Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin

07/05/2024
in Uncategorized
A A
Şêniyên Qamişlo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya tevahî pirsgirêkan e.

Ev nêzî 3 salane tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Her wiha serlêdanên parêzeran û malbatê tên red kirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê kampaniyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî tên destpêkirin û çalakî tên li dar xistin.

Bi sedan ji jinên kantona Qamişlo ji tevahî pêkhateyan, her wiha jinên di saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan de tevlî meşa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abbdullah Ocalan bûn.

Meş ji hêla Kongra Star ve hate organîz kirin, di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan her wiha pankaratên li ser nivîsên( Ji Bo Rêber Apo Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî, Azadî û Edalet ji Rêber Abullah Ocalan re) hate hildan.

Meş ji taxa Kornîş destpê kir û nêzî çerxereya (Felahîn) rawestiya, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo di destpêka axafina xwe de tevahî şehîdên azadî û rûmetê bibîr anî û got: Em ê heta dawî li ber xwe bidin û riya şehîdên pakrewan bişopînin.

Şîraz Hemo di dewama axaftina xwe de wiha destnşan kir: Gelê ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kiriye wê her tim di nava têkoşînê de be û wê biser bikeve.

Şîraz Hemo got: Dijmin dixwest bi girtina Rêber Abdullah Ocalan roja gelê kurd û yên azadîxwaz tarî û tune bike lê ev plana dûrî nirxên mirovahiyê ji mijlê gelê berxwedêr û jina azad hate rûxandin. Îro li zêdeyî 100 navendên cîhanê kampaniyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpêkiriye berdewame.

Şîraz Hemû di dawî de got: Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îro em hene û li ser piyanin, bi vê felsefeyê civakê heqîqeta xwe nas kir û ev felsefe wê bibe kilîta çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.