Rojnameya Ronahî

Yekemîn Kongreya Meclisa Jin Ya PYD’ê hat lidar xistin

Di bin dirûşmeya `Bi Rêxistinkirina Jin û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo Ye` Meclîsa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê yekemîn kongreya xwe lidar xist.

Zana Roj/ Şehba

Meclîsa Jin ya PYD’ê ya Kantona Efrîn û Şehbayê di 12 ê Gulanê de yekemîn kongireya xwe li dar xist. Kongra di encama lidarxistina civînên berfireh yên jinên partiyê de hate orgenîzekirin. Bi beşdarbûna bi sedan ji endamên partiyê her wiha mêvanên ku ji Helebê û ji Bakur û Rojhilatî Sûriyê tevlîbûne kongr hate lidar xistin. Di kongreyê de axaftinên vekirinê ji aliyê Berdevka Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Malbatên Şehîdan û ji aliyê koordînasyona Kongra Star ve hatin kirin.

Piştî wê perispektîfên Rêber APO hatin xwendin, her wiha dîwana kongreyê ya ku ji 4 kesan pêk tê hate derxistin,  her wiha rapora û nîqaşên xebatên 2 sala hatin pêşkêş kirin û kongra bi hilbijartina meclîsa jin ya ku ji 7 kesan pêk tê hate bidawî kirin.

Girêdayî Yekemîn Kongireya Meclîsa Jin ya PYD’ê endamên Meclîsa Jin ya partiyê Hêvîn Reşîd û Sûreya Mistefa ji rojnameya me re axivîn.

Hêvîn destnîşan kir ku di encama civînên ku hatine lidarxistin de kongreye wan hate lidarxistin û wiha got: “Bi coş û kelecaneke mezin yekemîn kongreya me tê hat lidar xistin. Ev kongre di encama li darxistina 7 civînên berfireh yên li ser asta navçe û herêmê de hatine lidarxistin de her wiha di encama hilbijartinên ku hatine lidar xistin de hate orgenîze kirin. li gorî pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêwîstî her tim bi guhartin û veguhartinê heye. Ji lewra ev kongre di asteke serkeftî de hate lidar xistin.”

`PYD e di şoreşa Rojava de xwedî mîras e`

Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku PYD’e ji bo jin her tim xwedî destekdayîne û wiha got: “Hemû serkeftinên ku em niha jiyan dikin û me bi destxistine di encama keddayîn û bedelên gelek mezin yên şoreşa Rojava  ne. Partiya PYD’e jî di vê şoreşê de xwedî mîraseke gelek mezin e. Bi taybet di destekdayîn û pêşxistina jinê di aliyê siyasî de roleke mezin dilîze. Em dibînin ku bi hezaran jinên me di nava partiyên siyasî de cih digirin û nûnertî û pêşengtiya jina azad ya ku dikare di her warî de rol bilîze dikin.”

`Di xeta têkoşîna jinê de xebatên siberojê wê bên kirin`

Sûreya Mistefa jî anî ziman ku ew hêvî dikin bi têkoşîna jin xebatên pêşerojê bêne kirin û wiha got: “Bê gumand em xwe berpirsê li hember tavahî jinên di civakê de ked û têkoşînê dikin berpirisyar in, di xeta têkoşîna jinê de her ci ji me bê xwestin bê dudilî emê xebat û têkoşînê bidin meşandin. Di hemwextiya lidarxistina hilbijartinên Şeredariyan ku yekemîn car e li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên çêkirin, em di wê bawerî û hêviyê de ne ku meclîsa ku hatiye hilbijartin û xebatên ku bêne kirin di xurtkirina rola jinê û têkoşîna wê de bêne kirin.”