Argêş Gewda/Qamişlo
Di Nîsana 2024’an Erdogan serlêdana Bexda û Hewlêrê kir û wekî her car ji bo qirkirina gelê kurd û firehkirina dagirkeriyê gelek peyman îmze kir. Rojnemevan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê û Îraqê serlêdana Erdogan şermezar kirin.
Girêdayî hevkariya PDK’ê li gel dagirkeriya tirk Kawa Nadir Qadir çalakvanê sîyasî-Hewlêr got ku: Piştî dawîhatina pêvajoya aştiyê ya sala 2015’an bi PKK’ê re, desthilatdarên AKP’ê û dewleta tirkîyê di bingehê xwe de ji bo Kurdistanê bûye dewleta şer. Bi taybetî piştî sala 2021’an û êrîşa leşkerî ya bi nav û deng “Pence û şîmşek” ku berdewamîya êrîşên leşkerî li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Erdogan, dest ji her tiştê berdaye, ji bona desthildarîya xwe dewam bike, tekane rê di qirkirina gelê kurd de dibîne. Li hin deverên Kurdistanê tevgerên leşkerî hene, di nav de Garê, Şengal û Mexmûrê ku dixwaze sînorên çêkirî bi navê tirk Iraq li van herêman bi cih bike, 30-40 km û dirêjayî 360 û 400 km bi rêve bibe, çetên îdlîb û hin çeteyên kurd yên girêdayî xwe jî li van herêman bi cih bike û di bin navê ewlehiya sînorên xwe de dixwaze êrîşî Qendîlê bike.
Ji bo vê mebestê jî hewl daye şewqa kesk li Amerîka û Rûsyayê werbigire û hêzên parêzvanê sînor yên girêdayî dewleta Iraqê û beşek hêzên pêşmerge di operasyonên van deveran da û di heman demê de Heşd Alşabî jî ji bona êrîşeke gengaz li ser Şengal û Mexmûrê de cih bigirin. Erdoxan li Nîsana 2024’an bi serdaneke fermî çû Iraq û Herêma Kurdistanê. Armanc ew bû ku hikumeta Iraqê jî li hemberî PKK’ê têxe di nava şerê de û nijadperestiyê li hemberî gelê Kurd bide avakirin. Li gorî vê yekê jî di destpêkê de di navbera PKK’ê û pêşmergeyên KDP’ê de şer bide destpêkirin. Di heman demê de, pirojeya (Riya Geşepêdanê) ji bo girêdana bendera Faw ya Iraqê bi Ewropayê ve girêdide destpê kir, ku bi dirêjahiya 1200 km bi rêya bejahî û rêya hesinî ya du alî, tê texmîn kirin ku sermîyana wê zêdetirî 20 milyar dolar e. Li ser van bingehane 30 xalên rêkeftinê îmze kirin. Rayedarên Tirkiyê di demeke nêzîk de serdana serokê Rûsyayê bo Enqerê di meha Sibatê de betal kiribû, ji ber nakokiyên li gel Rûsyayê li ser nîvgirava Kirimê û firotina balafirên bêmirov ên Tirkiyê ji bo Ukraynayê. Ji ber vê yekê DYA û Rûsyayê çira kesk neda projeya “rêya geşepêdanê” ya ku dixwaze Kendavê bi Ewropayê ve girêbide, ku di bingehê xwe de li dijî projeya ku dê ji Hindistanê heta Kendavê û Behra Spî, bi rêya Bin Gorîn dibe ku di aliyê Emerîka, Îsraîl, Brîtaniya, Hînd û heta xeta sinorê Îran û hin welatên Kendavê dê beşdar bibin. Welatên ku di projeyê de cih digirin, nahêlin ku projeya riya Geşepêdanê bi ser bikeve. Di heman demê de eger Tirkiye li ser daxwaza Iraqê avê bernede û projeya rêya geşepêdanê di piratîkê de bi cih neyîne, Iraq di van her du mercan de beşdarî operasyona leşkerî bibe. Îran ji bilî nakokiyên siyasî yên li herêmê bi Tirkiyê re, Tirkiye pêşengtiya sunniyan dike û Îran jî qet naxwaze Tirkiye bi ser bikeve û pirsgirêka Kurd bigire dest. Di serî de Misir, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Urdun û hwd gelek welatên ereban naxwazin Tirkiye li herêmê serdest be. Ji