Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi armanca veşartina rastiyê dengê heqîqetê tê hedefgirtin’

07/05/2024
in NÛÇE
A A
‘Bi armanca veşartina rastiyê dengê heqîqetê tê hedefgirtin’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ronaz Silêman/Qamişlo

Parêzer Silêman Ehmed diyar kir ku PDK`ê derveyî xeta xiyaneta xwe sîstemeke çetetiye li hemberî şopdarên heqîqetê dide meşandin û got, “PDK’ê bûye sîstema çetetiyê, lewra rojnemevanê lêkolînerê heqîqetê Silêman Ehmed bê sûc revandiye û çarenûsa wî diyar nakin.”

PDK`ê ji dîrokê ve xiyanetê li hemberî gelê xwe dide meşandin û heta roja îro berdewam dike. PDK`ê bi dijminê gelê xwe re dibe hevalbend ji bo ku deng û berxwedana gelê xwe li ser cîhanê veşêre, rojnemevanên şopidarên rastiyê armanc dike, da ku rastî dernekeve û dijmin bi rehetî sûcên xwe li ser kurdan pêk bîne. Û yek ji berxwedêrên ronîkirina rastiyê ku bûye armanca sûcên hovane yên PDK`ê Rojnemevan Silêman Ehemed e.

Silêman Ehmed di ajansa Rojnews’ê de xebatên edîtoriya beşê Erebî dikir, dema ku di 1`ê Cotmeha 2023`an ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Herwiha di 25`ê Cotmehê de, dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê PDK`ê ve hat revandin û heta niha agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK`ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandin e.

212 rojnamevan daxwaza serbestkirina Silêman Ehmed kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29`ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku wî serbest berdin. 30`ê Nîsanê, Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12`ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were aşkerakirin. Di heman demê de 212 rojnamevan, nivîskar, xebatkarên saz û rêxistinên çapemeniyê daxwaz kirin ku zûtirîn dem rojnemevan Silêman Ehmed serbest were berdan.

Derbarê revandina rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve, Parêzer û endamê Insiyatîva Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Silêman Ehmed diyar kir ku sedema armancgirtina rojnemevanan ew ku rojnemevan lêkolînerê heqîqetê ye û wiha got: “Dema rastiya rojnemevaniyê tê naskirin, wê demê diyar dibe ku çima dibin armanca êrişên desthilatdaran. Rojnemevanî û rojnemevan bi taybet her kesê di ragihandinê de dixebite, lêkolînkirin û ronîkirina heqîqetê ye, bi taybetî ‘Ragihandina Azad’, lewra em dibînin sîstemên desthilatdar, nijadperest û kevneperest dijminatiya rojnemevaniya azad dike. Rojnemevanên ragihandina azad rastiya desthilatdaran ji mirovan re eşkere dike, mirov jî bi wê rastiyê bawerin. Herwiha sîstemên desthilatdar di derxistina heqîqetên xwe de, dawiya xwe dibîn, ji ber bercewendiyê wan dijî bercewendiyên gel û civaka ne, lewra di dîrokê de her tim rojnemevanên dengê rastiyê bûne armanca êrişên desthilatdaran.”

‘Sîstema PDK`ê dijî hemû bercewendiyên kurdewariyê ye’

Silêman Ehmed di berdewamiya axaftina xwe eşkere kir ku sîstema li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ne dûrî sîstemên desthilatdarin û wiha got: ” Salane cihê ku tundî, desthilatdarî û ne demoratîk lê heye, rojnemevan bi sedeman gotin yan nivîseke xwe tên revandin, kuştin û darzandin. Sîstema li Başûrê Kurdistanê jî tê meşandin, ne dûrî sîstemên desthilatdarin. PDK`ê sîstemeke desthilatdar, kevnperest û nijadpereste, ji ber sîstema PDK`ê dijî hemû bercewendiyên kurdewariyê ye. lewra dema rojnemevaniya azad yan rojnemevanekî lêkolînê li ser rastiya kurdayetiyê dike, rastiya doza gelê kurd ji cîhanê re raghîne, ji bo ku gelê kurd karibe xebatekê bike, da ku doztên wê çêbibin, êrîş li ser wan tê kirin, yek ji wan jî rojnemevan Silêman Ehmed e.”

‘Pêlan li ser rojnemevaniya azad a kurdî hene’

Silêman Ehmed anî ziman ku pilanên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker li ser rojnemevaniya azad a kurdî heye û wiha got: “Ev ne cara yekemîne ku rojnemevan, wek rojnevan Silêman Ehmed hat revandin, di heman demê de carnan malbatên rojnemevanan jî dema serdana Başûr dikin, bi sedemên nexweşiyê yan  serdanekî malbatî be têne girtin. Ne tenê di şexsê Silêman Ehmed de ev revandin pêk hatiye, lê pêlanek li ser rojnemevaniya azad a kurdî heye, ji ber dewleta Tirk a dagirker jî rojane bi rengekî hovane rojnemevanan digre û winda dike. Pêve girêdayî paytexta nato ‘Belcîka’ qaşo Belcîkiya xwe sîstemeke demoqrat dibîne, gotina azad û rojnemevanî lê serbeste, lê em dibînin bi rengekî herî hov derngî şevê girtin ser di destgehên me yên ragihandinê ‘Stêrk TV û Medya TV’ ev jî dide diyarkirin ku li her derê sîstema desthilatdariyê şerê heqîqetê dike, bi taybet di hundirê Kurdistanê de, ji ber sîstema QDP`ê ya desthilatdar a ne rewa di hundirê kurdistanê de, tenê bûye mekînîzma dagirkeriyê, bi rengekî tundî li ser rojnemevanan.”

’PDK`ê sîstema çetetiyê li hemberî heqîqetê dide meşandin’

Parêzer û endamê Insiyatîva Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “PDK`ê rojemevanan direvîne nade dadgehkirin û nebêje ji bo çi sûcî tên revandin, ji ber tu rastî di destê wê de tûneye. PDK`ê bûye mîna çeteyan, mirovan birevîne û bavêje zindanan kes nizanbe jiyan dike yan miriye. PDK`ê derveyî xeta xiyaneta xwe sîstemeke çetetiye li hemberî heqîqetê dide meşandin. Em ji cihên parastina mafê rojnemevanan dixwazin ku li rojnemvan û şopîdarê heqîqetê Silêman Ehmed, herwiha li ragihandina kurdî xwedî derkevin. Beşekî mezin ji heqîqeta cihanê bi ragihandina kurdî re rû bi rû ye. Hêviya me jî heger ku sûcên Silêman Ehmed hebin bên diyarîkirin û em dibêjin QDP`ê ku dev ji sîstema çetetiyê berde û li xeta welatparêziyê veger, ji ber tucarî dijmin welat ji mirov re nabe neyar.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.