Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarçoveya têgînî… Polîtîka

28/04/2024
in Uncategorized
A A
Çarçoveya têgînî… Polîtîka
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ji remanê Rêber Apo

Têgîna polîtîkayê jî herî kêm bi qasî têgîna desthilatdariyê diyardeyeke civakî ya têgihiştina wê zehmet temsîl dike. Peyva polîtîkayê bi koka xwe Grekî ye, hem têgîna rêveberiyê hem jî ya desthilatdariyê tîne bîra mirov û tê maneya ‘rêveberiya bajêr’. Lê wexta ku weke diyardeyeke civakî behsa wê bê kirin, mirov dikare wê wisa bide naskirin; civak bi awayekî azad tê rêvebirin û pêşxistin, bi vê re ferd ji bo bibe şexsiyet pêş dikeve. Tevî ku diyardeya rêveberiyê di nava xwe de dihewîne jî mirov nikare bi tevahî wê weke rêveberî destnîşan bike. Mirov nikare wê hem bi desthilatdariyê re hem jî bi xwerêvebirinê re wekhev bibîne. Mirov polîtîkayê weke qada azadiya civakê, weke qada afirandinê ya lê pêşxistina mane û îradeyê tê zêdekirin şîrove bike, ev zêdetir nêzî rastiya wê ye. Heta mirov dikare polîtîka û azadiyê wekhev bibîne. Li vir a mewzûbehs ew e, civak hem bi fikir, hem jî bi çalakiyê li xwe û nasnameya xwe serwext dibe, pêşde dibe û xwe diparêze. Dema ku polîtîka bibe erka xwerêvebirinê hingê weke polîtîka demokratîk dibe xwedî nasname, lê dema veguhere rêveberiya desthilatdariyê hingê polîtîka ji rastiya xwe dûr dikeve û dikeve rewşekê ku xwe înkar dike. Qada desthilatdariyê ew qad e ku lê polîtîka tê înkarkirin. Ango, çawa ku lîberalîzm bi israr ferz dike, rêveberiya dewletê polîtîka û rêveberiya polîtîk nîne, berevajî înkara polîtîkayê ye, û tê wê maneyê ku li şûna wê yan rêveberiya keyfî ya desthilatdariyê yan jî îdareya bi pîvan a dewletê cih digire. Ti carî nabe ku mirov îdareya dewletê weke polîtîkayê bide naskirin. Ji ber ku ew bi awayekî desthilatdariya bi pîvan û norm e. Desthilatdarî jî di her rewşê de tê maneya li derve hiştina polîtîkayê.

Di civaknasiyê de yek ji qada têde aloziya têgînan heye, qada têkiliyên desthilatdarî, rêveberî û polîtîkayê ye. Têgîn ewçend di nav hev de û mîna wekhev bin têne bi kar anîn, banê tevahiya civaknasiyê zincîrwarî bi awayekî şaş tê deribandin. Zanista civakî ya îlhama xwe ji îdeolojiya lîberalîzmê digire bi awayekî berfireh di warê tevlîhevkirina mejiyê mirovan de xizmetê dike. Nexasim ji tevahiya çalakiyên sîstemên tehekumkar re polîtîka dibêje, bermahiyên piçûk ên polîtîkayê yên li ser piyan mane ji nedîtî ve tê; weke rêveberiyên eşîran ên destpêkê, mehelleparêziya teng, demdirêj pêşiya xwe nedîtin, temsîlnekirina berjewendiyên bingehîn ên neteweyî yên hundir û derve, bi nav dike û hukim di heqê wan de dide. Di vê mijarê de têra xwe alozî heye, û mejiyê mirovan tevlîhev e. Tevî ku polîtîka ji mêj ve ji civakê hatiye qewitandin û li şûna wê şîfreyên desthilatdariyê yên bi xiyanetê re wekhev hatine ferzkirin, dîsa jî dikarin bi gewîtî bibêjin di warê polîtîkayê de gelekî pêşketin hene, di polîtîkayê de gihiştine asteke şareza û modern. Lê ya rastî, li qada civakî ya polîtîka lê heye, ya xwedî nirx berjewendiyên heyatî yên civakê ne; xweşhaliya wê û asta pêşketina wê ya manedan û avabûnê ye. Civakên bêpolîtîka yan jî polîtîkayên wan qels, yan wê ji derve ji aliyê desthilatdariyekê ve bêne îmhakirin û bibin mêtingeh an jî ji hundir ve wê ji aliyê elîteke desthilatdariyê û çîneke mêtinkar ve zordestiyê bibînin û bêne mêtin. Qenciya herî mezin a mirov bi civakekê bike ew e, divê mirov asta polîtîk a wê civakê bilind bike. Ji vê jî ya qenctir ew e, divê mirov civakê bigihîne demokrasiyeke 24 saetan dewamî dixebite û bigihîne demokrasiyeke avabûyî û bicihbûyî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.