Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Zewaca temen biçûk siberoja jinan tarî dike’

05/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Zewaca temen biçûk siberoja jinan tarî dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Piştî şoreşa Sûriyeyê diyardeya zewicandina zarokan pir zêdebû, nemaze li herêmên ku di bin detshilatdariya DAIŞ`ê debû ku her tiştên ku bandorên neyinî li ser civakê dike belav dikir, lê piştî rizgarkirina wan herêman ev diyarde kêm bû , lê hîn berdewam e.

Zewicandina zarokan binpêkirineke li tevahî cîhanê belavbû ye, lê di sedsala 20`an de pirs û lêkolîn derbarê vê diyardeyê de derkete pêş. Gelek hikumetên cîhanê êdî ev zewac red kirin û qanûnên mafên zarokan danîn û diyardeya zewicandina zarokan kêm bû, lê li hin dewletan hîn ev diyarde heye. Zewaca zarokan zewaceke ne fermî ye ji bo zarokên ku di bin sala 18`an de ye û hên negihiştiye temenê zewacê.

Derbarê zewaca di temenekê biçûk de Rêvebera Mala Jinê ya kantona Qamişlo Behiya Murad ji rojnameya me re axivî.

Sedemên belavbûna diyardeya zewicandina zarokan

Rêvebera Mala Jinê Behiya Murad bal kişand ser sedemên belavbûna diyardeya zewicandina zarokan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Piştî şoreşa Sûriyeyê diyardeya zewicandina zarokan zêdetir bû, ji ber rewşa penaberiya bi zorê, şert û mercên zehmet di encama şerê rûdayî de, her wiha dagirkirina hin herêman ji hêla DAIŞ’ê ve ku şênî ji tirsa revandina keçan ji hêla rêxistinê ve ew di temenekî biçûk de dizewicandin, yek ji sedeman jî xizanî ye ku malbat keçên xwe dizewicînin da ku barên wan sivik bibe nemaze kêmbûna hişyarbûna civakî rê li ber vê yekê zêde kir”.

Bi avabûna Mala Jinê rê li ber zêdebûna vê diyardeyê girt

Behiya Murad wiha domand: “Ji ber zêdebûna pirsgirêkên têkildarî jinan, hewildanên çareserkirina van pirsgirêkan, parastina mafên jinan û wekheviya jin û mêr misoger bike, Mala Jinê di sala 2012`an de hate avakirin û qanûna jinê hat raghandin. Bi vekirina mala jinê gelek rewşên zewicandina zarokan hat sekinandin û heta astekê rê li ber vê diyardeyê hat girtin”.

Derencamên zewaca di temenê biçûk de

Behiya Murad bal kişand ser encamên neyinî yên vê diyardeyê: ” Zewicandiana di temenê biçûk de bandorê li ser tenduristiya jinên ku di temenê biçûk de zewicîn ji aliyê fîzîkî û derûnî û hwd.. dike”.

“Ji hêla xwendinê: Ji mafê xwendinê bêpar dimîne êdî nizane çawa bi derdora xwe danûstendinê bike, kesayeta wê ya civakî pêşnakeve, bê xwebawerbûn pê re çêdibe, nezanebûna xwedîkirina zarokan û ji hişyarbûna tenduristiyê dûr dikeve, ev yek gelek xeteriyan bi xwe re tîne”.

“Ji hêla derûnî: Dema ku jin di temenekî biçûk de dizewice berpirsyartiyên mezin hildigre ser milê xwe, ev yek bi awayekî mezin bandorê li ser derûniya jinan dike.

Ji ber ne amade ye ku rastiyeke wisa jiyan bike, li vir aloziyeke xemgîniyê dijî”.

“Ji hêla fîzîkî: Di zewicandina jinên di temenê biçûk de gelek nexweşiyan bi xwe re tîne, ji ber ku hîn laşê wê temam nebûye û tehmûl nake ev nexweşî êdî pê re dimîne heta ku mezin dibe û girantir dibe”.

Girêdayî xalên jor Behiya Murad got: “Nemaze ji ber zewicandina di temenê biçûk de rewşên berdanê di civakê de zêde dibin, ev yek bandoreke neyinî li ser civakê bi tevahî dike”.

Hin çareseriyên rawestandina vê diyaredeyê

Behiya Murad wiha gotinên xwe berdewam kir: ” Ji bo rê li ber vê diyardeyê bê girtin, li gel pirjinî û tundiya li ser jinê sala 2014`an qanûna jinê hate raghandin da ku kesên van binpêkirinan dikin bên muhasebekirin, heta niha gelek rewşên zewicandina zarokan hatin sekinandin, gelek semîner, çalakî û perwerde hatin dayîn derbarê hişyarkirina vê mijarê de, qanûna jinê hat naskirin. Her wiha di sala 2023`an de navê qanûnê veghurî qanûna malbatê. Wekî din divê rewşa jiyanî ya gel bê başkirin.

Cezakirina kesên ku zarokan di temenê biçûk de bizewicînin

Behiya Murad bal kişand ser cezayê kesên ku vê qanûnê pêk neyîne û wiha domand: ” Ji xwe kesên ku zarokan di temenê biçûk de bizewicîne cezayê wê ji salekê heta 3 salan e û xerameta wê jî heye. Li gorî xebata mehekê ya Mala Jinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê 3 rewşên zewicandina di temenê biçûk de hebû, hin ji wan hatin sekinandin û hin jê hîn li ser xebat tê kirin”.

Di dawî de tevî hebûna gelek sedemên ku dibe alîkar di belavkirina vê diyardeyê de, lê rawestandina wê erkeke li ser milê sazî û rêxistinane û divê li ser vê yekê kar bikin. Dibe ku hikumet qanûnan derxînin ji bo rê li ber vê diyardeyê bigrin, kesên ku van qanûnan binpê bikin pêwîste ku bêne cezakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.