Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sembola Azadî û Berxwedanê Zozan Hesekê

28/04/2024
in Uncategorized
A A
Sembola Azadî û Berxwedanê Zozan Hesekê
Share on FacebookShare on Twitter

Li van cihên xweda û xwedewandan, li ser axên pîroz ên Mezrabotan gelek lehengên jin û mêr gihan. Ji bo welatê xwe şer kirin, li berxwedan û bûn şervanên azadî û heqîqetê. Hevrê Zozan Hesekê(Munewer Fatimê)jî yek ji van şopdarên şervanên heqîqet û azadiyê bû. Ew di şopa dayîka xwedewand Îştarê de dimeşî. Wê hîn di temenekî biçûk de dildabû doza azadiyê. Li gel wê heqîqet, ji dilbûn, ked, girêdana bi hevalên xwe û welatê xwe ve li ser her tiştî re digirt. Ew bi xwe xwedî rihekî azad û serhildêr bû. Ew rihê serhildêr ê di nav çanda welatparêziyê de hatî hûnandin ji pola qewîmtir bû. Wê qebûl nedikir yek rojekê di bin serweriya dijmin de jiyan bike, ji bo wê azadî ji av, nan û hewayê giringtir bû jê re. Bi fikir û ramana welat ve radibû û dirûnişt. Welatparêzî, girêdana şehîdan û Rêbertî ji bo wê li ser her tiştî de bû. Bi hevalê xwe ve bi dil û can giredayî bû. Wê  dil dabû azadiyê û aşqa welat jiyan dikir, ji bo wê hîn di temenekî biçûk de tevlî kar dibe. Hin di zaroktiya xwe de ji bo alîkariyê ji bo partiyê kom bike diçe pambo, rêxistina gel dike û şev û roj kar dike, jixwe bi pênaseyeke din em dikarin bêjin ku heval Zozan di nav hevalên xwe de bibû sembola ked û fedekariyê. Bi qasî ji welat hez dikir, ewqasê jî bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Ew hevala roja teng bû. Wekî çiyayekê li pişta hevalên xwe bû.++++++++++++++++++++++

Wê temenê xwe ji bo azadiya welatê xwe feda kir. Hîn di salên 1990’an de tevlî partiyê dibe, diçe qada Rêbertî û xwe di fikir û ramanên Rêbertî de kûr dike û piştî wê derbasî çiyan dibe. Piştî 22 salan li çiyê dimîne, li ber her darû û kevirekî welat kedê dide, heval Zozan li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê xwenagire û derbasî Rojava dibe, ew li Kobanê jî tevlî cenga azadiyê dibe. Ji her milî ve xwe ji hevalên xwe re dike mertal û bi awayekî bêhempa û tirs li berxwe dide. Jixwe tirs bi heval re tunebû û xwedî kesayetekî zelal û bê dudilî bû. Ji xwe pirtir parastina hevalên xwe esas digirt. Dilnizim bû û însanekî gelerî bû, ji aliyê gel ve dihat heskirin. Pir xwezayî bû û xwedî kenekî azad bû. Ji xwe ber dihat heskirinê. Ew jî yek ji lehengên Kobanê bû, ew hevala Arîn û Barînan bû. Ew sembola çiyayê Miştenûr bû.

Ji Kobanê dest pêdike û bihost bi bihost li welat têdikoşe, di qada perwerdeya leşkerî û civakî de kar û xebat dike. Taybet jî di nav KPC’ê de kar û xebatekî gelekî giring da meşandin, ew bû mamosteya mamosteyan, ji bo nivşekî nû were avakirin, mamoste perwerde dikir. Di dilê mamosteyan de jî cihekî xwe yê taybet çêkiribû û dihat heskirin.  Li herdera çûyê şopa xwe hişt. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Bi qasî ji welatê xwe hes dikir û dilpak bû, ew qasî jî li hember dijmin bihêrs û kîn bû.

Îro em wekî Rojava deyîndarê heval Zozan in. Wê bi dil û can di rizgarkirin û ji nû ve avakirina Rojava de cihê xwe girt.

Ew û heval Zelal Zagros jî di heman demê de tevlî tevgera azadiyê dibin. Ew hevalên hev ên rojên giran bûn, mil dabûn hev û kar dikirin, şer dikirin, bi hev re soza xwe dan û piştî heval Zelal wê jî jiyan nekir û barkir çû gel hevrêya xwe Zelal. Du hevrê, du dilên dilpak, Zozan û Zelal di rêya Zîlanan de bûn, ew jinên ceger ji pola. Ew in ên rûmeta me, jîn û jiyana me bi wate kirin.

Em wekî hev rê û jinên rêxistinê li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin  û ji hevrê û malbata bi rûmet re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku heta dawiyê em ê wekî Kongra Star di rêya wê de bimeşin û xwedî li mîrasa wê derbikevin.

Meclisa Kongra Star  

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.