Navenda Nûçeyan
Şehîd Mizgîn bi rastiya hunera xwe, hunera rasteqîn û hunera şoreşî li çiyayên azad ên Kurdistanê afrand û di oxira wê rastiyê de canê xwe feda kir. Bi hest û fikirê xwe çanda netewa xwe xemiland û mezin dike.
Şehîd Mizgîn bi dengê xwe û sekna xwe bûye jina azad a ku pêşengtî ji têkoşîna jinên kurd re kiriye, jina ku bi dengê xwe bedewiya doza xwe nîşan dabûye, xwedawenda ku rengê jinê di huner û xwezaya xwe de dide jiyîn.
Şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), di sala 1962′ an de li Êlehê ji dayîk bûye, rêheval Mizgîn bi heval Mezlûm Doxan re partî naskir, û di sala 1982’an de têkoşîna azadiyê naskir, bi xwîn germî nêzî têkoşînê dibe, bi şehîd Mezlûm re dest bi xebatê kir, ji ber ku rêheval Mizgîn di xebatê xwe de tê deşîfre kirin, ji bo wê derbasî Libananê qada serokatî dibe, li vê derê derbasî perwerdeyek leşkerî dibe, û di vê perwerdeya leşkerî de birîndar dibe, lê di demeke kin de jî dermanê xwe dibîne, demekê bi serokatî re dimîne, lê ji ber ku temenê wê biçûke nikarin wê derbasî xebatên welat bikin, ji ber vê yekê ji bo bi rêxistinkirina koma berxwedan wê rêdikin Ewrupayê, dema ku xebatên çand û hunerê li Ewrupayê dimeşand, ji bo ku xebat baş bi pêş bixe kedek pir mezin dide, ji ber vê yekê dema ku şehîd Mizgîn derbasî cihekî dibû her kes bi xwe dida bandor kirin. Her kesî hem ji deng û hem jî kesayeta şehîd Mizgîn hez dikir, ji ber ku heval Mizgîn xwe bi rastiya şoreşê re kiribû yek, ked û têkoşîna wê di herkindina jina kurd ya nava hunerê de pir mezin û bê hempa ye.
Şehîd Mizgîn di sala 1988’an de dîsa vedigere akademiya şehîd Mehsum Kurkmaz û wek delege tevlî kongera sêyemîn ya PKK’ê dibe, demekê li Rojava xebatê girseyî dimeşîne û gelê ku li Rojava jiyan dikin wan jî nasdike, ezmûnên xwe yên berê û yên Rojava dike yek û bi biryardariyek mezin a têkoşînê berê xwe dide çiyayên azad. Piştî akademiyê, şehîd Mizgîn dibe fermandara jin ya yekemîn a eyaleta Mêrdînê, girîngiya peywirên xwe dizane, bi vê nêzîkatiya xwe dibe mînaka herî mezin ya têkoşîna azadiyê. Bi şihadeta hevalên rêveber ên eyaletê re zor û zehmetî dikişîne.
Di sala 1990’an de wek berpirsyarê eyaleta Mêrdînê tevlî kongera çaremîn a PKK’ê dibe, di dawiya kongerê di sala 1991’an de derbasî eyaleta Xerzanê dibe. Şehîd Mizgîn têkoşîn û vÎna jinê kurd bi hemû dinyayê dide nasîn, bi va zanebûna xwe şehîd Mizgîn ev şala koletiyê ya ku li ser hemû jinan hatiye pêçandin ji ser xwe avêtibû û di kesayeta xwe de têkoşîna fikir û vîna azad dida meşandin û xwe li gor felsefeya Rêber Apo avadikir. Di sala 1992’an de, ji bo ku xebatên eniyê binêre derbasî Tetwanê dibe, dema ku diçe Tetwanê li wir derbasî malekê dibe, piştre giliya wê dikin, ji ber vê yekê ev mal tê dorpêç kirin, di vir de heya nefes û mermiya xwe ya dawiyê şer dike, ji ber vê jî bi lehengiyek mezin şehîd dikeve. Cihekî wê ya taybet di nava têkoşîna jinên azad de heye, şehîd Mizgîn ji dîrokê re aliya jinên kurd ên ku berxwedane bi biryar dide nivîsandin.
Berhemên Şehîd Mizgîna yên hunerî
Hozan Mizgîn piştî li Ewrupa dest bi xebatên hunerî û çandî kir, di demeke kurt de gelek stranan çêdike. Hin ji stranên wê yên navdar wiha ne; ‘Hebûn’ ‘Çemê Hêzil’, ‘Lo Hevalo’ û ‘Gundîno Hawar’. Ev berhemên hunerî yên Hozan Mizgîn û avakirina komên stranan bûn yek ji materyalên bihêz ên propagandaya şoreşê. Stranên wê, li Bakurê Kurdistanê qedexe bûn, lê dîsa jî xelkê li kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgînê, bi dizî guhdarî dikir.