Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê dagirker têk biçin’

30/04/2024
in NÛÇE
A A
‘Wê bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê dagirker têk biçin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk ya dagirker di 16 Nîsanê de, careke din êrişeke berfireh li dijî Qadên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê da destpêkirin. Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko diyar kir ku bi saya berxwedana Gerîlayên wê êrişên dagirkeriyê careke din têk biçin.

Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê û bêdengiya hikumeta Îraqê, di 16’ê Nîsanê de li dijî Qadên Berxwedanê yên li herêma Metînayê ya li Başûrê Kurdistanê êrişên berfireh da destpêkirin. Dagirkerî dixwaze bi van êrişan qadên dagirkirî berfirehtir bike û Başûrê Kurdistanê jî ji her alî ve dorpêç bike. Li hemberî van êrişan gelê kurd li her derê daket qadan û êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re şermezar, herwiha gerîlayên azadiyê jî berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin û derbeyên giran li dagirkeran didin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Qadên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê, . Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko ji rojnameya me re axivî.

Ciwan siko da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî kurdan ne tiştekî nû ye û wiha domand: “Ji destpêka avabûna dewleta Tirk ve şerê hebûn, çand, ziman û nasnameya gelê kurd dike. Dagirkeriya Tirk ji destpêka avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê ve û heta niha bi 10’ê caran êrişî Qadên Gerîlayên azadiyê kiriye, her car bi heman armancê êrişên berfireh pêk tîne. Bi van êrişan dixwaze dagirkeriya xwe firehtir bike, tevahiya Başûrê Kurdistanê dorpêç bike û gelê kurd li her derê qir bike.”

‘Êrişên dawiyê hevkariya hikumeta Iraqê ya bi dagirkeriya Tirk re eşkere dike’

Siko da xuyakirin ku êrişên dewleta Tirk yên dawiyê hevkariya hikumeta Iraqê ya bi dagirkeriya Tirk re eşkere dike û wiha got: “Di dema dawiyê de dagirkeriya Tirk gelek caran bi riya berpirsên xwe yên payebilind serda Bexdayê kirine û li gel hikumeta Iraqê hevdîtin pêk anîne. Herwiha li gorî tê xuyakirin di van  hevdîtinan de li ser siyaseta qirkirina gelê kurd û armancgirtina Tevgera Azadiyê lihevgirinek di navbera wan de pêk hatiye. Hikumeta Iraqê di bin zexên dewleta Tirk a dagirker û ji bo hin mijarên wekî av, petrol û bazirganiyê heta astekê dagirkeriya Tirk ji xaka Iraqê re qebûl kiriye. Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên herî dawiyê yên li ser herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê hevkariya hikumeta Iraqê ya bi dewleta Tirk a dagirkere eşkere dike.”

‘Armanc ji êrişên dagirkeriyê qirkirina gelê kurd e’

Ciwan Siko diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi 10’ê caran êrişî qadên gerîla kiriyê û bi saya berxwedana gerîla tevahiya êrişên wê têk çûne û wiha got: “Wekî her car wê ev êriş û planên dawiyê jî bi saya berxwedanê têk biçin. Em tekez dikin ku çawa siyastên qirkirina gelê kurd yên berê têk çûnê, wê planên wan yên niha jî têk biçin. Dewleta Tirk herdem dibêje konekî gelê kurd li Efrîqiyayê jî hebe ezê biçim û wî konî têk bibim.  Herwiha herdem dibêje hikumeta Başûrê Kurdistanê hikumeteke nezane û bi kêrî ti tiştî nayê. Me dît di dema rîferandoam ku li Başûr pêk hat, yekem dewlet ku sînorên xwe bi Başûr re girtin û gef li hikumeta Başûrê Kurdistanê xwar dewleta Tirk a dagirker bû. Heta peyva Başûrê Kurdistanê jî  nabêjin, li şûna wê dibêjin başûrê Iraqê.”

‘Dem dema avakirina lêvegereke kurdî ye’

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko  bang tevahiya gelê kurd kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê  berxwedanê bilintir bikin û axaftina xwe wiha qedand:

“Em hêvî dikin partî û aliyên kurdî li dijî dagirkeran bibin destek. Ji tevgera Siyasî ya kurdî, her tevger û kesayeteke azadîxwaz li cîhanê tê xwestin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin. Her kurdek li ku dera cîhanê hebe pêwîste li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bike. Herwiha ji her kurdekî welatparêz tê xwestin ku ji şervanên rûmetê re yên ku li çiyayên azad berxwedaniyê dikin bibin piştgir.  Ji bo têkbirina êrişan berxwedaniyeke bi giştî tê xwestin. Nameya min ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re ku li hemberî êrişên dagirkeriyê bisekinin û alîkariya dijminê gelê kurd nekin. Çiyayê kurdstanê cihê berxwedanê ye û her dem dijmin lê bişkê. Dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan şerê tevgera azadiyê û gelê kurd dike, li hemberî wê divî lêvegereke kurdî were avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.