Lîloz Hisên/ Qamişlo
Bajarê Tebqayê ku yek ji girîngtirîn bajarên geştiyarî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye di destpêka sala 2014`an de ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hat dagirkirin û talan kirin. Lê di 10’ê Gulana 2017’an de bajêr li ser destê QSD’ê hat rizgarkirin û bû bajrê Biratiya Gelan.
Bajarê Tebqa xwedî cihên dîrokî ye weke kelha Caber, bi 50 kîlometreyan dûrî Reqayê ye, bi 100-115 kîlometreyan jî dûrî Helebê ye, hejmara niştecihên bajarê Tebqa di sala 2011`an gihaştibû 240 hezar, lê di encama aloziya Sûriyeyê û dagirkirina wê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ku gelek binpêkirinên dijî mirovahiyê derheqê şêniyan pêk anî, herwiha ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê şêniyên herêmê neçarî koçberiyê bûn.
Lê piştî rêzgarkirina bajarê Tebqa ku di 10`ê Gulan 2017`an de ji aliyê hêzên QSD`ê ve hat rêzgarkirin, bajarê Tebqa bû bajarê azadî û biratiya gelan, herwiha rizgarkirina Tebqa serkeftineke dîrokî ji gelan re bû.
Dagirkirina DAIŞ`ê ji Tebqayê re
Piştî ku bajarê Reqa ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin, di destpêka sala 2014`an ve çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqa jî xist bin dagirkeriya xwe û li wir gelek sûcên dijmirovî pêk anî.
Rizgarkirina bajarê Tebqa
Bi armanca rizgarkirina tevahiya herêman ji çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD pênaga (Xezeba Firatê) destpê kir tê de karîbû piraniya bajar rizgar bike. Lê çeteyên DAIŞ`ê xweragiriyeke tund nîşan da, bi rêya bikaranîna otombîlên bombekirî, nîşangir û dronên biçek di hewlekê de ji bo astengkirina pêşketina hêzên QSD ev rêbaza ku li ser hemû eniyên ku tê de têk diçû bi kar anî.
Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa jî di dawiya meha Adara 2017`an de bi alîkariya Kowalîsyona navneteweyî bi operasyoneke asîmanî karîbû derbasî bajarê Tebqayê bibin û bajar hat kontrolkirin ji bilî bendava Firatê. Çeteyên DAIŞ`ê di bendava Firatê de xwe bi cih kiribûn, di heman demê de hejmareke mezin ji sivîlan û girtiyan ji xwe re kiribûn weke mertalên zindî da ku xwe biparêzin. Gef xwar ku bendavê biteqîne an jî her 8 deriyên wê bi hev re veke, ev yek jî wê karîsteke mezin li Sûriya û Îraqê bi xwe re anîba.
Hêzên Sûriya Demokratîk bi hişyarî û hesasiyet ji bo vê gefê tevgeriya û di dîroka 10`ê Gulanê de piştî şereke mezin, hêzên QSD`ê derbasî bendavê bûn û çeteyên DAIŞ`ê dûprêç kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk berxwedaneke mezin li hember çeteyên DAIŞ`ê kir di encamê de tevahî çete xwe radest kirin bi vê yekê bendav bi temamî hate rizgar kirin. Di heman demê de gelek sivîl û jinên ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe re weke kole bi kar dianî, bi taybet jinên Şengalî yên di êrîşa li ser Şengalê hatibûn revandin hatin rizgar kirin.
Bajarê Tebqa piştî rizgarkirinê
Piştî rizgarkirina Tebqayê şêniyên herêmê yên ku ji malên xwe derketin vegeriyan bajar, di heman demê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa hate avakirin da ku bajar li ser asta xizmetguzarî, perwerdeyê, aborî û civakê birêxistin bike. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk piştî hat avakirin, dest bi rêxistinkirina sazî û komîteyan kir, herwiha Meclisa Rêvebir avakir ku armanca wê pêdiviyên hemwelatiyan di aliyê xizmetguzarî û alîkariyê de li bajar û gundewarên wê peyda bike.
Ji bo pêşxistina xebatên xizmetguzariyê komîteya şaredariyan hate avakirin, tevahî cihên ku di encama şer de hilwişiyan û zirar gihaştibûyê sererast kirin, di nav de riyên sereke, di heman demê de jî, ji bo sererastkirin baxçeyên bajar û gundan kar û xebat da meşandin. Komîteya Aborî ya ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve hat avakirin, li ser pêşxistina aboriya bajêr di hemû waran de, çandinî, pîşesazî û hwd.. xebat meşand.
Xebatên rêveberiyê ji bo başkirina rewşa jiyana sivîlan berdewam e, bi berdewamiya zêdekirina zextan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker di riya êrîşên domdar ên li ser herêmê bi giştî û şerê taybet ku li ser sivîlan dimeşîne da ku felsefe û sîstema demokratîk a ku Rêber Apo nîşan daye têk bibe herwiha Reveberiya Xweser hilweşîne ku bi saya hezaran şehîdan û fedekariya gelê herêmê hatiye avakirin.






