Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir

04/05/2024
in NÛÇE
A A
HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Gerîlayan 29 çalakî li dar xistin, 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine cezakirin û 1 helîkoptera Skorsky jî hatiye derbkirin. Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrîş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya meha Nîsanê eşker kir û wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi coşa Newrozê ketin biharê û bi ruhê berxwedanê meha Nîsanê pêşwazî kirin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe didomîne, di meha Nîsanê de jî bi heman biryardariyê berxwedana xwe berdewam kir.”

HPG’ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Artêşa dewleta Tirk a dagirker meha Nîsanê li eyaletên Bakurê Kurdistanê ji Dersimê heta Mêrdînê, ji Botanê heta Colemêrgê li gelek herêman operasyon pêk anî. Lê belê yek ji van operasyonan encamek bi dest nexist û gerîla Bakur bi biharê re ket nava pratîka salê ya bi berhemdar. Êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi şêweyê bomberdûmana hewayî û bejahî bênavber dewam kirin. Dewleta Tirk a qirker, mêtinger li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşî gerîla dike û ji bo armancên xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne û destek bigire gelek hevdîtin û bazirganiyên qirêj kirin. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker hewldana wê ya girtina destekê beriya êrîşa dagirkeriyê tê wateya ku li pêşberî berxwedana Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê zehmetî dijî û nîşan dide êdî bi tena serê xwe nikare tu encam bi dest bixe. Ji ber ku niha artêş û dewleta Tirk a dagirker bi zelalî dîtiye ku li pêşberî kûrahiya taktîkî, asta teknîkî, performanseke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî ku gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê bi dest xistiye, bi tena serê xwe nikarin encamê bigirin.”

HPG’ê di dwamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker ku vê rastiyê fêm kiriye, di 16’ê Nîsanê de bi awayekî bêdeng û bêyî ku di medyayê de bê parvekirin li dijî Metînayê dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Bi desteka PDK’ê gav bi gav li qadê bi cih bûn û gav bi gav bi pêş ve çûn esas hat girtin. Tevî ku dest bi êrîşeke dagirkeriyê ya bi vî rengî kiriye jî, bi awayekî vekirî ranegihandiye. Artêşa Tirk a dagirker û çapemeniya şerê taybet a faşîst ji aliyekî ve êrîşa dagirkeriyê ya ku daye destpêkirin ji raya giştî veşart û li aliyê din jî derewên ku dibêjin hema hema her roj hêzên me windahî dane, servîs dike. Di berxwedana meha Nîsanê de hevrêyên me Ararat Herekol, Berjîn Yilmaz û Zîn Zagros gihîştin şehadetê û nasnameyên berfireh ên her sê hevrêyên me bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hatin eşkerekirin û parvekirin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di têkoşîna salê de hê bêhtir bi biryar bûne, di taktîkê de pispor bûne, xwe ji her alî ve amade kirine û bi hakîmiyetek mezin a psîkolojîk ketine nava têkoşînê. Li ser vê bingehê hêzên me yên ketin nava salê, ji bo têkbirina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger, wê bi heman biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna xwe bidomînin.”

Bîlançoya meha Nîsanê

Bîlançoya meha Nîsanê wiha ye:

-Êrîşên bi balafirên şer: 279

-Êrîşên bi helîkopterên êrîşê: 30

-Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 11

-Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 9

-Êrîşên bi çekên kîmyewî: 1

Çalakiyên gerîla

-Çalakiyên giştî yên gerîla: 29

-Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 12

-Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 3

Alavên hatin îmhakirin

-Çeper: 1

-Sîstema Radarê: 1

-Kamera Mobesse: 8

-Projektor: 1

Çek û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin

-Çeka ferdî ya MPT-55: 1

-Dûrbîna çekê: 2

-Fenera serî: 1

-Berçavk: 1

Ya ku derb lê hatine xistin

-Helîkoptera Skorsky: 1

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.