Min pirtûkêk nivîsî.
Ez bi çavekî din li cîhanê dinêrim, nîgarkêşiya min Kurdîtopya ye!….
Her şoreş bi çirîskekê dest pê dike… Civîna li Enqerê, 4 derbikên kûfrîta li Zindana Amedê, 15ê Tebaxê, bûne çavkaniya Kurdîtopya. Berxwedana Efrînê jî hêlan e, qiyam e, qiyama li Efrînê Bîg Bang e û dewam dike!… Lehengên di berxwedanê de yarên bûn, yarenên dîrokê!…
Her pirtûk “tefekkûr”ek e!..Akûmûlasyon e!.. Sahîh e û “tefekkûr e”, tefekkûr karekî rewşenbîrî ye!..
Sahîh e: Civîna li Enqera nebane, akûmilîsyona Kurd ya modern jî çênedibû.
Berxwedana Efrînê Bîg Bang e!… 58 rojên, ji 13,505 rojan e!… 37 sal x 365= 13.505 roj!.. Big Banga mezin, di cîhana Kurdan de, 15ê Tebaxê ye!.. Bû kêşe û dewam dike!.. Êdî ocax e, oxax bi pirtûk e.
Û min pirtûkek nivîsî!..
Ev pirtûk, agirê Bîg Bangê ye, paletî jî dewam dike!..
Destanê Eferînê.. Yan jî Dastana Efrînê.. Yan jî Destan-i Efrîn!..
Û ez li cîhanê cûda dinêrim!… Efrîn pencereyek e, di avaniya Kurd de, asoyên paşerojan dide xuya kirin. Ev pencere Qendîl e…
Dubare dikim, her pirtûk pencereyek e. Her pencere neynikek e!… Kultur e “dast-destan” wiha ye!… Dast, yekemîn car di Zend Avesta de hate bikaranîn. Zanist e, piştre bû destan, bû çavkaniya dîrokê.
Hêrs û têkoşîna li dijî xezebê ye. Tirkiye xezeb e, terîqata dewişrmeyan e!. Lehengî û lewendiya ciwanmerdî û şahlewendiya li dijî vê terîqata xezebê heye. Vê jî, xasbahçeyê Kurd û Kurdistanê rengîn kiriye; 37 sal in, 13.505 roj in, bi xwînê rengîn dibe!…
Min piretûkek nivîsî!..
Û li cîhanê cûda dinêrim… Paletiya Destanê Efrînê, çalekiya dîrokî ya Avesta Xabûr e… (28ê Çile ‘18) Bê navber, 6 mehan dewam kir… Çapkirina pirtûkên Kurdî jî serguzeştek cûda ye, lê min bi copy 12 pirtûk derxistin. Ev jî bû restorasyona mêjiyê min û berxwedana bedena min û mixabiniya weşangeriya Kurd e!..
Copy jî be, min got, ev pirtûkek e, hem nivîsandin, hem sergûzeşta çapê, cûda dîrok in!…
Dubare dikim; eger 15ê Tebaxê nebane, “Destanê Efrînê”, yan jî “Romana Kobanê” dernediketin holê!.. Û meyda Kurd, ajansên Kurd li holê nînin!.. Dubare dikim; divê Şoreşa Rojava, di aliyê kulturî de teqînekê çêbike. Kultur pirtûk e!..
Lê û mixabin rewşenbîriya Kurd, rojnamevaniya Kurd, di palûteya Bîg Bangê de lewaz in, qels in!..
Destanê Efrînê, çavdêriya Bîg Bangê ye, îddîayek mezin e!… Ji mîrekîtiyan, heta bi enternasyolistan, dilop bi dilopa xwîn û xwehdan e, hestê agir-î dil hunandina gotinan e… Nîgarkêşiyek epîkî ye û mecburiyetek e. Ev mecburiyet “mahkumiyeta” hemû nivîskarên kurd e.
Nivîskarên kurd “pek tirsonek” in. Pêşî ji xwe ditirsin û tirs mezin dibe. Her behane jî nîşaniya vê tirsê ye!..
Min pirtûkek nivîsî û dibêjim;
Bîg Banga Kurdistanê, aveniyek ava kiriye; çar aliyên wê cem e, kişûmat cîhan, hem xuya dike, hem dibîne. Ez jî di vê penceraya avaniya Kurd de dinêrim, dibînim û min pirtûkek nivîsî.
Dastan, nêr e, mê ye, destan e, dastan e, ne giring e. Ev gotin şaş e, ev rast e!.. ne bi gotinê, bi nivîsê sererast dibe. Nivîs mayînde ye, pencere ye, û “kamilbûn” e!… Şaşî, bi nivîsan rast dibin.
Gotina dawî; di tevahiya dewşîrmeyan de “sadiqî-sadaqat” nîne. Diyalektîka jiyanê wilo dibêje!.. Kesên ku sadiqi-sadaqata wan nebê nikarin bibin millet. Tirk, sed sal in nebûne millet… Bûne dewlet lê hîna li milletbûnê digerin!… Çîmentoya dewletbûna wan “sêve sor e, kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêle” ye. Kerasat û belengaziya sedsalê ye!..
Min pirtûkek nivîsî
Pirtûk, “Destanê Efrînê” ye û ji her prtûka dinivîsim jî heyecanê digirim. Her pirtûk, çavdêriya dema xwe dike. Destanê Efrînê neynika vê demê ye!..
Medeni FERHO