Rojnameya Ronahî

Ji bo biranîna şehîd Nuda Gulbahar

Silava Welat

Rêber Apo dibêje: “Em Şehîdan naspêrin axê, em wan dispêrin dilê xwe.” Ji ber ku wisa  ye kes ji me xwe bi tenê hîs nake, hevalên şehîd dizanin ku li pişt wan hevalên wan hene û hevalên ku jiyan dikin dizanin ku ruhê hevalên wan ên şehîd li cem wa ye û wisa kes xwe bi tenê hîs nake. Ji ber di welatekî ku bi pîroziya xwe bûye xwedî rûmet.

Bê guman wê jinên resen kesayetên leheng jî derkevin. Her jineke ku li ser axa Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike tovên xwedewandên têkoşer di rihê xwe de dihewîne. Rêhevala Nûda jî bi heman hîsiyatê mezin dibe û hewildana bibe şopdarê felsefeya Rêber APO soza serkeftinê di axa piroz de tacîdar bike.

Min cara yekem di sala 2017’an de Heval Nûda naskir. Ez xwe pir bi şans dibînim, ji ber ku hevalek weke heval Nûda min nas kir. Ez çiqasî qala şehîd Nûda bikim jî ew ê kêm bibîne. Bi rastî jî, heqîqeta şehîdan em çiqas bînin ziman kêm dimîne, lê rastî ji dil de tê jiyîn. Pênasekirina hevaltiya şehîd Nûda bi serê xwe kelecanekê bi min re dide ava kirin. Ji ber heval Nûda wek navê xwe bû. Rastî jî her kêliyên jiyanê nû dida avakirin. Ji ber ku heval Nûda hem di kesayetiya xwe de û hem jî di kesayeta hevalên li derdora xwe jiyaneke nû dida ava kirin. Çawa di demsala biharê de nûbûyîna xweza çêdibe û pêre jî hatina biharê di dilê mirovan de kelecanê çêdike. Heval Nûda jî, weke guleke di nava vê xwezayî de diteyisî. Hezkirina heval Nûda li hember jiyanê pir mezin bû, ji ber ku ji jiyanê hez dikir, ew hezkirina xwe bi hevalên xwe re bi şervanên xwe re jî belav dikir.  Ew jî dibû sedema ku kelecanek pir mezin hem li hember jiyanê û hem li hember doza xwe girêdanekê çêbike. Ji ber wê jî bi xwe re têkoşîn dida meşandin. Rêber Apo jî dibêje: “Hezkirin kedê dixwaze.” heqîqet jî ev e. Heval Nûda jî xwedî vê kedê bû, ji jiyanê hez dikir, ked dida jiyanê, ji hevalan hezdikir li hemberî hevalên xwe ked dida. Ev taybetmendiya heval Nûda dihişt ku derdor jî hezkirina xwe bi jiyanê re mezin bike. Bi rastî jî, `ger hezkirin cewherîbe ew hêz dide jiyan û têkoşînê.` Ev jî di heval Nûda de pir li pêş bû.

Li gor naskirina min heval Nûda dema zarok bûye dîsa di jiyanê de di nava malbatê de jî, bi hêz bûye, bi çand hatiye mezin kirin. Çawa ku di zarokatî de zîrek bûye, dema me jî nas kir, bi vî rengî bû. Heman demê de jî di nava narîniya jiyanê de pir kûr bû. Ew taybetmendî ji  bo hemû şoreşgeran  girîng e. Ji ber wê jî heval Nûda di temenê xwe yê biçûk de bibû fermandar. Mirov dikare bêje ku fermandareke mezin û dil nizim bû. Bi şervanên xwe dida fêmkirin, ger mirov bixwaze bibe şoreşger pêwîst e destpêkê ji jiyanê hez bike û bi têkoşîna xwe, jiyaneke xweşik ava  bike. Hevaltiya heval Nûda bi qasî fermandar bû, ewqasî jî bi heybet bû. Hem hevaltiya xwe pir xurt dida jiyîn û hem fermandariya xwe jî, bi wî rengî bû. Ji bo vê hemû heval, ji şehîd Nûda pir hez dikirin û hevaltiya xwe bi heval Nûda re mezin dikirin.

Em deyîndarê hevalên şehîdin ku  hezkirin û ked dane û fêrî me kirine. Weke dawî jî, çawa Rêber Apo  dibêje: “Şehîdên me fermandarên me û ronahiya rêya me ne.” Careke din bi vê boneyê, di kesayetiya heval Nûda Gulbihar de û bi wesîleya bîranîna wê, di şexsê Heval Nûda de şehîdên Qereçoxê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim û soza xwe ya têkoşîn û serkeftinê dubare dikim. Em ê doza hemû şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û misoger bikin. Li ser van bingehan em hemû şehîdên me yên têkoşînê bi bîr tînin.