Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê bi hostebûna hunerên destan îlhamê didin jinan

05/05/2024
in Uncategorized
A A
Li Reqayê bi hostebûna hunerên destan îlhamê didin jinan
Share on FacebookShare on Twitter

Julia Abû Zar û Hatîce Al-Mazal ên li Reqayê bi projeyên ku bi hostebûna hunerên destan re çêdikin ji bo gelek jinan dibin îlham, peyam dan ku her gava jinan a biserketî sûd dide refaha civakê.

Hunerên destan ên ku bi bandora pêşketinên teknolojiyê ber bi windabûnê ve diçin, ji aliyê jinan ve ji nifşekî vediguheze nifşekê din. Julia Abu Zar û Hatîce Al-Mazal ên li bajarê Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn jî, bi çêkirina berhemên hunerên destan re hem debara xwe dikin û hem jî bi vê hunerê ji bo jinan dibin mînak.

‘Daxwazên ji bo berhemên me roj bi roj zêde dibe’

Julia Abû Zar a 40 salî ku ji gelê Ermenî ye, xalîçeyên destan ên ku di temenekî biçûk de bi alîkariya dapîra xwe fêrî bûye, fêrî keça xwe dike. Julia Abû Zar, diyar kir wek jin hewl didin hunerên destan ên ku bi bandora pîşesazîbûnê re bi demê re dest bi windabûnê dike, biparêzin û wiha got: “Ji ber bedewî û hostatiya karê me, daxwaza ji bo berhemên me roj bi roj zêde dibe.”

Xebatên ku li male çêkir veguherand proje

Julia Abû Zar, diyar kir ew di karê morîkan de jî hostebûye û wiha got: “Li ser daxwaza xizm, hevjîn û dostan û taxan berhemên xwe li malê çêdikir. Li ser daxwaza zêde ez çûm Navenda Hîlala Zêrîn û xebatên xwe veguherand proj e. Ez beşdarî gelek pêşangeh û çalakiyên cuda bûm. Ez bazinên ku çêdikim, li gorî pîvanên destan dîzayn dikim. Ez ji xeynî bazinan, tesbîh, toqeya por û şalên keziyên bi tayên hirî jî çêdikim. Ez hertim hewl didim rengên ku bi hevdû re xwişkin bînim cem hev. Ji bo karê me pêwîstî bi sebir, afirînerî û baldariyê heye.”

‘Bi saetên dirêj rûniştin û derzî bikaranîn mirovan diwestîne’

Julia Abû Zar, gor di civaka Ermenî de zarokên keçan di hunera destan de hoste dibin û wiha got: “Zehmetiyên karê me jî hene. Bi saetên dirêj rûniştin û derzî bikaranîn mirovan diwestîne. Bi demê re zirar dide çav û pişta min. Ji ber vê yekê ez dem bi dem navberên kurt didim. Ez li gorî xizîkên çêdikim rojê ji yekê zêdetir bazinan çêdikim.”Julia Abû Zar, diyar kir ku şert û mercên xirab ên aborî û bilindbûna dolar bandoreke neyînî li buhayên bazarê dike û da zanîn malzemeyên ku ew bikartîne hemû bihabûne.

Julia Abû Zar, da zanîn ji bo ev hûnerên destan tune nebin û derbasê nifşên pêşerojê bibin, divê zêdetir piştgirî bê dayîn û wiha got: “Divê jin di parastina çand û hunerê de rol bigrin. Ez xîret û rûmet im ku dikarim hunerek ku ji dapîra min mîrate maye biparêzim.”

Dema daxwaz zêde bûn kargeha xwe vekir

Şêwekara aksesûar Hatîce Al-Mazal jî, diyar kir ew ji zarokatiya xwe ve bi hunerên destan re eleqedar dibe. Hatîce Al-Mazal, diyar kir şêwekariya aksesuarê di destpêkê de li malê dîzayn kir û wiha got: “Min ji bilî siparişên ji bo gelek zêrfiroşan, li ser înternêtê jî firot. Ev nêzîkî sê salan berdewam kir, lê roj bi roj zêdebûna daxwazan re kargeha xwe vekir. Tişta aksesûarên dest ji endustriyên bazirganî yên nûjen cuda dike, bi kalîte, bedewî, balkêş û zerafeta tên hilberandin e.”

‘Ez bi xêzkirinên çêdikim re wateyên cuda didim qezenç kirin’

Hatîce Al-Mazal, da zanîn li ser berdaqên sihûn û seramîkan li gorî rengên tê xwestin wêneyan çêdikim û wiha got: “Bi jêhatiya xwe ya xêzkirinê û hunera destan dikim yek, wateyek din didim qezenc kirin. Berhemên hunerî yên ku ez çêdikim ji min re dibe alîkar ku dema xwe ya vala bi xebatên kêrhatî tijî bikim. Her wiha sûd dide civakê jî. Piştî min dikan vekir, karê min hîn baştir bû. Weke jin di jiyana kar de cih girtin, di heman demê de dibe sedema xwebaweriya me zêde bibe. Divê jin heta bigihêjin jêhatîbûna xwe çi li malê çi li derve di pîşeyekê de bixebitin.”

‘Her gava jinê ya serkeftî kêrî refaha civakê tê’

Hatîce Al-Mazal, diyar kir bi qursên vekir re îlham dide gelek jinan û wiha got: “Serkeftina projeya min îlham da gelek jinan. Piştî ku jinan projeyên xwe çêkirin, min hewil da zêdetir proje çêbikim. Her gavekî serkeftî ya jin bi tena serê xwe tavêje, sedema pêşketin û refaha civakê ye.” Hatîce Al-Mazal, bal kişand ser hin zehmetiyên karê xwe û wiha got:

“Di peydakirina hin malzeme û amûrên ku li herêmê tune, ez zehmetî dijîm. Ji ber vê yekê divê ez ji deverên derdor bikirim. Ev asteng dike ku karê min di dema xwe de biqede. Di heman demê de westandina laş jî heye. Lê piştî qedandina sêwirana her perçeyek, ev westandin vediguhere kêyfê. Bi taybetî ji ber ku min di hunera hunerên destan de şopeke xwe ya cuda hişt, ev yek min motîve dike ku karê xwe bidomînim.”

‘Divê jin destûr nedin kevneşopiyên kevnar wan sînordar bike’

Hatîce Al-Mazal, bi bîr xist ku bajarê Reqayê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê de pêvajoyek tarî jiyan kir û diyar kir ku bi rizgarkirina bajêr re jinan di gelek war û pîşeyan de dest bi xebatê kirin. Hatîce Al-Mazal, destnîşan kir ku jin niha gelek projeyan bi rê ve dibin û peyam da  jinan ku divê xwe bi pêş bixin û ji her cure derfetan sûd werbigirin û destûr nedin ku kevneşopî û adetên kevnar wan bi tenê bi mal û malbatê re sînordar neke.” NÛJINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.