Ez dixwezim bi gotina pêşiyan ya ku dibêje her giya li ser koka xwe şîn dibe dest bi vê nivîsê bikim. Civak, ferd û mirovahî dema ku di zanista xwe de be dikare wateyê bide jiyana ew bi destê xwe diafirîne. Keda mirovan ya ji bo xweşikbûna jiyana welatên xwe didin, her tim bûye çavkanî ji kesên, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û tekoşeran. Jiyana mirovan, bi rastiya têkiliya bi hevrebûyînê hatiye xweşik kirin. Pakî, delalî, wekhevî, heskirin, exlaq, ked, dostanî, rêzdarî, bi hevrebûyîn, moral, bawerî û hêvî tev bi keda pîroz ya afrîneriya mirovan re peyda bûne. Bê yek ji van tewazina jiyana însan tê xirakirin. Ev nirxin, angu esasên lêkirina civakeke hebûna xwe bi wate dikêne. Ev taybetmendiyên ku me hîna jî kêm anîne ser ziman Jiyana mirovan dihune û dihêlê şêwa bigire. Welat, welatparêzî jî, van taybetmediyan di hindirê xwe de dihewîne. Pergala serdest di vê sedsalê de, cezayê herî mezin ku dide mirovan, wan ji xak, welat û koka wan qut dikê ye. Mirovahî weke topa ji qelekê biçe qeleya din lê hatiye. Ew top di dawî de yan tê qetandin an jî tê halekî wisa nema pê tê lîskandin. Dibe mînakekî gelekî çûrs be lê rastiya qêrîna îro mirovahî di wan deryayan de dide îfade dike. Deriya, bûne makîneya mirovan. Her roj bedanên însanan, di wan deriyayan têne hêrandin û berbi cihên nayên rizgarkirin ve diçin. Mirina ku ji bo mirovan weke çûyînekî watedar û pîroz dihate dîtin îro wateya xwe winda kiriye. Ji bo civakekê tişta herî dawî ji dest biçe îro di rêza yekemîn de ji dest diçe. Ew ji dest çûyîn mirina xwezayî an temam kirina temenê mirinê ye. Dema mirov li ser dîroka mirovahiyê dixwîne, dihizire û lêkolîn dike, qet rastî bê watebûyîna jiyana însan ya ku di vê demê de pê didin jiyan kirin nayê. Li hember vê rastiya bi êş û jiyana ne mafdar ku tê jiyan kirin Rêber APO, ji bo tevahî mirovahiyê bû heqîqetek nû derket ser dika dîrokê. Derketina Rêber APO, weke çirûskek ronahiyê hat ser sifra mirovahiyê. Rêberê gelan, Beriya her tiştî dest avêt koka jiyanê, angu jina êdî di halekî pêre nayê jiyan kirinê. Di rastiya xwe de, ji dest çûna jiyana mirovahiyê bi jina ji dest çûyî ve hate dest pê kirin. Lewma em karin bêjin îro rakirin û bilindkirina jiyana azad bi rakirina jinê dikare pêkan bibe. Jin û gelên tekoşer îro bedelan didin da ku carekî din nirxên jiyana mirov yên herî xwezî vegerînin. Felsefe û fikira Rêber APO xwe li ser hîmê jiyana rast bê jiyîn ava kiriye. Di nivîsandina vê hevokê de gotina Rêber APO hate bala min dibêje; “Ne girînge mirov dirêj jiyan bikê, ya girîng ewe tu çi li pişt xwe dihêlê ye.” Ger jiyanekî bi wate neyê jiyan kirin, tiştên bi wate jî nayên hêştin. Gelê Kurd di dayîna tekoşîna ji bo mirovahiya azad, îro wateya jiyanê diafirîne. Tevgerên şoreşgerî, çawa ku di dîroka mirovahî de bûne hêviyên jiyana azad, îro tevgera azadiya Kurd jî bi rola xwe ya dîrokî radibe û çanda şoreşgerî û çanda berxwedêr di mirovên tekoşer de ava dike. Tevgera şoreşgerî û azadiyê ya Kurdistanê, îro mîrasa hemû şoreşan dihewîne nav felsefa xwe ya jiyanê û tekoşîna derxistina hemû rastiyan û gihîştina heqîqetan dide. Yekane rêya çareserkirina jiyana hatiye berovajî kirin derxistina rastiya civakeke şoreşgerî ye.
Avesta AMARGÎ