bo hêzên PDK’ê û partîyên gel wî bi hikûmeta bi navê federal a Iraqê re di nava kirîzeke dijwar de ye, naxwaze bi awayekî aktîf beşdarî operasyonê bibe. Ji ber vê yekê heta ku Erdogan Hamasê weke rêxistineke terorîst qebûl neke, weke ku Hakan Fîdan di 30’ê Nîsanê de ragihandibû ku ew ê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî Îsraîlê beşdarî hevsengiya li Afrîkaya Başûr bibin, wê operasyon ji tevliheviya medyayê zêdetir nebe û ancak li hin herêmên weke Gare û Metîna êrîşên bi sînor yên eskerî bike. Senaryoya ku li Şengalê plan dikin dişibin dagirkeriya Rojava. Armanc ew e ku rewşa pevçûnê çêbibe û hêzên PDK’ê li navçeyê bi cih bikin da ku li dijî PKK’ê şer bidin destpêkirin. Ji bo hevkarên wî yên kurd cih tê çêkirin, destkeftiyên kurdan di bin xeteriyê de ne. Desthilatdarên faşîst ên AKP û MHP’ê navê Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûr yê weke herêmên berfireh dibînin û dixwazin di demeke dirêj de Mîsaqê Millî ya Tirkiyeyê gav bi gav bi cih bînin. Her wiha êrişên dagîrkeriyê yên ji bona zêdekirina hestên neteweperestiya tirk û li hemberî windakirina dengê alîgirê xwe û tirsa wê ya ku desthildarîya wî biçe dike. Ji ber vê ye plan û êrişên xwe yên ji bona dagirkerîyê zêde dike, ji bo ku ev siyaset ne tenê zirarê dide gelê kurd, di demeke dirêj de dê zirarê bide hemû gelên herêmê û Ewropayê.
Ev peyman ji bona qirkirina Kurdan e
Her wiha girêdayî peymana di navbera tirkiyê û hikumeta Iraqê de Baran Germîyan Rojnamevanê ku li Silêmanîyê dimîne got: Di 22’ê meha borî de Erdogan serdana Iraqê kir, li ser hin mijaran peyman îmza kirin, lê Erdogan bi taybet ji bo 2 mijaran hatibû Iraqê. Yek ji van projeya rêya geşepêdanê bû, raste wan li ser vê peyman îmza kirin, lê pêkanîna vê peymanê hinek zehmete, ji ber ku Sûdanî wê di salên pêş de dest ji karê xwe berde, kes nikare texmînekî wisa bike ku serok wezîrê nû yê Iraqê bi vê peymanê razî bibe.
Xaleke din û mijareke herî giring, ji bo Erdogan alîkariya Iraqê ji bo destpêkirina operasyonekî nû li dijî gelê kurd bû. Lê Iraq raste rast nakeve nav plangêriya Erdogan. Ji ber vê Erdogan û PDK’ê bi tenê mane û armanca wan şerê li dijî gerîlayên azadîyê ye, wan jî dizanîn ku bi tenê nikarin serkeftî bibin. Ji ber ku li salên borî dewleta tirk û PDK’ê operasyon kirin, li hember gerîlayên azadiyê şikestin, ev jî nîşaneya wê yekê bû ku carekî din wê li hemberî gerîlayên azadîyê bin bikevin.
Angu raste Erdogan dema ku hat Îraqê 26 peyman îmza kirin û di mijarên wekî aborî û leşkerî di nav de pirsên herî giring û alyikariya Iraqê ji bo destpêkirina operasyonê bû, lê ji rayedarên Iraqî tu soz negirtine, evya jî carekî din şikestina Erdogan bû.
Niha operasyona ku erdogan bal dikşîne ser di her axaftina xwe de, ji alîyên gerîlayên azadîyê ve berxwedanîyeke bêhempa li hemberî wê tê meşandin û rê nayê dayin ku dewleta tirk gavekê pêşde biçe, bi rojan operasyon li dijî artêşa dagirker dikin û gelek kel û pelên leşkerî bi dest dixin. Ji bîra me neçe, ji dirêjiya dîrokê heya îro tu peyman di navbera Îran û turkiye de çênebûye û Îran bi temamî destê xwe daniye ser Iraqê, ji ber wê jî Îran rê nade turkiye çi dema ku bixwaze êriş bike.






