Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarçoveya têgînî… Huqûq

12/05/2024
in Uncategorized
A A
Çarçoveya têgînî… Huqûq
Share on FacebookShare on Twitter

Ji remanê Rêber Apo

Tevî hemû têkiliya huqûqê ya bi heq û dadê re fonksiyona wê ya bingehîn ew e, desthilatdariya dewletê bêhtir xurt bike û her biçe qada civakî tengtir bike. Propagandaya huqûqê gelekî tê kirin, lê fonksiyona wê ji ber vê sedemê baş nayê zelalkirin.

Piştî li şûna exlaq huqûq hate danîn, derfet û îmkanên civakê yên pê karibe jiyanê bi pîvan domdar bike, bergiriya xwe bike û xwe xwedî bike ji dest têne stendin, ji polîtîka û xwerêvebirinê tê mehrûmkirin, bi îdare û huqûqa desthilatdarî û dewletê ya ji jor ve bi awayekî yekalî hatiye amadekirin dor lê tê girtin û li mêtinkarî û zordestiya çînî tê vekirin. Ji ber vê sedemê, têgîna huqûqê jî bi kêmanî bi qasî têgîna desthilatdarî û dewletê şîlo ye, li berevajîkirinê vekiriye û qadek e ku lê mejiyê mirov bi hêsanî tê tevlîhevkirin. Eger di civakekê de huqûq pêşketibe ev yek bêparmayîna civakê ya ji exlaq îfade dike û ev yek nîşan dide ku di wê civakê de şerekî pêşketî yê çînî ango mêtinkarî û zordestî heye. Birêkûpêkirinên huqûqî yên bi detay û hûrşaxî weke ku gelek caran tê gotin ji bo temsîla hêza heq û dadê nîne, berevajî ev yek berjewendiyên yekdestdariyên mêtinkarî û zordestiyê yên bi awayekî sîstematîk hatine şîfrekirin nîşan didin. Nexasim di sîstematîka mêtinkariya kapîtalîst de huqûq derketiye asteke gelekî bilind û ev jî ji xwesteka kara zêde ya sînornenas a sîstemê ye. Em dema ji aliyê dîrokî ve têgîna heq lêkolin, em ê yekdestdariya desthilatdariyê ya xwe weke qralên xwedê îlankirî bibînin. Li vir têgîna heq hem çalakiya îradî ya yekalî ya monark û milkdariya wî, hem jî xwedatiya wî îfade dike. Têgîna Heq bi ya Xwedê û Ellah re wekhev tê kirin û li gorî wan tê lihevanîn, ev jî vê rastiya em behsa wê dikin îfade dike.

Ji aliyekî din ve, mirov dikare huqûqê weke exlaqê yekdestdariyên mêtinkarî û desthilatdariyê jî binirxîne. Exlaqê ji rêûresmê zêdetir li wî cihê ji ber qada mirov jê re dikare bibêje civak mayî dewam dike, huqûq jî her diçe qadê li civakê teng dike û ji bo desthilatdariya dewletê vediguherîne qada çalakiyên bi rêzik û pîvan. Di modernîteya kapîtalîst de bi çavên seriyan jî nikarî exlaq bibîne, hema bêje tevahiya qadan, hewa û av jî bûne mijara huqûqê û ev jî têgîna huqûqê bêhtir berbiçav û zelal dike. Hukimraniyên şaristaniyên berê desteserkariya wan a civakî gelekî tê rexnekirin û ya rastî ev desteserkariya wan ewqas jî ne mezin bû û wexta mirov wan bi desteserkariya modernîteya kapîtalîst a bi huqûqê hatiye rewakirin bide ber hev, desteserkariya modernîteya kapîtalîst di asteke sînornenas de ye.

Di civaknasiyê de her diçe huqûqê derdixin rêzên jor, ji ber ku pêdiviya wan pê heye bi navê heq neheqiyê, bi navê rastiya civakî derewê û bi navê jiyana bi pîvan jiyana zincîrkirî, veşêrin. Ji ber vê sedemê, huqûq navgîna bingehîn a rewakirina modernîteya kapîtalîst e. Çawa ku di diyardeya desthilatdariyê de jî hat dîtin, di qada huqûqê de jî ya girîng ew e, herçiqasî hatibe huqûqîkirin jî divê mirov karibe aliyê exlaqî bibîne û hewl bide pê aloziyê çareser bike û bi sînor be jî divê mirov zanibe bi exlaqê dawerivandine nava huqûqê civakê biparêze; çawa ku erka rêveberiya civakî ya dawerivandî nava desthilatdariyê divê mirov paşve bigire, divê mirov ji bo parastin û domdarkirina civakê ji exlaqê dawerivandî nava huqûqê dest nekişîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.