460 rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê îmzeyên xwe dan.
Polîsan 23`yê Nîsanê bi ser avahiya kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ya li bajarê Dendeleu ê Belçîkayê de girtibû û ji bo serdegirtinê jî sedemek diyar nekiribû. Her wiha bi şev jî nehiştin xebatkarên kanalan bikevin studyoyan.
Her wiha polîsan deriyê odeya weşanê şikandibû û amûrên tê de wêran kiribûn. Nêzî 200 polîsan 4 saetan lêgerîn di avahiyan de kir û dest danî ser kompîtur û alavên din.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo piştgiriya herdû kanalan, 26`ê dest bi hemleyekê bi dirûşma “Stêrk TV û Medya Haber TV dengê me ne” kir.
Li gorî daxuyaniya li ser malpêra YRA`yê hatiye parvekirin, heta niha 460 rojnamevanan îmzeyên xwe dane û hemûyan jî ev kiryara bêhincet a li dijî saziyên çapemeniyê yên rastiyê radigihînin, şermezar kir.