Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hilbijartinên şaredariyan bersivek mezin ji dijmin re ye’

08/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Hilbijartinên şaredariyan bersivek mezin ji dijmin re ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku bi saya şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftî hatin qezenckirin û got, her projeyeke ku ji bo azadiya jinê be, em ê beşdarî wê bibin.

Di 30’ê Gulanê de wê hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin. Di 17`ê Nîsanê de Kongra Star û PYD’ê ji bo li dar xistina pêşhilbijartinan tifaqa xwe ragihand, Kongra Star li tevahî bajaran dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyê kir.

Têkildarî mijara pêşhilbijartinan û beşdarbûna jinê û hebûna wê di nava Rêvebriya Xweseriya Demokratîk de, Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ji rojnameya me re axivî.  

‘Sîstema Hevserokatiya Hevbeş û wekhevî bingehek sereke ye’

Endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di detpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi saya şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftî hatin qezenc kirin û wiha domand: ” Weke Kongra Star dîrokek me ya tijî xebat û têkoşîna ji bo azadiya jinan heye û ji destpêka şoreşê ve me roleke giring di çareserkirina pirsgirêkên jinan di tevahî qadên civakê de lîst, em ê tevlî tevahî projeyên mîna hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku guhertin û pêşketina civakê bi xwe re tîne; bibin”.

Şîraz Hemû wiha got: ” Ji me re weke jinên Bakur û Rojhilaê Sûriyeyê Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan, Pradîgmaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Netewa Demokratîk wekî din sîstema hevsrerokatiya hevbeş û wekheviya jin û mêr bingeheke sereke ye, îmzekirina Hevpeymana Civakî hêzeke mezin da jinan. Ji ber ku rola jinê di Rêvebriya Xweser de bi awayekî fermî hate ragihandin. Ji ber vê yekê beşdarbûna jinan di hilbijartinan de giringe û divê roleke sereke bilîzin û rola xwe ya pêşengtiyê pêkbîne”.

Şîraz Hemo destnîşan kir ku dema mirov di welatekî de banga wekevî, demokrasî û azadiyê bike divê pêşî mafê jinan biparêze û wiha pê de çû: ” Bi drûşmeya JIN, JIYAN, AZADÎ, bi ruhê şoreşa jin û felsefeya rizgarkirina jinê ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye bi hemû hêza xwe em ê tevlî hilbijartinan bibin û bi yekîtiya jinan dengê xwe bikin yek û bidin îradeya jinê”.

‘Wekhevî nameya sereke ye’

Şîraz Hemo tekez kir ku armanca me di hilbijartinan de wekhevî ye û wiha got: “Nameya herî sereke ya em dixwazin bighînin civakê û cîhanê tevahî û bi riya beşdarbûna jinan wê wekhevî û vîna jinê derkeve pêş. Her wiha em ê piştgiriya her projeyeke demokratîk, wekhevî û azadiya jinan bikin, em ê di riya hilbijartinan de bikaribin destkeftiyên jinan biparêzin û demukrasiya raste rast pêkbînin”.

‘Projeyên bi hevkariya civakê wê biserbikevin’

 

Şîraz Hemo wiha got: “Her projeyek ku ji nava civakê destpê bike wê biserbikeve, ji ber vê yek me ji civakê dest bi hilbijartinan kir, em navendiyê li ser civakê pêk naynin, biryara me di hilbijartinan de wê ji stûna gelêrî derkeve û girêdayî vê yekê jî civîn û nîqaşên berfireh derbarê hilbijartinan de bi civakê re hate vegotin, me bi hev re plansaziya hilbijartinan danîn û li gorî pîvanên civakê Kongra Star namzetên xwe diyar kirin û hilbjartin hate bi rêve birin. Wê şaxên civakê di nava meclisên şaredariyan de hebin. Û ji bo xizmeta civakê wê biryarên pêwîst derkevin”.

‘Parastina nirx û destkeftiyên jinê serkeftin e’

Şîraz Hemo wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo misogerkirin û berdewamiya serkeftina hilbijartinan pêwîste nirx û deskeftiyên şoreşa jinê bên parastin, bi vî ruhî tevlî hilbijartinan bibin her wiha bi rêxistinbûyînê wê hêza jinan xurtir bibe û li her qadan an navenda girtina biryaran bi îsrar cihê xwe bigirin”.

’Tevî êrîşan em ê hebin’

Şîraz Hemo got: “Hilbijratinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demeke ku dagrkeriya Tirk êrîşan dike li ser tevahî herêmê; derbas dibe, dewleta Tirk dixwaze bi riya şerê taybet û êrîşan îradeya gelên herêmê bişkîne. Her wiha bi riya hedefgirtina jinan armanc dike ku dengê jinan ji holê rake. Ji ber ku bi serkêşiya jinan ewqas têkoşîn û berxwedan tê kirin, çi şoreşên ku jin muhra xwe lê dixin biserdikeve û desthilatdariyê têk dibe, çiqas êrîşê bike û siyasetên qirêj li hember îradeya jinan bimeşîne wê serkeftina hilbijartinan bersivdayîneke herî mezine be. Her dem em ê hebin û li hember dagirkerî û desthilatdariyê şer bikin heta bighêjin azadiyê”.

Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de got: Bi saya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi qasî têkoşîn û fedatiya ku gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye wê demokrasî, wekhevî û azadiyê jiyan bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.