Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi têkoşîn û berxwedanê wê  Rêber APO azad bibe

04/05/2024
in NÛÇE
A A
Bi têkoşîn û berxwedanê wê  Rêber APO azad bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan, ya endama Komeleya Asrin Razîye Ozturk,destnîşan kir ku, ti mafên asayî yên Rêber Apo nayên bicihanîn û cîhan û sazîyên peywendîdar bê deng dimînin. Her wiha Raziye Ozturk diyar kir ku tevî  hemû hewldanên ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Apo, lê heyanî neha tu agahî girêdayî rewşa Rêber Apo nehatine bi dest xistin.

 25’ê Adara 2021an ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê meşandin.  Girêdayî rewşa Rêber Apo û tecrîda giran ya ku li hemberî wî tê meşandin, parêzer Raziye Ozturk bersiva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wiha ye.

 Sedem çiye ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin?

Weke tê zanîn, ji alîyê dewleta tirkîyê ve bi cezayê heta hetayê yê girankirî li ser Rêber Apo hatîye birîn. Tê wateya ku mirovek heta jîyan bike li zîndanê bimîne. Gorî rêgez û zagonên dewleta tirk ya dagirker bi cihekê tene serê xwe dimîne, gor girtîyên dî hevdîtînên malbatê, çalakîyên civakî, hevdîtinên telefonê li gor girtîyên di astekê kêmtir deye. Lê dîroka 18’ê Adara 2014 an de dosya 2. mîn ya Rêber Apo Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa (DMME) ev bîryarên derheqê Rêber Apo da tên meşandin, weke zext û nêzîkatîyên derveyê hiqûqê nirxand. Ev biryar li gorê zagonên DDME binpêkirine û DDME gor zagonên heyî derheqê komara tirkîyê de biryar girtbû û daxwaz kir ku ev zagonên heyî turkîye derheqê Rêber Abdullah Ocalan da bên guhertin. Lê komara tirkîyê ev biryar jî guhdar nekir û komîteyên wezîra gorî vê biryarê ne meşiya berovajî tecrîd girantir kir.

Hûn nêzîkatîyên (CPT)ê  di derbarê Rêber Apo de çawe dinirxînin?

Sibata 1999’an heya roja me ya îro di alîyên sazîyên navnetewî û xwecihî ve heya niha çi serlidan ji bona Îmralî nehatîye kirin.  Erka CPT yê, serlêdana Îmralîyê bike, lê CPT’ê ev erka ku dikeve ser milê wê pêk neanî. Heya niha  pêşketinek erênî çênebûye, ev jî serlêdana CPT’ê ya 22’ê Îlona 2022 bû. Ev serlêdan, ji ber piştî axaftina telefonê ya Rêber Apo gel birayê xwe Mihemed Ocalan kirî ya dîroka 25’ê Adara 2021’an ya dawî bû, girîngîyek xwe hebû,. Ev helwest û nêzîkatîyên CPT nayê qebûl kirin û çi hincetên vê rewşê tine ne. Ev dide xuyakirin ku CPT’ê û dewleta tirkîyê mîna hevkarên hev tevdigerin. CPT’ê jî li gorî rêgez û zagonên navnetewî tevnagere.

Di kesayeta Rêbr Apo de qirkirina gelê Kurd tê meşandin?

Dîlgirtîyên ku di zindanên dewleta tirkîyê de tên girtin ji bona şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah ocalan tê meşandin, dîroka 27’ê Mijdara 2023’an girevên birçîbûnê dan destpêkirin û ev 130 rojin di çalakiyêdene û biryardarîyek mezin tê berdewam kirin. Ji bona bal bikşînin ser tecrîdê gireva birçîbûnê dawî kirin, û derbasê qonaxa duyemin bûn, ew jî di çarçoveya hevdîtina malbatê, telefon parêzer bayqot kirin. Tê zanîn ev girtî jî rewşeke pir zehmet dijîn, lê ruxmê vê jî gavekê şûnde navêtên. Mafên wan jî pir sînordarin, lê dest bi vê çalakîyê kirin. Wek herdem jî berteka herî mezin ji bo tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîyên din tê meşandin.  Wan mirovan ji ber sedemekê ji rêzê mafê azadîya xwe winda ne kirin. Encama dîlgirtina wan ser bingeha mafê azadîya gelekê xwestin û ser wî bingehê têkoşîn kirin. Ev biryardarî û vîna gel wan heye û tevî hemû zextên tên meşandin jî biryardarîyek mezin, bertek û çalakîyên xwe dimeşînin û xwedî Rêbertî û hevalên xwe derdikevin.

Di kesayeta Rêber Apo de qirkirina gelê Kurd tê meşandin. Ji bona vê yekê bangawazîya me ji bo malbatên girtiyan, gelê kurd û hemû mirovên aşîtîxwaz û demokrat, ew e, ku têkoşîna xwe mezintir bikin û piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di girtîgihên Tirkiyê û Kurdistanê de. Her wiha pêwîste ku kar û xebateke bê sînor were meşandin, ji bona ku demldest ev zext û tecrîda ser Rêbertî dawî bibe û rêber Apo fîzîkî azad bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.