Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mifteyê çiyayên Kurdan di destê şervanên azadiyê de ye!

01/05/2024
in Uncategorized
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Gelo Çarenusa Tayip Bi Destê Kê ye!

Volqan Elî

Ji çend mehan e pê de di serî de Tayip Erdoğan û hikumeta wî propagandayekê dikin: “Em ê vê havînê PKK’ê beqedînin”.

Ev gotina hêzên dagirker ne tiştekî ecêb û ji Kurdan re xerîb e. Bi taybetî piştî pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ev gotin kete devê komara dagirker a Tirk. Wê demê yên ku temenê wan têrê bike, yan jî di çapemeniyê de şopandibin, ji belgeyên dîrokî xwendibin dizanin. Turgut Ozalê merhum, hema bêje nû ‘gula desthilatdariyê’ bêhn dikir. bi vê hemleyê-derbeyê gej û mêj nebûyibe jî, wekî hemû dagirkerkeriya Tirk fêm nekiribû ku çi qewimiye; yan jî nexwestibûn fêm bikin.

Werhasil ji dagirkeriya Tirk re bûye adet û kevneşopiyekê; kijan grûb-partiya (CHP-AKP-MHP ferq nake) wan bêje “em ê kokê Kurdan biqelînin”, ji dewleta kur re ferq nake; Îslamî dibe, faşîstên reş yan jî spî dibe, ti ferqa wan tine. Dikare di demeke kurt de ji bo ku ew bibe desthilat, derfet û îmkan bidê.

Di vê derê de tenê hinekê ferq û cudahiyeke biçûk heye: heta bi niha artêşa Tirk a dagirker bi piranî di destpêka biharan de tevgerên dagirkeriyê yên pir mezin ku ew jê re operasyon dida destpêkirin wisa digotin. dewleta dagirker a Tirk û serkêşê wê yên niha Tayip Erdoğan-Dewlet Bahçeli, vê carê hê nebibû bihar ev gotina xwe kirin, “em ê vê havînê PKK’ê biqedînin”. Ji ber çi ji ku gerîlayên azadiyê vê zivistanê, nesekinîn. Bi fedekarî û lehengiyeke pir ji quweta mirov zêdetir, di nav bi metroyan berf de çûn ser dijminê xwe û bi rastî jî ‘kokê wan qelandin’. –Malbata Barzanî jî neçar ma, bi erebe û hestirên xwe cenazeyên wan bikişîne û bibe, teslîmî Tirkan bike-.

Ev gotinên me nayên maneyê ku hêzên dagirker û berdevkên wan ên demkî (wekî faşîstê Tayip û Dewlet,) hema kêngî kêfê wan bixwaze, were berdevê wan vê axaftinê dikin. kengî vê axaftinê dikin? Yan ji hêzên azadiyê derbeyeke pir mezin xwarine, ji bo ku gelan bixwapînin; yan ji bo ku grûb û partiya xwe bikin desthilat, wekî bawerî bidin dewleta xwe; yan piştî amadekariyeke dûr û dirêj wekî li dijî gelê Kurd şerekî seferberiyê bidin destpêkirin vê axaftina xwe ya bê oxir dikin. hewce dike gelê Kurd dijminê xwe bi cidî bigire: bi taybetî jî dagirkeriya Tirk!

Çima em vê dibêjin? Wekî me gotî; piştî hamleya dîrokî ya zafer a 15’ê Tebaxa 1984’an serokwezîrê merhum ê dagirkeriya Tirk Turgut Ozal bû. wî ev agahiya derb xwarinê ez ne şaş bim li Antalyayê girtibû. Tê bîra min, wê demê di TRT’de bi şortê xwe yê behrê wisa derketibû ber şaşikê Tv’ê. bi wê bejna xwe ya kurt û glover derketibû û digot; “ev karê çend şakiyan (terorîst) e, destê leşkerê me li ser patika wan e. Em ê di çend saetan de wan xelas bikin”. dem derbas bû, dewran borî; di ser re nêzîkî neh sal derbas bûn. Bi ziman gotin yan jî nivîsandin dibe ku hêsanî be. Lê heya bi 1993’an bi deh hezaran gerîla û gundî û welatparêzên Kurd şehîd bûn. Lê Ozal nekarîbû ne gelê Kurd û ne jî şervanên wî biqedîne. Bi ser de jî neçar mabû, ji dûr ve jî bi Kurdan re diyalog bike.

Vê yekê hişmendiya dagirkeriya dîrokî ya dewleta Tirk pir ecz kir û pir qehirand. Zêde derbas nebû, Ozal ji nişkê ve bi celteya dil mir (!) yanî çi bûyî bû? dewleta wî, dema ku wî nekarîbû soza qedandina Kurdan pêk bîne, jahr dabû Ozal û ew kuştibû. Vê ne em tenê dibêjin, malbata wî bi xwe dibêje.

Vê carê, em werin li ser Tayip û Dewlet Bahçelî. Yê dawî, Bahçelî ne tê de Tayip Erdoğan û AKP’ê hem parçeyekî projeya hêzên emperyalîst e û hem jî ew soza qedîm a ‘em ê Kurdan di nava demeke kurt de xelas bikin’ daye dewleta dagirker a Tirk.

Niha xuya dike, faşîzma Tayip û Bahçelî nekarîbûn kokê gerîla û gelê Kurd biqelînin. Ya din jî ew e. dema ku emperyalîzmê Tayip Erdoğan û AKP ji bo desthilatdariya Tirkiye amade kiribûn, hesabê wan ew bû; Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn bikin welatekî model ê Îslama siyasî. Tayip bi gelek kirinên xwe berewajiya wan hesaban ket DAIŞ, tifaqa li cem Rûsan û hwd.)  herî dawî Tayip û AKP Hamas kişî ser Îsraîlê kir; hemû planên hêzên hegemon ê cîhanê xiste xetereyê. Li Enqereyê wekî ku bixwaze, DYE, YE û Îsraîl hwd bibaecîne, li gel Îsmaîl Haniye fotoxraf dide kişandin ( her hal tenê fotoxraf nakişîne, hin caran pere û hin caran jî taktîk pêş wî dike).

Dema ku mirov van hemûyan dide ber hev, ne dûr e celteya dil (mifte) yan jî cihekî din ê Tayip ‘kilîta (miftê) dilê wî jî wekî merhumê Ozal neyê girtin! Hewce ye dost jî dijmin jî ji bîr neke ku mamosteya/ê herî mezin dîrok e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.