Sala 1991 ji bo bakurê kurdistan di warê huner û çandê de weke miladekêye. Tekoşîna azadiye weke her qadê cîvakê, badorek mezin da ser çand û hunerê jî. Ez ji wan kesên bi şansim qu di dameziranadina NÇM de min cîh gir. NÇM taybe ji bo Kurdistana bakur wekê cîhek pîroz û saziyek bêhepa bû. tekoşîna Azadiyê bi cangorîtiyên hezar hevalan qada huner û çandê ji bin badora neyînî a dijmin derxistibû û înkara û qedexeya qirej êdî bi NÇM bê mene dima.
Ew dem em xebatkarê NÇM dibekû bi kurahî me Tevgera Azadî û zilma dijmin baş nedinasî, le her hevalek baş dizanî ku ger em wek gerîlla bi cangorîtî lî çand û hunera gel xwedî dernekevin, wê ev sazî bikeve bin badora sîxur û xayinan. Lewma jî me xwe wek gerîllayên çand û huner didît û di demek kurt de saziya me li tevahî bakur û li bajarên tirkan gelek badore mezin afirand. Ez minak bidimm, tişteku hati serê min bawerim gelek hevale me yên wê demê jî bi vê rengê zilma dijmin dîtin. Gelek car ji aliyên polesên tirkan hatim binçevkirin û tênê ji min re digotin: “ tu hunerê bike û ji ve saziya (terorîst! ) dur bisekine an na emê te wedakin”
Lê NÇM hê wê dem berhemên ber çav jî neafirandibû, dijmin dizanî ku ger em bi disiplîna gerîlla û bi terbiya hunerê kar bikin, wê di paşerojanda ev sazî badorek mezin çeke.
Divê mînakê de min xwest bînim birya me ku em îro din ava ewqas îmkan û derfetên mezin de, nikarin hunera resen biafrînin ji ber ku takekesî bi reya ruhê arabekê tevahî sazî û dezgehê me bê zar hiştiye.
En ku 1991heya 1994 li NÇM kar kirine baş dizanin, me rojê du dan xwerin dixwar, me digot: “ji ber ku gerîlla di zurufen pir dijwarda têdikoşe û bi rojan birçî dimine, dive em jî usabin”. Ev fikrandina me ne tiştekê erzan an jî radîkal bû, me bi vê rengê nefsa xwe kontirol dikir û me nedihîşt takekesî an jî arabesk bête nava me. Binerin û lekolîn bikin wan salan de NÇM berhemên her bi bador û li gor amatoriya xwe gelek serkeftî berheman afrandiye.
Takekesî mala huner û çande werankiriye, ruhe asê kirye kole û buye berdestê arabeska gemar. Mixabin îro ro ji bo kada çand û hunerê divê ew ruhê NÇM 1991 an pêpîste.
Her ku takekesî ket nava qada hunera me, em ketin bin bador çanda dijmin û geek ji me bun popilîs, doş bûn xwe wedakirin û dawî de bun bela serê civakê. Bi stranên ruh arabek û erzan goh li gohdaran qirêjkirin. Konser, şev, şahî, şîn, bîranînên ŞEHÎDAN, dewet tev bûn wek hev û nema tema hunerê.
Bi heviya guhertinên mezin û bi ruhê şoreşgerî ji takakesî û arabeske azad buyîna me…
Rotînda YETKÎNER