Rojnameya Ronahî

‘Dewleta Tirk hewil dide dîsa DAIŞ’ê vejîn bike’

Ji sala 2014’an ve dewleta Tirk bi awayekî eşkere piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û komên cîhadîst yên çete yên li Sûriyê, da ku planên xwe yên qirêj pêk bîne. Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker  herêmên Sûriyê yên dagirkirî veguherandiye navenda perwerdekirina komên çete yên radîkal û DAIŞ’ê. Her wiha Elî da zanîn ku armanca dewleta Tirk  ji vê yekê qirkirina gelên herêmê û firehkirina dagirkeriyê ye.

Amara Baran/ Qamişlo

Ji sala 2011’an heta niha dewleta Tirk a dagirker  komên çete li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistin dike. Derbarê armanca dewleta Tirka a dagirker ji  avakirina   komên çete û kiryarên çeteyan, berdevkê ragihandina YPG’ê Siyamend Elî bersiva pirsê rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Dewleta Tirk a dagirker  li heremên dagirkirî komên çeteyan ji nû ve rexistin dike, gelo armanca wê ji vê yekê çi ye­?

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2011’an de bi  qirîza Suriyê re xwest dest biavêjê şoreşa Rojava, bi komên çete Cebhet- Alnusra , Ehrar- Alşam û bi derketina çeteyên DAÎŞ’ê,  xwest wan wekî  amûrekî  li gor berjewendiyên xwe li dijî şoreşa Rojava  û gelê kurd bide şixûlandin.  Piştî ku axa Rojava ji destê çeteyan rizgar bû,  wan herî dawiyê erîşî Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Sipî kirin, ji bo ku çeteyên xwe bi cih bikin, herwiha navendên perwerdeyê ji wan re vekirin da ku  wan li Sûriyê wek  amurekî bi kar bînîn. Heta ku vê yekê pêk bînin jî,  pêwîstiya wan bi cîhekî hebû, heremê ku niha hatine dagirkirin ji bo wan qadên stratejîk bûn ku bikaribin ji nez ve erîşî gelên heremê bikin. Bi vekirina navendên perwerdeya çeteyan bi deh hezaran çete  bi îdeolojiya dagirkeriya Tirk  tên perwerde kirin, armanca wan ya sereke jî têkbirina Şoreşa Rojava ye. Piştî têkçûyîna  DAIŞ’ê  bi destê şervanê YPG- YPJ ê ku herê dawiyê di 2019’an de ew  li Baxozê hatin têkbirin, dewleta Tirk careke din  hewilda  DAÎŞ’ê zindî bike û çeteyên wê li heremên dagirkirî  bicih bike.  Bi taybet  di sala 2024’an de erIşên çeteyen DAÎŞ’ê zedebûne , sedema wê ya sereke jî, ji aliyek xemsariya  navnetewî li hemberê çareserkirina Dosyayên DAÎŞ’ê û  ji aliyek din ve jî erîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herema Bakur û Rojhilatê Suriyê.

Niha dewleta Tirk amadekariyekî mezin dike ku carekedin DAÎŞ’ê zindî bike,  da ku erîşê  Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  bike, herwiha bi giştî Rojhilata Navîn û cîhanê pê tehdit dike û xewn û xeyalên xwe yê wekî Misaqaî Mîlî û Impratoriya Osmanîya nû ava bike. Armanca dewleta Tirk a bingehîn qirkirina gelên herêmê ye.

Li herêmên dagirkirî  li pêş çavê cîhanê bi awayekî domdar guhertina deomgrafîk tê kirin, hûn bêdengiya cîhanî li hemberî vî sûcî çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk û çeteyên wê her dem bi rêya avakirina  kamp û malên mitîngeriyê  û bicihkirina malbatên çeteyan di van cihan de,  hebûna Kurdan a li herêma Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji xwe re kirine hedef. Ev yek bi mebesta guhertina demografîk ku bandorê li ax û xelkê bike, tevî desthilata xwe ya ewlekarî û îdarî ku ferz kiriye lê niştecihên mayî yên ku bi axa xwe ve girêdayî ne her dem rastî tawan û desteserkirinê tên. Weke desteserkirina mal û milkên xelkê û ferzkirina bertîlan, ev hemû tawan bi destê dezgehên ewlekarî yên dagirkeriya Tirk pêk tên.

Bêdengiya cîhanê dirûtiya herê mezine ya hemû hêzên hegemon û garantor  û welatên ku qaşo  îro bi navê azadiyê bang dikin. Ew kesên ku dibejin em mafê mirovan diparêzên , ji bo berjewendiyên siyasî û aborî xswwe bêdeng dikin.

Piştê hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gefên Dewlata Tirk li ser heremê zêde  bûne,  hûn çawa dinirxînîn?

Binketina AKP’ê û hevalbendên wê di hilbijartinên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê pêk hat,  serkeftin û tekoşîna gelê kurd jî  gihaye radeyeke herî  bilind, hûkûmeta AKP’ê hewilda dest bavêje îradeya gele kurd şaredariyan bigre, lê berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê li hemberê van erîşan, armanca AKP’ê têk bir. Herwiha  li Rojava û Başurê KurdIstanê jî gelê kurd gavên mezin avêtiye bi berxwedan û tekoşîna xwe ji aliye cihanê ve hatine naskirin,  ji aliyê siyasî dîplamasî de gavên pir xort avetiye ev ji dihêle ku hûkûmeta  AKP tengav bibe edî dewleta tirk jî baş dizane ku ber bi tunebûne ve diçe û diroka wî ya li ser esasê  qirkirinê û kuştinê  edî hedî hedî ber bi hilweşandinê ve diçe. Ji bona ku vî hindek sipî bike pêwîste gavek biavêje  Di dîroka tirkiyê de tê naskirin ku çawa çareser dike hemû hûkûmet û dewletên dinya yê dema dikeve pirsgirêkan bi rê ya nîqaş û guftogoyan digihêjin çareseriyê, mixabin dema Dewlata tirk tengav dibe dervayî tang û topan tû rêbazên din nizane, ji bo ku bide qebûlkirin gefên  xwe berdewam dikin, herê dawiyê hevdîtinê ku li Başûrê Kurdistanê pêk hatin ji bona tunekirina şoreşa Bakur u Rojhilatê suryê û tevahî Kurdistanê ye. Dewleta Tirk hewil dide ku erişen xwe berdevam bike li hember wî pêwîste bi rihê şere gele şoreşgerî  berxwedan û tekoşînê li hember dagirkeriyê bi rihekî fedaî li welat û axa xwe xwadî derketin bi taybet erka ciwana ye, ji bo ku nirxê şoreşê bên parastin wek gel û hêzen leşkerî jî em amadene herwiha ji bo heremên dagirkerî ji nû bi dest bixin heta hênasa xwe ya dawiyê emê tekoşîna xwe de israr bikin da ku gelê heremê bizivirin ser axa xwe.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle