Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

87’yemîn salvegera Komkujiya Dêrsimê

04/05/2024
in NÛÇE
A A
87’yemîn salvegera Komkujiya Dêrsimê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk 4’ê Gulanê 1937’an de bi biryarnameya lijneya wezîran a meclisê, li Dêrsimê dest bi komkujiya gelê kurd kir. Tevî ku bi dehan sal di ser komkujiyê re desrbas bûne jî, lê polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd di roja me ya îro de jî berdewam e.

Komkujiya Dêrsimê di dîroka nêz a Kurdistanê de yek ji wan komkujiyan ku bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin, sirgûnkirin û asîmîlekirin. Tevî ku bi dehan sal di ser komkujiyê re desrbas bûne jî, bandora komkujiyê roja me ya îro berdewam e.

Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar lê, li gorî gelê Dêrsimê yên bûne şahidên komkujiyê, herî kêm 70 hezar kurdên dêrsimî hatine qetilkirin. Gelek belge hene ku şahidiya vê qetlîamê dikin. Bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr bi gazên kîmyewî, bombebaranan û bi gelek awayên cur bi cur ên hovane li gund, şikeft, çeman hatin qetilkirin.

Ji ber kurdbûn û elewîtiyê, Dêrsim di çavê dewletê de keleha dawî ya kurdan a berxwedêr bû ku diviya destwerdan lê bihata kirin û ji holê bihata rakirin. Dewleta tirk tenê bi komkujiyê nema, piştî komkujiyê bi dehhezaran kurdên Dêrsimê ji warê xwe hatin dûrxistin. Ji bo wan asîmîle bikin bi hezaran keç û xortên dêrsimî di çerxa xedar a asîmîlasyonê de hatin helandin. Dewletê bi vê komkujiyê xwest Dêrsimê ji kurdîtî û elewîtiyê safî bike.

 ‘Roja Reş’

Welatiyên Dersîmê di 4’ê Gualan 2010’an de roja destpêkê ya komkujiyê wek “Roza Şiyaye” ango “Roja Reş” ragihand. Nûner û pêşengên rêxistinên Dêrsimê ji 2010’an roja 4’ê Gulanê qurnefîl bi çemê Mûnzûrê re berdidin û bi vî awayî kesên di komkujiyê de hatine kuştin bi bîr tînin. Her wiha ji bo bîranîna wan luqme belav dikin.

Her wiha girêdayî kumkujiya Dêrsimê konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Dersimê daxuyaniyek da û got: “Divê em têkoşîna xwe sist û lewaz nekin. Divê hesabê jenosîda Dêrsimê ji dijmin were pirsîn.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera Terteleya Dêrsimê ku 4’ê Gulana 1937’an bi biryara fermî ya dewletê hate kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Berî 87 salan, ji heft heyvî heta 70 salî gelê Kurd li Dersimê hate qirkirin. Komkujîyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersim û Dersimiyan hate anîn. 4’ê Gulana 1937’an bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkê Dersimê hate kirin. Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar kirin û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Ev fermana qirkirina hemû xelkê Dêrsimê bû. Ya ku dewlet û hukûmeta Tirk bi serê gelê Kurd li Dêrsimê anî çi dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî. Ew biryara komkujiyê, ew ferman, ew polîtîka, ew tertele, îro jî berdewam e. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku çu caran jê neçe.

KNK di 4’ê Gulanê de vê jenosîda li Dersimê bi serê xelkê me hatiye anîn, piştî 87 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke din şermezar dike. Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser gelê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj de divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijmin de bi biryar bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dersimê divêt ji dijmin bête pirsîn. Jenosîda Dersimê nayê ji bîr kirin, divêt neyê ji bîr kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.