Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongireya Islama Demokratîk kongra xwe ya 3.mîn li dar xist

12/05/2024
in Uncategorized
A A
Kongireya Islama Demokratîk kongra xwe ya 3.mîn li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Bi duruşma “Ictîhad û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in.” Kongreya Islama demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn kongreya xwe  li bajarê Qamişlo bi beşdariya  450 delegeyan li dar xist.

Amara Baran/ Qamişlo

Kongireya Islama Demokratîk bi silogana “Ictîhat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirekên Rojhilata Navîn in” li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê a Bajarê Qamişlo kongra xwe ya sêyemin li darxist

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Di kongreyê de endamên PYD, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Mala Îzîdiyan , Zerdeştî ,  Rewşenbîr, Kongra Star, Rêveberiya Xwaser, Saziyên Civaka Sivîl û hemû endamên kongreya Islama Demokratîk beşdarê  bûn.

Di kongrê de nerîn û analîzên Rêber Abdullah Ocalan yên derbarê olê de ji aliyê Mela Abdulrehman Bedirxan ve hatin xwendin, herwiha peyama KCK’ê jî  hat xwendin.

Axaftina vekirina kongrê ji aliyê hevserokatiya Kongreya Islama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve  Dalal Xelîl û  Mele Mihemed Elxerzanî ve hate xwendin.”

Delal Xelîl balkişand ser taybetmendiyên ola Islamê di ronîkirina civakê de û got: “Ola Islamê mîna olên din xizmetê ji mirovahiyê re dike, lê belê pergalên desthilatdar ol kirin mîna şûrekî di destê xwe de û ji cewherê wê dûr xistin.”

Delal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste xîtaba rasteqîn a olan ku hevduqebûlkirin û merhemetê ji xwe re dike bingeh, serwer be.

Hevserokê Kongreya Islama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El-Xerzanî diyar kir ku sedemên nakokiyan çîrokên mezhebî û olî ne ku dibin sedema avabûna cudahiyên etnîkî û wiha got: “Konferans dê bibe xaleke zivirînê di dîtina mirov ya li hember hevjînê xwe ya  bi rêya diyalogê.

Çêgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd jî wiha axivî: “Li Sûriye û Rojhilata Navîn divê em yekitiya axaftin û diyalogê bikin. Projeyek navneteweyî ya ku pirsgirêkên li cîhanê çareser dike pêk tînên.”.  Pêwîste civakekî ku tê de hezkirin û qencî hebe ava biikin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo wiha axivî: “Hemû kesên olperest bi navê olê li welatên ku bê edalet derdikevin û berê xwe didin heremên me, erîşên mezin li ser dîrok û hebûn û nasnameya jinan û gelan didin çêkirin, bi navê islamê tecawiz, destdirêjî û serjêkirinê dikin. Kongreya  Islama Demokratik kombûneke pîroze hêviyên mezin ewin ku kongra islama demokratîk  bi aşitî, aramî û biratiyê  bi erken xwe rabin.”

Pişte axaftinê Qesîdeyên Olî yê helbestvanê kurd Cîgerxwên ji aliyê Abdullah Şexo û mele Hogir ve hatin xwendin.

Di dawiya kongrê de wê  di derbarê hibijartinê Rêveberiya kongrê de biryar werin girtin, herwiha hevpeymana civakî, rêziknama kongra îslama demokratik û  raporên  salane werin xwendin û gotûbêjkirin.

Tê payin ku sibê bi daxuyaniyeke encama kongrê ji raya giştîre bê dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.