Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belgefîlma Jinwar yekem belgefîlme ku ji bo jinê hat pêşandan

06/05/2024
in Uncategorized
A A
Belgefîlma Jinwar yekem belgefîlme ku ji bo jinê hat pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Îro Belgefîlma Jinwar li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna şêneyên Kantona Cizîrê, nûnerên Saziyên Rêveriya Xweser, şêneyên gundê Jinwar û hwd… hat pêşandan.

TEV_ÇAND bi tevkariya Komîna Fîlm a Rojava, Jinwar û Laqêr Fîlm, Belgefîlma Jinwar weke yekem car bi tevlîbûna şêneyên Kantona Cizîrê, nûner û endamên Saziyên Rêveriya Xweser, şêneyên gundê Jinwar, rewşenbîr, mamoste tevgerên jinan, dan pêşandan.

Naveroka wê li ser şêweyê jiyana jinan ku di hundurê gundê Jinwar de tê jiyankirin herwiha danasîneke ji gundê Jinwar re ye. Di heman demê de jî diyarkirina astengiyên ku derdikevin pêşberî jinê di gundê Jinwar bi xwe de. Wekî tê zanîn jî gundê Jinwar girêdayî navçeya Dirbespiyê ye û ji sala 2017’an de hatiye avakirin.

komîna Fîlm a Rojava bi tevkariya TEV_ÇAND, Gundê Jinwar û Laqêr Fîlm di afrandina Fîlmê Jinwar de beşdar in.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka ku ev gund ê ku li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo hateye avakirin ve, dîmen ji bo çêkirina Belgefîlmê Jinwar heya 2020’an hatin tomarkirin. Êdî kêlî bi kêlî ji jiyana gundê Jinwar dîmen ji bo belgefîlm hatin qeydkirin. Jê û bi şûn de jî heya sala 2024’an karê montaj, werger, reng û deng li ser hat kirin.

Ev fîlm weke yekem fîlm ê bi taybet jinê ye ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê çêkirin.

Di destpêkê de hemû kesên beşdar ji aliyê komîteya amadekar ve hatin vexwendin. Piştre jî weke axaftina destpêkê û danasîna vî belgefîlmî ji aliyê komîteya amadekar ve hat gotin.

Belgefîlm ji derhîneriya Nadiya Derwîş e, dirêjahiya vî belgefîlmî 40 deqe ye, lewma kesên beşdar 40 deqeyan bi kêfxweşî li Belgefîlmê Jinwar temaş kirin.

Piştî ku belgefîlm bi dawî bû derhênera Belgefîlma Jinwar Nadiya Derwîş, sipasiya hemû kesên beşdar û saziyên ku keda xwe di ber vê belgefîlmê de dane, kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.