tên kirin ku di van rojên dawîn de li bajarê Qamişlo jineke astengdar bi navê Necwa Mihemed tê xapandin û kuştin her wiha jineke temen mezin bi navê Emîna Ibrahîm ji ber diziyê hat kuştin, sedemên kuştinê çi bin, encam kuştina jinekê ye. Kuştina jin tê wateya kuştina jiyanê û kuştina berxwedan û têkoşîna wê ya dîrokî ye. Jin çavkaniya jiyana azad e, ji ber wê jî, bê azadiya jinê, civak azad nabe û xweza bedew nabe.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî Kongira Star wiha bang kir û got: “Piraniya caran kujerên jinan dadgehê dixapînin û hewil didin ku dozê li gorî xwe bi encam bikin û azad rizgar bibin. Ji ber wê daxwaza me ku zagonên dadê li ser kujerên jinan pêk werin û cezayên herî giran li ser wan bê birîn. Em jî wekî rêxistina jin li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin, lê belê em ê xeta berxwedan û têkoşîna xwe bi felsefeya azadiya jinê li hember hişmendiya baviksalariyê bilind bikin.  Ji ber vê jî pêwîste hemû tevger, sazî û rêxistinên jinan li dijî kuştina jinan tevbigerin. Armanca yekemîn ew be ku rê li ber van bûyeran bê giritn. Ji ber ku kuştina jinê kuştina jiyanê ye, pêwîst e em parastina jiyana xwe bikin. Lewma jî bangewaziya me ji kesên ku di dadgehê de bi karê dadê radibin ew e ku bi erkên xwe rabin û cezayên herî giran li ser kujerên jinan pêk bînin. ”

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.